Dağıstan Çetinkaya |
Gelek kurd hene ku ne bi zimanê xwe,
bi zimanê serdestên
xwe; tirkî, erebî û farsî dinivîsin, ne cîhana zimanê xwe, ya zimanê serdestên xwe bi pêş ve dibin, geş û berfireh dikin. Yek; yên di nava
konvansiyonela edebiyata tirkî de xwe dane
qebûlkirin wek Yaşar
Kemal, Cemal Süreya, Ahmet Arif, Yavuz Ekinci, Burhan Sönmez, Kemal Varol, Murat Özyaşar. Du;
yên ji aliyê polîtîk ve nasnameya wan a kurdî heye lê bi tirkî dinivîsin wek
Hasan Bildirici û yên li girtîgehan. Sê; yên amator, ciwan, mehelî û yên ku xwe wek esilkurd dibînin, hêj xwe di nava
edebiyata tirkan de nedane qebûlkirin.
Em kurdînûs çawa nêzîkî berhemên tirkînûsan bibin? Em çawa dikarin bi pragmatîstî nêzîkî berhemên wan bibin?
Em çawa bikaribin ji wan sûdê werbigirin? Derdê me bi wan re çi be? Meseleya me bi
wan re çi be? Em çawa
wan rexne bikin? Em berhemên wan çawa
problematîze bikin? Em çawa edebiyata wan pênase bikin? Li ser wan em dîskorên çawa ava bikin? Li
ser wan polîtîkaya me çi be? Ji bo me kar û zirara wan çi ye? Ji kîjan hêlan
ve heqê me heye ku em wan bidarizînin û sûcdar bikin? Em çawa binêrin li berhemên wan? Fonksiyona wan çi ye? Fonksiyona
berhemên wan negatîf an jî pozîtîf e? Bi berhemên xwe çiqas xizmeta heqîqet û edaletê dikin?
Berî ku ez dest bi vê nivîsê bikim, pirsên ku di hişê min de bûn: Kurdên ku bi zimanê serdestê xwe, mînak yên ku bi tirkî dinivîsin, çiqas
dikarin bi zimanê serdestê xwe heqîqeta neteweya xwe vebêjin û nîşan bidin? Têkiliya
wan bi kurdbûnî û bi realîte û heqîqeta kurdan re çawa ye? Derbarê kurdan de em di romanên wan de çi dibînin? Çawa behsa neteweya xwe dikin? Nêzîkbûna wan bi neteweya wan re çawa ye? Romanên van nivîskaran çiqas dijkolonyal in? Bi berhemên xwe çiqas dikarin
Dewleta Tirk û xwînerên
xwe yên tirk nerihet bikin? Çi li derveyî berhemên wan maye? Çi negotine? Nivîskaran li hemberî çi xwe ker û kor û lal kirine, nedîtine, şahidiya çi
nekirine û ji
şahidiya çi reviyane?
Derbirîna heqîqetê, nerihetkerî û xwekerûkorûlalkirin
û hebûn û xwebûna kurdan a berhemên wan, min ji xwe re problematîze kir. Ji van hêlan ve nêzîkbûna berhemên wan ji min re bikêrtir û pragmatîsttir xuya dike. Dibe ku nivîsîna bi zimanê efendî tercîhek be, ji ber vê tercîhê fikra min ev e ku heqê me tune ye
ku em wan bidarizînin, hesap bipirsin lê belê heqê me heye ji hêla derbirîna heqîqet û nerihetkeriya muqtedîran û xwekerûkorûlalkirinê
ve; neşahidbûna wan bidarizînin, em ji wan bipirsin hûn bi berhemên xwe çiqas dikarin heqîqetê derbibirînin û muqtedîran nerihet bikin, wan li
hemberî çi xwe ker û kor û lal kiriye?
Li gor pirsên jor min xwendinek li ser romana Bekleyişin
Şarkısı (Strana Bendewariyê, 2019) a Mehtap Ceyran, Yediler Teknesi (Geştiya
Heftan, 2021) a Abdullah Aren Çelik û Kara Sis (Mija Reş, 2021) a Kemal Varol kir. Di hilbijartina van romanan
de pîvana min ew bû ku her sê nivîskar jî di nava kategoriya konvansiyonela
edebiyata tirkî de ne û romanên wan ên
herî dawî ne.
Di vê nivîsê de ez dê hewl bidim encamên vê xwendina xwe
bi we re parve bikim û pirsên ku ez di nava romanan de ketim pey wan, ez bersivên pirsên xwe pênase bikim, bersivên xwe bi aliyên romanûsiya wan
problematîze û pêşkêş bikim.
Hebûna têgeh û diyardeyên wek nerihetkarî, xwekerûkorûlalkirin,
mulayîmbûn,
tirsonekî û şikestîbûn, bêhêrsî û bêxincî, muxlaq û şêlûkirin, alegorî, bênavûnîşanhiştin, bi dernebirîna heqîqetê re têkildar e. Dema ku heqîqet nehatin gotin hebûna
van têgeh û diyardeyan
derdikeve holê, li cihê ku heqîqet tune be, ev têgeh û diyarde hene.
Bi kurt û kurmancî li gorî bersiva van pirsên xwe ku min di sê romanan de dît, ez dikarim romanûsiya wan di encama dernebirîna heqîqetê de wek xweveşartin û xwekerûkorkirin, şofandina faîlan, ne nerihetkarî,
mulayîmbûn
û şikestîbûn û tirsonekî pênase û problematîze bikim.
Sê nivîskaran jî li hemberî heqîqet û realîteya Kurdistanê xwe ker û kor û lal kirine. Realîteya dagirbûn û perçebûna Kurdistanê em di romanan de
nabînin. Di sê romanan de jî realîteya kurdan
a dîrokî, cografîk, sosyolojîk û siyasî tune ye. Nivîskar xwedî li vê heqîqetê û realîteyê derneketine, realîteya kurdan hatiye veşartin.
Bila ev diyarde li aliyekî bin, di romanan
de wek mînak navê zimanê
kurdî nehatiye
binavkirin. Di mînakên wek Bekleyişin
Şarkısı de “Me
nedizanî kok û esl çi ne û em hêj nû hînî zimanê xwe yê duyem dibûn. Ji ber ku
me yê di demeke nêzîk de dest bi dibistanê bikira, diviya em hînî zimanê fermî
bibin.”[1] (r. 13). “Min dev ji
rojnameyan berda û meşa xwe domand. Min bihîstibû ku pêr agir berdane depoya
weşanxaneyeke ku bi zimanê me yê dayikê weşanê dike”[2] (r. 48) û Di Yediler Teknesi de “Dihat fêmkirin ku jinikê bi zimanê
Kuleyê nedizanî.”[3](r. 57) û “Li gorî ku di
kaxez de dinivîsî, dikarî bi zimanê min biaxive lê belê nedikarî bi min re bi
zimanê ragihanê binivîse. Em her du jî biyaniyên zimanekî ne aîdê me bûn”[4] (r. 87) Di Bekleyişin Şarkısı û Yediler Teknesi de çend têgehên wek zimanê dayika me, resmî dil derbas dibin lê dema ku em bipirsin ev zimanê dayikê û zimanê fermî kîjan e bersiv tune ye, muxlaq
e. Zimanê jinê û Kuleyê kîjan e em nizanin.
Di sê romanan de jî hebûna kurd rasterast
tune ye û nivîskar
kurdbûna xwe vedişêrin. Mirov dikare bibêje ku bi zanebûn hebûna kurd, realîteya wan hatiye
veşartin. Di sê
romanan de têkiliya kurdan û tirkan wek peywendiya efendî û kole, serdest û bindest, dagirker
û dagirbûyî an jî wek peywenda “em” û “ew”
tu têkilî tune ye. Mirov dikare bibêje ku di Bekleyişin Şarkısı û Yediler Teknesi de wek ‘em’ û ‘ew’ têkiliyek heye lê ew jî ne
rasterast û bi
zelalî ne, ne wek têkiliya kurd û tirkan e, em aktoran bi zelalî nas nakin û nizanin aktor kî ne. Encamên dagirbûyî û perçebûna Kurdistanê neyekser hene lê belê li vir jî muxlaqbûna faîl heye, wek xwîner em nizanin faîl kî ye. Wek determînîzm, li gor sedem û encama parçebûnê, di romanan de tenê
encam hene. Ew encam bûne malzemeyên romanan. Bi jiyîn, êş,
trawma, kul, bûyerên me li edebiyata tirkî tên zêdekirin. Di
vê derbarê de Ngûgî wa Thiong’o di kitêba xwe ya Rizgarkirina Hiş Ji Mêtingeriyê de vê rewşê ne wek zêdekirinê wek
dizînê pênase dike:
“… çawa aboriya me careke din ji me didize, behre û behredarên
me jî ji me didize. Di sedsalên hejdemîn û nozdemîn de Ewropiyan xezîneyên
huneran dizîn û bi wan mal û muzeyên xwe xemilandin; di sedsala bîstemîn de
Ewropa xezîneyên hişê me didize da ku
ziman û çandên xwe dewlemend bike. Lazim e Afrîka aboriya xwe, siyaseta
xwe, çanda xwe, zimanên xwe û hemû nivîskarên xwe yî welatperwer şûn de bistene”
(r.19)
Kara Sis, ji hêla mijarê ve ji wan her du romanên din cuda ye lê belê ji hêla nêzîkbûna kurdan ve dişibe wan. Romana Kara
Sis, her çiqas ji romanên din cuda be jî, di peywendiya hebûn û xwebûna kurdan de dişibe yên din.
Di Bekleyişin Şarkısı û Yediler Teknesi de mekan, zeman û neteweya karakteran muxlaq in.
Nivîskaran di van romanan her tişt kirine umûmî. Navên bajar, navçe û gundan, neteweya kurd qet derbas nabin. Bi muxlaqkirinê Kurdistan û kurd hatine veşartin. Zemanê Bekleyişin Şarkısı muxlaq e lê xwînerên kurd dikarin fehm bikin ku
dema Şerê Xendeqan e, teqabilî salên 2015 û 2016an dike lê bele nivîskar wek bîranînên xwe qala salên nodî jî dike. Panoramaya bûyerên sî salên dawî ku li Bakur
qewimîne heye. Lê wek zeman di romanê de rasterast em nizanin mekan ku der in, mekan bênav in, wek xwîner em fehm dikin
mekan Amed e. Wek
muxlaqkirina mekan û zemên di romanan de, wek netewe em nizanin karakter kî
ne. Ji navê karakterên romanê
xwîner dikare bibêje ku karakter kurd in. Ji bilî navan tu şop tune ye ku em
bibêjin ku karakter kurd in. Lê navê karakteran jî tenê ji bo nasnameya wan ne
bes e.
Wek Bekleyişin Şarkısı, di Yediler Teknesi de jî mekan, zeman û netewe û nasnameyên karakteran muxlaq û nediyar in. Dîsa hinek xwîner dikarin fehm
bikin, zemanê vê romanê piştî sala 2014an û mekan jî bi piranî Amed e. Xweveşartina Yediler Teknesi cuda ye. Romana Yediler Teknesi,
romaneka alegorîk e. Yên ku Amedê nas dikin, dizanin ku mekan Amed e lê bi
zelalî em nizanin mekan ku der e. Wek
navekî mîtolojîk, Çelîk navê mekanê xwe kiriye Siderya. Di Yediler Teknesi de dinyayeke
utopîk hatiye înşakirin. Bi înşakirina vê dinyayê dinyaya real xwe vedişêre. Ji kengê ve ye ku teknîka edebiyatê bûye amrazên xweveşartinê?
Çima bajarên kurdan nehatine binavkirin? Ku navê bajaran eşkere be çi dibe? Dema ku navê bajaran eşkere be, gelek tiştên din dê şênber bibin, xwîner dê rasterast bizanibin faîl kî ne,
nasnameya nivîskar û romanê dê diyar bibe, rastî dê nayê veşartin û di encamê de binyada romanê divê bê guherandin, avaniya romanê ji nû ve were sazkirin.
“Pênûsa nivîskar rûmeta wî/wê ye, wê
ne ji bo veşartina tişten qirêj lê ji bo ku wan derxîne holê bi kar tîne, divê
bi kar bîne.”[5]
(r.195) Ev hevoka trajîkomîk ji Yediler
Teknesi ye, nivîskar bi xwe bi pênûsa xwe gelek veşartin û ji rastiyan bi kar neaniye. Wek mînak di romana wî de faîlên rasteqîn hatine
veşartin.
Di Kara Sisê de jî mekan û zeman diyar in lê belê nasname û neteweya karakteran muxleq in. Mekanên
wê wek Erzirom, Erzîngan û Stenbol in lê belê mekanê ku rasterast kurdbûnê bîne bîrê tune ye. Navê karakterê
sereke Barana ye lê em tam nizanin neteweya Barana çi ye. Xweveşartina Kara Sisê pir cuda ye. Dîsa wek Arkanya mekaneke
alegorîk di vê
romanê de heye, wek xwîner min ji Arkanya
Amed fehm kir lê
bi navekî alegorîk Amed tê veşartin.
Remezan Alan di berhema xwe ya Bendname de ji bo mînoriya kurdînenûsan vê tespîtê dike:
“ Halbikî di serê gelek kurdînenûsan de ew kirde Doğulu ye û ew xak jî Doğu (Rojhilat) ye.* Lê
trajîkiya vê mînoriyê ne tenê ev e. Kurdînenûsê me kengê bi dengekî teslîmbûyî dibêje ‘ez çi bikim hal û hewalê min ev e’; yan di nav xweliya
binşiûriyê
de kengê piştî belaxeteke li ser parçebûn, travma, jan û birînan, rûye peloxekê geş dibe, tu lê dinêrî, “em”eke dîtir, aîdiyeteke cihêtir serê xwe bilind dike.” (r.71-27)
Dema ku em li sê romanan binêrin
bi taybetî jî Kara Sis, em edî “em”ek
û aîdiyeteke
cihêtir nabînin, ji
vê xirabtir, “em”a nivîskar tune dibe,
“em”a wî di nava“ew”an de dihele. Di Edebiyata mînor de
ji ber hêrsa xwe armanc xirakirina zimanê serdest e lê belê di sê romanan de jî qet em nikarin
qala nîşaneyên edebiyata mînor bikin. Edebiyata
mînor aliyek be, Kemal Varol, xwe wek nivîskar tirk dibîne. Ji van hevokên romana xwe nîşanî me dide: “Rewşa welêt ne
tu rewş bû. Piştî erdhejan başebaş têk çûbû welat. Edalet bi bêdengî ji xaka me
vekişiyabû. Rojnameyan û televîzyonan rastî bincil dikirin. Tu ferqa derve ji
hundir nemabû.“[6] (r.238, Kara Sis)
Mijara romana Bekleyişin
Şarkısı û Yediler
Teknesi cînayetên
faîl-mechûl in û bûyerên sosyopolîtîk ên pênc-şeş salên
dawî yên Bakur in. Di têkiliya sedem û encamê de, di romanan de tenê encam heye.
Em nizanin sedem û faîl
kî û çi ne. Bi vî
halî, mirov dikare bibêje ku faîl dişofînin: Mijara Bekleyişin Şarkısı û Yediler Teknesi jî cînayetên faîl-mechûl in.“Piştî demeke kurt jî navê wî ji bo
xizmên windakiriyan bû efsaneyek. Protestoya bêdeng a ku xizmên windakiriyan
yekşeman li îstasyonê li dar dixist, piştî vegera bavê min dest pê kir.”[7] (r.48, Yediler Teknesi) Ji
van hevokan em dikarin fehm bikin ku qala “Dayikên
Şemiyê” dike. Bibîrxistina kuştina Ugur
Kaymaz nivîskar bi van hevokan nîşanî me dide. “…Bi awayekî arambûyî ket Xaçerêya Kaymaz. Droneke ku li
ser wê reqemên 13 hebû, li ser serê wan sekinî û dîmena wan girt, paşê bi lez û
bez bi dûr ket.”[8] (r.67). Di her du romanan de em nizanin sedem û faîl kî ne.
“ Di wê kêliyê de jî dengê topavêtinê hat bihîstin. Mîna ku
erdhej biqewime, mase hejiyan..[9]” (r.65, Bekleyişin
Şarkısı) û “Me hay ji karesata ku dê biqewimiya tune bû. Me
nedizanî rojên xerab li ber deriyê me ne.[10]” (r.13, Bekleyişin Şarkısı) û “Û heta
ku wî şerê lanetî dest pê kir jî, tembûra min bû mihraba min.”[11] (r.79 Yediler Teknesi) Di her du romanan de qala şerekî mezin tê kirin lê em nizanin aliyên
şer kî ne, şer ji bo çi
tê kirin, aliyên şer hatine muxlaqkirin û veşartin.
Dibêjin, “nivîskar şahidê serdema xwe
ye.” Em dikarin bi wî halî jî bipirsin
nivîskaran di berhemên xwe de şahidiya çi nekirine? Bi qasî tiştên ku nivîskaran behs kirine, tiştên ku behs nekirine jî
hene. Sînorên qada ku mirov bikeve nav wê, nêzîkî wê bibe, di heman demê de sînorên
wê qadê ne ku serê mirov bi îqtîdarê re bikeve belayê û berdêl bide. Sê nivîskar jî ji qadên ku bela û bedel tîne dûr sekinîne, şahîdiya wan qadan nekirine, qala wan qadan
nekirine.
Wek zeman romana Bekleyişin
Şarkısı û Yediler
Teknesi piştî
sala 2014an in. Dema ku em naveroka romanan li gor bûyerên real bidin berhev em dibînin ku her du nivîskaran jî li hemberî gelek bûyerên giring xwe kor kirine.
Wek mînak kiryarên wek şîdet, biçûkxistina ji hêla polîsên
tirk ve ya dema Şerê Xendeqan di romanên wan de cih negirtine… Jixwe her du jî qet qala trawma, şîdet û encamên Şerê Xendeqan nakin. Di Şerê
Xendeqan de gelek kiryarên esker û polîsên tirk ji bo me bûne trawma, lê karakterên
Mehtap Ceyran li hemberî wan kiryaran
tu hêrs, kîn
û nefreta wan tune ye. Di Yediler
Teknesi de heman tişt di karakterên Abdullah Aren Çelik de jî hene.
Kara Sis, wek zeman dawiya salên notî û destpêka salên du hezaran e. Ev dîrok ji bo tirkan
jî ji bo kurdan jî serdemeke giring e. Di Kara Sis de nivîskar, xwe ji qadên polîtîk dûr girtiye, qet nêzîkî vê qadê nebûye. Tenê bibîrxistinên biçûk hene. Vegotina
mehkûmên edlî rehet û konfor e, a ku zor e qalkirina yên siyasî
ye. Qada apolîtîk hilbijartiye. Qada polîtîk nîşanî me nade. Li ser “Operasyona Vegerandina Jiyanê” di romanê de em dibînin ku
bes qala grevekê hatiye kirin. Ji xeynî vê, qet qala vê bûyerê nake. Kemal Varol qet qala zext û zordariya ku di wê demê de li ser girtiyên siyasî
yên kurd hebû, nake. Wekî din jî Kemal Varol girtîgehê romantîze dike wek ku girtîgeh ne cihekî trajîk
be, lê wek cihekî xweş ê jiyînê be.
Di têkiliya heqîqet û îqtîdar de heqîqet
û îqtîdar di nava şer û pevçûnê de ne. Her îqtîdar hewl dide ku
hinek heqîqetan qedexe û tune bike. Dewleta tirk jî sed sal in
hewl dide heqîqeta kurd û Kurdistanê tune
bike. Ji aliyên din ve
jî du cure însan hene; yê nêzîkî heqîqetê û yê dûrî heqîqetê, yê nêzîk e li hemberî îqtîdarê dixwaze hebûna heqîqetê geş bike; heqîqetê nîşan bide, binivîse, bide
guhdarkirin, bibêje. Wek însanan du cure jî berhemên hunerî hene, a yekem ji bo heqîqetê xizmet
dike, a duyem jî ji bo îqtîdarê. Îqtîdar her hewl dide ku însan heqîqetê dernebirînin, nenivîsin, nîşan nedin, qise
nekin, nedin guhdarkirin. Çi nivîskar, çi şaîr, çi muzîkjen, çi hunermend çi jî mirovekî jirêzê, li gor nêzîkbûna heqîqetê dibe hedefa şîdet, tehdît, zext û zordarî û mueyîdeyên îqtîdarê, serê wî/ê bi îqtîdarê re dikeve belayê û ji bo îqtîdarê dibe nerehetker. Mînak nivîskar bi qasî ku bikare heqîqetê binivîse ewqas hem serê wî/wê bi îqtîdarê re dikeve belayê hem jî ewqas ji
bo îqtîdarê dibe nerehetker. Nerehetkerî bi
derbirîna heqîqetê pêk tê. Ku cihê nerehetkerî tune be, em dikarin bibêjin ku heqîqet
nehatiye derbirîn. Dema ku berhemeke edebî pişta xwe bide heqîqetê nikare nerehetker bibe. Ku berhemeke
edebî ne nerehetker be, tê wê wateyê ku ew berhem heqîqetê dernabirîne, ne ji bo heqîqetê ji bo
îqtîdarê xizmet dike, ew berhem dê ne
guherîner, ne xeraker, ne jî nûger bibe û dê bikeve tora xwe dubarekirinê û bibe dewamdariya statûkoyê. Ji aliyê din jî rêjeya nerehetkariya
berhemekê nûbûn, kalîte, resenî û serkeftîbûna wê diyar dike. Mînak gewrebûna fîlmên wek Sürü(Pez), Yol(Rê) û Duvar(Dîwar) ên Yılmaz Güney ji nîşandayîna heqîqetê tê, Güney di wan fîlmên xwe de, di sînemaya
tirkan de heqîqeta Kurdistanê nîşanî me dide.. Di sê romanan de jî ez rastî hevokekê
nehatim ku tirkan û dewleta wan nerehet bike. Di sê romanan de jixwe hevokek jî tune ye ku
dewleta tirk nerehet bike, hevokek tune ye ku xwînerên xwe yên tirk nerehet
bike.
Kurdên ku bi tirkî dinivîsin wek ku li gor
habîtusekê tevdigerin û dinivîsinn.
Ji ber vê yekê berhemên wan dişibin hev. Vê habîtusê wek mulayîmbûn jî pênase û binav bikin. Edebiyata kurdên tirkînûs edebiyateke mulayîm e; xweşker, ne nerehetker,
şikestî, xwebaşker, xwebêalîker e. Edebiyat tê tolerekirin û mûsamahakirin. Ku ne wisa bûna, edebiyata nerehetker bûna, ne mimkun bû
ku di nava tirkan de ji xwe re cih bidîtina. Mînak heke di romanên wan de peyvên wek
Kurdistanê, Ey Reqîp derbas bibûna, van çapxaneyan dê dîsa romanên wan çap bikirina? Kurdên bi tirkî helbestan dinivîsin ên wek
Kemal Varol, Îbrahîm Xelîl Baran û Lal Laleş, peyva Kurdistanê dikin Doğu
(rojhelat).
Em bala xwe didinê, weşanxaneyên
ku kitêbên kurdên kurdînenûs jî çap dikin, radibin di wergerên kitêbên ji
zimanên din de peyva Kurdistanê sansûr dikin.. Mînak, paşê derket holê ku yek
ji weşanxaneyên tirkan ên mezin Weşanxaneya Can dema ku du nivîskarên cîhanî wergerandine tirkî, peyva Kurdistanê
sansûr kiriye. Di romana On Bir Dakika ya Paulo Coelho de û dîsa di van rojên dawî de derket holê ku di romana
Floransa Büyücüsü ya Salman Rushdie de peyva Kurdistanê sansûr kiriye.
Ev edebiyeteke tirsonek û şikestî ye. Ewqas şikestî û tirsonek in ku bikaranîna navekî kurdan
bila li aliyek be nikarin navên bajarên kurdan binivîsin. Sê nivîskar jî bêhêrs û bêxinc, bêkîn û nefret in. Bi zimanê qetilkarê zimanê neteweya xwe
dinivîsin, ji ber vê, li hemberî serdestan
ne bihêrs û bixinc in. Qet mesela û problema wan bi tu kesî re, bi îqtîdarê re û bi bindestên wan re tune ye. Qet
bindestî û kolonyalbûna neteweya wan ji bo wan nabe derd û problem. Li hemberî kiryaran û subjeyan kîn û nefreta wan tune ye.
Wê çaxê em vê pirsê bipirsin, kurdên tirkînûs ji bo çi dinivîsin? Remezan Alan
di Bendname de bersiva vê pirsê bi kurt û kûr dide:
“ Li
vî parçeyî, tirkînûsîna kurdan, ne tenê encameke zalim a asîmîlasyonê ye yan
ne tenê marîfeta tedrîsateke kolonyal e. Di vê tercîhê de berjewendiyên rojane,
hewesên populer, bêxemiya netewî, rambûna şexsî jî sedemên sereke ne. Li hemberî
bêrewaciya kurdî, tirkînûsîn, îhtimala şan û şohretê ye; qezenkirina pere û xelatan e;
teqdîrkirineke
bê rîsk e…”
(r.73)
Ji hêla romantîzma humanîzm, gerdûnî û were zanîn û dîtin jî em dikarin li Remezan Alan zêde
bikin. Kurdên tirkînûs arguman wan a sereke ya bi tirkî nivîsînê ev e; "Em
bi tirkî dinivîsin ji
bo ku tirk bizanin me çi kişandiye, çi êş û derd dîtiye.” Ev were dîtin û zanîn
emareya kolebûnê ye. Di têkiliya efendî û kole de hewcedariya efendî bi were dîtin û zanînê
tune ye, a kole heye; ew cure faktor bi kole re têkildar in. Wek di
sê romanan de jî em dibînin ku nivîskar bi eşkereyî nadin nîşandayîn ku ew ne tirk in. Diyardeya herî mutleq a ku
bindest û serdestan, dagirker û dagirbûyî ji hev cuda dike ziman e, nivîskarekî bindest,
dagirbûyî bi nivîsîn û afirandina zimanê xwe dikare ji wan re bibêje ez ne ji we me. Argumana em werin dîtin û zanîn bêbingeh e, bi vê argumanê û bi zimanê efendî nayê meşrûkirin û ew nikare bi wan bide
nîşandayîn ku ew ne ji wan e.
Wekî din jî nivîskarên zimanûsên efendiyê xwe, bi nivîsîna bi zimanê efendiyê xwe hewl
didin zimanê efendî bi humanîzmê û bi gerdûnîbûnê meşrû û eşkera bikin. Di hevpeyvîn û qisekirina wan de
em gelek rastî romantîzma vê humanîzmê û gerdûnîbûn tên. Herî dawî em di hevpeyvînên
Lal Laleş ên malperên wek Rudaw, Tigris Haber û Gazete Duvar de rastî vê humanîzmê tên û em dikarin wek mînak
bidin.**
Ku romanûsiya kurdên tirkînûs ev
be, dê çi havila wan ji heqîqetê re hebe û dê çawa bikarin bi edebiyatê xwînerên
xwe azad bikin?
Çavkanî
Alan
Remezan, Bendname li ser ruhê edebiyatekê, Stenbol, 2013.
Ceylan
Mehtap, Bekleyişin Şarkısı, Weşanên Everest,Stenbol, 2019.
Çelîk
Abdullah Aran, Yediler Teknesi, Weşanên Everest, Stenbol 2021.
Thinong’o Ngugi wa, Rizgarkirina Hiş Ji Mêtingriyê Di
Wêjeya Afrîkî De Siyaseta Zimên, Wer. Fexriya Adsay, Weşanên Lîs, 2018.
Varol Kemal,
Kara Sis, Weşanên Everest, Stenbol, 2021.
*https://gazetekarinca.com/2019/07/paulo-coelho-kitabindaki-kurdistana-sansur-can-yayinlarindan-aciklama/
https://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/230720211
**https://www.rudaw.net/kurmanci/interview/11042021
https://www.tigrishaber.com/iki-dilde-yazmak-ve-yasamak-70593h.htm
https://www.gazeteduvar.com.tr/lal-lales-kurtce-ve-turkce-esittir-kardes-dillerdir-haber-1527338
[1] “Kökenin ne olduğunu bilmiyorduk ve ikinci dilimizi de yeni
öğreniyorduk. Yakında okula başlayacağımız için resmî dili öğrenmemiz
gerekiyordu.”
[2] “Gazateleri bırakıp yürümeye devam ettim. Anadilimizde yayın yapan
bir yayınevinin deposunun önceki gün kundaklandığını duymuştum.”
[3] “Kadının, Kule’nin dilini bilmediği anlaşılıyordu.”
[4] “Kağıtta yazanlara göre dilimi konuşabiliyor, fakat benimle iletişim
dilimde yazamıyordu. Her ikimiz de bize ait olmayan bir dilin yabancısıydık.”
[5] “Yazarın kalemi onurudur, onu kirli şeyleri saklamak için değil açığa çıkarmak
için kullanır, kullanmalıdır.”
[6] “Ülkenin hali içler acısıydı. Depremlerden sonra iyice dibe vurmuştu
memleket. Adalet, sessizce çekilmişti
topraklarımızdan. Gazeteler ve televizyonlar gerçekleri saklıyordu. Dışarının
içeriden bir farkı kalmamıştı.”
[7] “Kısa süre sonra da adı kayıp yakınları için bir efsanaye dönüştü. Kayıp
yakınlarının, her Pazar günü istasyonda yaptıkları sessiz protesto babamın dönüşünden sonra başladı.”
[8] “Kaymaz Kavşağı’na rahatlamış olarak girdi. Üzerinde 13 rakamı olan
bir drone tepelerinde durup görüntü aldı, ardından hızlıca uzaklaştı.”
[9] “O sırada da top atışının gürleyişi duyuldu. Deprem olmuş gibi masalar
salandı”
[10] “Gelmekte olandan habersizdik. Kötü günlerin kapıda
olduğunu bilemezdik.”
[11] “O lanetli savaş başlayana kadar da tenburum mihrabım oldu.”
*Ev nîvîs berî di Kovara Zarema de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder