12 Aralık 2023 Salı

Lîstika Înfazê û Mimkûnbûna Guherandina Civakê

 


 

Piştî Amed, Batman û Wanê, li Bakur navendeke din a şanoyê li Kurdî zêde bû. Li Mêrdînê Şaneşîn Performansê mekana xwe vekir û sehneya xwe ava kir. Piştî lîstikên Bêcirr û Penceşêrê, ew di mekana xwe ya nû de bi lîstika xwe ya nû Înfazê li pêş temaşegeran e.

Înfaz lîstikeke parodîk e, perdeyek e û nêzî seatekê dikişîne.

Di Înfazê de çar listikvan hene: Midûr, Çawîş, Mele û Jinik. Ev her sê zilam hewlê didin îdama jinikê pêk binîn lê çi dikin çi nakin mirina jinê pêk nayê. Bi teknîka realîzma efsûnî ew jin namire û her ji nû ve zindî dibe, vedijî. Lîstik li ser wê absurdîyê ava bûye.

Çar lîstikvan temsîla çar strukturên civakê ne: Jin, dîn, îqtîdar û hêzên ewlehîyê. Nemirina jinê di nav wan de dibe krîzeke antagonizmayî, rê li ber kilîtbûn û xitimîna sîstemê vedike.

Bi vegotina flashbackê em fêr dibin ku sûcê jinê çi ye: Ew ji mala xwe derketiye çûye malê zilamekî zewicî, çend saetan li wir maye. Ev kirin dibe sedema îdamkirina wê.

Pêşî wer xuya dike ku di fokusa Înfazê de tenê jêpirsîna zayenda civakî, sîstema pederşahî û exlaq hene lê na!.. Lîstik bi giştî pergalê, civakê jê berpirsîyar dike.

Înfaz bi wê jêpirsînê, mimkûnbûna guherandina civakê problematîze û nîqaş dike.

Înfaz pirseke kûr û giran bi temaşeger dide pirsîn. Pirseke ku nakokîyan bişikîne. Ger em karibin bersiva wê pirsê bidin, rewşa îro dê biguhere û dêrîyên civakeke nû wê vebin.

Pirs ev e: Di lîstikê de xitimîn û kilîtbûna sîstemê dê çawa bê çareserkirin, mimkûnîya guherandina civakê çawa dê pêk bê?

Xitimîn û kilîtbûna sîstemê encax bi guherandineke radîkal dê pêk were.

Em di lîstikê de bandora dînbûnê jî dibînîn. Bi guherandina şîroveya dînîtîyê re hewldana şikandina kilîtbûnê û vebûna xitimîna sîstemê heye. Ji ber ku jin 'dîn' bûye, wekî Michel Foucault, Mela dibêje "îdamkirina jinê ne rast e". Lê hewldana Mela, nabe çare. Bi hinceta 'dînbûnê' Mela hewlê dide wê kirina jinê meşrû bike. Wekî ku Foucault dibêje "îqtîdar, sîstem kengî li hemberî pratîkekê xitimî, bi etîketa dînbûnê krîza xwe çareser dike û ji nû ve xwe meşrû dike."

Mimkûnbûna guherandina civakê, çareserîya xitimîn û kilîtbûna sîstemê çi ye?

Bi min bersiva vê pirsê bi guherandina îqtîdarê re têkildar e. Ji bo guherandina civakê, çareserîya xitimîna civakê ew e ku berî her tiştî divê îqtîdar bê guherandin. Çimkî her tiştî îqtîdar tayîn û dîyar dike. Dema ku îqtîdar, form biguhere civak, naverok jî diguhere.

Îro Swêd, Norwêc, Fînlandîye… demokratîkbûn û azadîxwazîya civaka wan ji îqtîdara wan tê. Dema ku dewletek demokratîk û azadîxwaz be piranîya civakê jî wisa dibe. Îro dewlet faşîst be civak jî faşist dibe. Ma îro dewleta tirk biguhere, civaka tirk jî naguhere? Mînak: Îro ji bo dîndaran meseleya hevzayendîyê krîzeke mezin e. Ku îro, îqtîdara dînê Mesihî, Vatîkan hevzayendîyê azad bike, ew krîz jî ji bo dîndaran wê nebe meseleyeke jirêzê?

Lêbêle guherandina îqtîdarê dê çawa pêk bê?

Di lîstikê de guherandina îqtîdarê; ango Midûr çawa dê pêk bihata? Çawîş û Mela bi hev re çiqas dikarin Midûr biguherînin? Lê pêşî guherandina Mela û Çawîş dê çawa pêk were? Li vir ev pirs derdikeve: Takekes/ferd çiqasî dikare îqtîdarê biguhere, demokratîk û azadîxwaz bike û takekes bi xwe çawa dikare xwe biguherîne?

Lîstika Înfazê bêyî ku bikeve xapa sloganîk û ajîte, ji bo guhertina îqtîdarê û takekesan dikare çi pêşnîyazan pêşkêşî me bike? Wek temaşeger em dikarin çi pêşnîyazan li wan bikin?

Şaneşîn Performans ji niha ve bi xebatên xwe geşbînîyekê çêdike ku bibe navendeke berz a şanoya Kurdî…

 *Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.

Peter Zumthor û Sêrt

 



 

Mîmariya modern, ji destpêka 1900î ve dest pê kir û heta sala 1960î dewam kir. Ji sala 1960î ve heta îro jî mîmariya post-modern hebûna xwe dewam dike. Her çi qas bingeha esasî ya post-modernîzmê ji sedî sed azadiya takekesî be jî; li gorî dilê takekes be jî, azadiya absurdbûn û tewşomewşobûnê be jî post-modernîzm di rastiyê de ne ji sedî sed azadî ye. Azadbûna post-modernîzmê bi xwe di xwe de  pergalekê dihewîne. Di nav sînorên wê pergalê de azadbûnê dide takekes. Post-modernîzm di îhlalkirin û derbaskirina sînorên xwe de gelekî hişkperest e. Lewma di nav cîhana mîmariya îroyîn  de jî  nêzîkbûneke ciyawaz, helwesteke nelirêyî, kesayetiyeke derrêzê û hewleke nûger nayên dîtin, qebûlkirin û hezimkirin. Dema ku tu ne li gorî pergala post-modernîzmê bî, tu ciyawaz, nelirê û derrêzî bî, post-modernîzm wekî ku tu tune yî tevdigere, tu lidervemayî yî, di fîlmê The Fountainhead (1949) yê King Vidor de em çîrokên lidervemayîna mîmarekî nelirê, derrêzê temaşe dikin, film nîşanî me dide ku êşa xwebûn, ciyawazbûn, nelirêbûnê û bedelê xwe-danqebûlkirinê çi qasî giran e.

Digel hemû hişkperestiya post-modernîzmê, di cîhana mîmariya îroyîn de dengên rengîn, nêzîkbûnên ciyawaz, helwestên nelirê, kesayetiyên derrêzê hene û di dawiya dawî de ew kes bi karên xwe, bi hunerên xwe, xwe bi post-modernîzmê û dinyayê didin qebûlkirin. Ji wan kesan yek jî mîmar Peter Zumthor e (1943), Peter Zumthor têra xwe ciyawaz, nelirê û derrêzê ye… ji Swîsreyê ye, li gund dijî, karên xwe, berhemên xwe li gund diafirîne.  Di mîmariya dinyaya îroyîn de ew bi tena serê xwe, li hemberî post-modernîzmê bûyê wekî ekolekê, reqîbekî, mîmariya wî ji gelek aliyan ve tê problematîzekirin.

Du taybetmendiyên sereke yên mîmartiya Peter Zumthor hene. Yek, dema ku wî avahiyek çêkir, ew avahî wekî ku ji mêj ve li xwezayê be, qethiyên divê ev avahî li xwezayê wekî pîne, kerixî, dinyanedîtî neyê xuyakirin. Ew armanc dike di navbera xweza û mîmariyê de yekîtiyek, ahengek û bitûniyekê çêke, di karên wî de em detayên pêkanîna vê armancê dibînin. Du jî, dema ku wî avahiyek, xaniyek an malek çêkir, divê her pencereyeke wê avahiyê li bergeheke xweştir û rengîntir vebe, her pencere dinyayeke ciyawaz û nû bibîne.

Bi otostopê ji Amedê derdiketim rê, heta Stenbolê çûm. Di navbera Meletî û Qeyseriyê de tirekê ez rahiştibûm. Şofêrê tirê jî ji Qeyseriyê bû, perspektîfa wî gelekî fireh bû, têra xwe dinyadîtî bû, wî dizanîbû ji jiyan û dinyayê keyf û zewqê bistîne, di nav sohbetê de ji min re digot; min gelek dixwast li dinyayê bigerim lê qet derfeta min tune bû, min ji xwe re got; divê ez karekî bikim ku bi wesîleya vî karî ez bikaribim li dinyayê bigerim. Ji ber wê ez bûm şofêrê tirê, bi xêra şofêrtiyê ez li hemû Ewropa, Asya, Rojhilata Navîn geriyam. Sebaret bi mîmariyê, ez ji wî hûrguliyeke harîqulade û cewherî fêr bûm. Wî zeviyek nekiriye çargoşe, tê de xaniyekî bêzewq lênekiriye, ji Holandayê plan û proje aniye, li gundê xwe ji xwe re xaniyekî bi tîpa holandayî çêkiriye. Digot; xaniyekî ku te çêkir, divê bi ti hawî tu tê de aciz nebî; sil, bêhedar, diltengî û bêhnteng nebî.

Ne tiştekî muezem e? Înşakirin û çêkirina xaniyekî, mekanekî, avahiyeke ne acizker û ne bêhntengker… Ev raman di înşakirin û çêkirina xaniyekî, avahiyekê û mekanekî de divê bibe prensîb. Divê li gorî wê prensîbê mekan û avahî bên çêkirin û înşakirin.

Bi raya min, Peter Zumthor jî tam bi vê prensîbê berhemên xwe diafirîne, xaniyan çêdike. Di berhemên wî yên mîmarî de acizî, bêhedarî, bêhiwîbûn û bêhntengbûn tune ne.

Heke xwîner pirs bikin û bibêjin ka Peter Zumthor û Sêrt çi eleqe û di nav wan de çi têkiliyek heye; ez nîşan bidim bê ka di navbera wan de çi têkiliyek, çi eleqeyek heye.

 

 

Berî demekê, min rêwitiyek bo bajarê me Sêrtê kir.  Sêrt ji du aliyan ve gelek li xweşa min çû, min jê hez kir.

Li Sêrtê hebûna çayxaneyên şîrîn û dilgerm gelek xwe dide xuyakirin. Hebûna çayxaneyan bajar zindî dikir. Bi çayxaneyan di bajêr de zindîbûn hebû, ne wekî bajarekî mirîbû. Yek, digel polîtîka û pratîkên tirkkirina Sêrtê yên bi riya dîn, Sêrt bajarekî kurd û kurdî bû, ruhê kurdewariyê xwe gelek dide hîskirin. Herçiqas ji sedî siyê Sêrtê ereb jî bin, li Sêrtê kurdî serdest bû, di sûkê de devokên Botî, Xerzî û Koçerî diketin nav hev, harmoniyek û ahengeke xweş xwe digihand guhê mirov, cil û bergên neteweyî yên kurd di jiyana rojane ya Sêrtê de zindî ne.

Du jî xweşikbûn û îhtîşama xweza, hişmeta hawirdor û heybeta cografyaya Sêrtê ez mest kirim. Wekî bajar Sêrt, wekî ku di nav îhtîşam û heybeta çiyayan de hatiye avakirin...

Têkiliya Peter Zumthor û Sêrtê xwe li vir dide dêr. Mirov dikare xaniyekî, avahiyekê li Sêrtê çêke, her pencereya wî xaniyî li îhtîşamek, hişmetek û heybetekê vebe; xaniyekî ku di tu hal û karî de tê de acizî, bêhntengî, bêhedarî tune be….

Ji hêla mîmarî û peyzajê ve Sêrt bajarekî çawalêhato bû, ji estetîkê gelekî dûr bû. Qet xaniyek, avahiyekî ku di xwe de zewqên berz dihewand bi ber çavê min neket.

Ji hêla mîmarî û peyzajê ve, Sêrt qet nikaribû heqê îhtîşam û heybeta xweza û cografyaya xwe bide.

Em hêvî bikin ku ev nivîs bibe wesîle ku şexsek, ferdek xaniyekî Peter Zumthorwarî li Sêrtê çêke. Bi hêviya ku Sêrt bi temamî bibe bajarekî Zumthorwarî!...

*Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.

Theodor Herzl Îro Kurd Bûya

 


Di nav dîroka cihûyan de giringî û ciyawaziya Theodor Herzl çi ye?

Wekî çend detayan dîroka cihûyan a berî sala 1880 dizanim. Lê piştî wê salê, dîroka cihûyan, rewşa wan a sosyopolîtîk ez bi awayekî firehtir dizanim. Di demên dawî de min li ser dîroka nêz a cihûyan çend kitêb xwendin: Dewleta Cihûyan (2021) ya Thehodor Herzl, Meseleyeke Giring (2022) a Eliezer Ben-Yehuda, Jiyana Min a Golda Meir,  Kudüs… Ey Kudüs (2018) a  Larry Collins û Dominique Lapierre.

Mirov dikare dîroka cihûyan bike sê qonaxên sereke; pêş-sirgûnê; derxistina cihûyan ji Fîlîstînê û belavbûn wan a li çar aliyên dinyayê, paş-sirgûnê û avakirina dewleta Îsraîlê. Qonaxa paş-sirgûnê jî di nav xwe de ji çend qonaxan pêk tê; wekî di sirgûnê de berî îslamê, dema îslamê, serdama navîn, serdema modernîzmê… Şoreşa Fransizan ji gelek aliyan ve rêveçûna dinyayê, neteweyan, însanan, civakan, kulturan û gelek diyardeyên din serobin kirin û guherandin. Ji wan diyardeyan yek jî rewşa sosyolojîk û konjuktorî ya cihûyan li Ewropayê bû; berî Şoreşa Fransizan, cihû li Ewropayê di gettoyan de dijiyan, têkiliya wan bi bajêr re, ketina wan a nav civakê bi destûrên hezar zehmetî çêdibûn. Şoreşa Fransizan, cihû ji girtîgehên gettoyan derdixistin û daxilî jiyana bajarên Ewropa dikirin. Lê vê diyardeyê jî bi xwe re gelek problem û krizên nû anîne.  

Di wan deman de dema mirov digot cihû; du tişt wekî hêma dihatin hişê mirov; yek, tîcaret ango zengînî, du jî, mirovên serkeftî, deha û gewre yên wekî entelektuel,ekonomîst, mihendis, mîmar, hunermend, zanyar… Sedem ev e ku li Ewropayê ji bilî bazirganî û entelektueliyê nehiştin ku cihû karên din bikin. Ku tu dixwest xwe bi ewropiyan bidî qebûlkirin, diviya an tu bibî deha, entelektuelekî gewre an jî bibî dewlemendekî mezin. Hem ji ber serketin û hêzbûna madî hem jî ji ber serketina entelektueliya cihûyan li dijî wan li Ewropayayê diyardeya antî-semîtîzmê derket holê. Di dawiya dawî de antî-semîtîzm bû sedema Holokostê; jenosîda cihûyan…  

Ji piştî salên 1850î ve di nav xwende, nivîskar, rewşenbîr, entelektuelên cihûyan de li ser meseleya cihûyan, wekî şewbê berbelavbûn û harbûna antî-semîtîzmê, li ser rewşa wan a sosyopolîtîk, dahatûya wan  nîqaşên cure bi cure çêdibin. Di wan nîqaşan de du alî hene, aliyê cihûyên sosyalîst, komunîst, antî-siyonîst, li aliyê din jî cihûyên siyonîst hene. Cihûyên sosyalîst dibêjin sosyalîzm çareserî ye û dê me azad bike, cihûyên sosyalîst dişibin kurdên ku îro demokratîkbûna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê diparêzin lê cihûyên siyonîst azadiya xwe di sosyalîzmê de nabînin, lê nikarin çareseriyeke misoger, daîmî jî pêşkeş bikin. Ciyawazî, curetkariya Theodor Herzl ji vir derdikeve holê, Herzl dibêje divê cihû bibin xwedî dewletekê, hekena tu çareseriya din nabe çareseriyeke daîmî û misoger.

Jixwe xeyala du hezar salî ya cihûyan hebû ku welatê ku du hezar sal berê jê hatine sirgûnkirin, careke din lê vegerin. Ev di nav cihûyan de wekî xeyaleke nemumkin, bêîmkan û razber bû, kesî ji pêkhatina wê xeyalê bawer nedikir, ne xeyaleke geşbîn bû. Curetkarî û ciyawaziya Herzl ev e ku ew xeyal şênber û geşbîn kir, pêkhatina wê xeyalê wekî çareseriyeke daîmî û misoger pêşkeş kir. Çareseriyeke ku ji bo her kesî bêîmkan, nemumkin e, wekî mûcîzeyê ye lê Herzl wê çareseriyê pêşkêş dike. Di nav xwende û rewşenbîrên cihûyan de yekane deng Herzl e ku dibêje ku divê cihû bibin xwedî dewletek. Yek, em bi pereyên dewlemendên cihûyan ji xwe re axekê bikirrin, bikin dewleta xwe, mînaka Arjantînê di rojevê de ye, du jî kirrîna axa Fîlîstînê lê ew çend qat zêdetir bêîmkan tê.

Ew çareseriya xwe wekî kitêbekê bi navê Dewleta Cihûyan diweşîne. Ev xebat ji hêla Fexriya Adsay ve li kurmancî hat wergerandin û ji weşanên Avestayê hat weşandin.

 

Herzl ji ber wê çareseriya xwe di nav cihûyan de wekî dîn û xurifî, şîzofren, wekî ku aqilê xwe wenda kiriye tê dîtin. Hema hema kesek baweriya xwe bi Herzl nayîne. Ji wî re dibêjin dev ji wan tiştan berde. Lê Herzl di armanca xwe de ew qasî geşbîn e ku qet guh nade kesî û bi ya xwe dike. Geşbînî; berî ku tu dest bi karekî bikî, ji xwe bawer dikî ku tu yê bi ser bikevî.

Di wan rojan de min Günlükler (Rojnivîsk), 1. Cîlt (2023) a Theodor Herzl xwend. Di Günlüklerê de tenê du tişt hene. Yek, temam em cihû bibin xwedî dewletek, çareseriya daîmî ev e lê divê dewletek çawa be, Herzl ji her aliyî ve hûr û kûr difikire, hewl dide bersiva wê pirsê wekî projeyeke bêxeta, planeke rêk û pêk şênber bike.  Du jî ji bo realîzekirina wê çareseriyê, Herzl hewl dide ku wê çareseriyê înşa bike û pêk bîne, bike rastî. Ji ber wê jî ew bi her cureyî networkan çêdike. Herzl tê paytexta Osmaniyan Stenbolê, dixwaze bi Siltanê Osmanî re hevdîtinê pêk bîne. Ji bo kirrîna xaka Fîlîstînê Siltanî îqna bike û pere bide Osmaniyan, bi pere Fîlîstînê ji Osmaniyan bikire lê li vir cîlda yekem a pirtûkê diqede.

Di eslê xwe de Günlükler 1. Cilt nîşanî me didin ku kitêba Dewleta Cihûyan di nav şert û mercên çawa de derketiye.

Gelek avantajên me kurdan ji cihûyan hene. Cihûyan ji tunebûnê hebûna welatekî û dewletekê, zimanekî afirand. Bo nimûne; çola Necef kirin deşteke avî. Ya me welat û ziman heye em li ser wî dijîn lê dewlet tune ye. Em di welatê xwe de bêwelat in, ew jî tam tê wateya bêdewletbûnê. Dezavantaja me ji cihûyan ev e ku aqilekî me yê mihendisî, înşaker, çareserker û bajarî tune ye ku em pê xwe bikin dewlet, di cihûyan de aqilekî mihendisî, înşaker, çareserker û bajarî hebû ku ji tunebûnê ji xwe re welatek û dewletek çêkirin. Cihû ji ber sirgûnê, li Ewropayê têra xwe bibûn bajarî em nebûn bajarî, îro jî em hej nebûne.

Îro Theodor Herzl sî û pênc salî bûya, li parçeyekî welatê me bijiya dê çi bikira? Bi rastî îro Herzl kurd bûya dê çi bikira, ji bo çi tê bikoşiya? Çareseriya wî dê çi bûya? Çi plan û proje dê pêşkêş bikirina? Rêyeke çawa dê li ber xwe daniya? Niha ji ku ve û ji çi dê dest bi xebatê bikira?  Li hemberî siyaseta me nêzîkbûn û tevgerên wî dê çi bûna? Wî dê îro xwe neçare, têkçûyî û di korerêyekê de hîs bikira? Dê çi qas geşbîn bûya? 

Yek, Herzl bibûya dê wekî çend kitêban bersiva pirsa “em dewleteke çawa dixwazin” bidîta. Bi rastî jî heta niha çima kesî li ser wê pirsê xebatek nekiriye. Mînak ji aliyê hiqûqê ve, me ji bo kurdan makezagonek amade nekiriye. Du, Herzl kurd bûya gelo dê bibûya entelektuel, nivîskar kitabên analîzî û tehlîlî yên psîkolojîk, sosyolojîk, dîrokî û siyasî binivîsandina. Sê jî wekî siyonîzmê dê li ser Kurdistanîbûnê bibûya îdeologek û îdeolojiyek dameziranda?

Theodor Herzl,îro kurd bûya çi bikirina!??

 

*Günlükler 1. Cild, Theodor Herzl(çev:Ali Fahri Doğan), Runik Kitap, 2023.

*Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.

Kurdîya Zazakî Bi Şeş Romanên Nû Rekorek Bi Dest Xist




 

Romana yekemîn a Kurdîya Kurmancî di sala 1935an de Erebê Şemo nivîsiye: Şivanê Kurmanca. Romana pêşî ya Kurdîya Soranî di sala 1959an bi destê Rehîm Qazî hatiye nivîsîn: Pêşmerge. Û romana ewil a Kurdîya Zazakî di sala 2000î de Deniz Gunduz  weşand: Kilama Pepûgî. A rast li ser edebîyata Kurdîya Goranî û Kelhorî tu zanîna min tune ye. Ji ber wê derheqê romanên pêşî yên bi wan zaravayan de nikarim tiştekî bêjim. Li Bakur bêîstîsna li ser edebîyata Kurdîya Goranî û Kelhorî ya modern hema hema tu kes tu tiştî nizane. Ji ber wê em dixwazin di Kurdşopê de, li ser edebîyata Kurdî ya Goranî û Kelhorî gotar û nivîs bên weşandin da ku haya me jê çêbe. Çawa ku em edebîyata Kurdîya Goranî û Kelhorî nizanin, ew jî edebîyata Kurdîya Zazakî, ya Kurmancî nizanin herhal. Divê em kurd edebîyat, sînema, muzîk û qadên xwe yên din bi hev bidin nasîn. Ku ez ne xelet bim, armanca sereke ya Kurdşopê jî heman xem e. Armanca sereke ya vê nivîsa min jî ew e ku bi kurtasî jî be, romannûsîya Kurdîya Zazakî ya herî nû bi Rojhilatî û Başûrîyan bide nasîn.

Zaza xwe wek kird, kirmanc, dimilî; zimanê xwe jî wek Kirdî-Kirdkî, Kirmanckî, Dimilkî pênase dikin.

Li gorî Bîblîyografyaya Kirmanckî (Zazakî) ya Mutlu Canî heta sala 2017 bi tevahî yanzdeh roman bi Kurdîya Zazakî hatine weşandin. Di navbera 2017 û 2022 de -bi qasî ku ez zanim- pênc an jî şeş roman hatine weşandin, bi Zazakî bi tevahî bîst roman tune ne.

Lê di sala 2023yan de, digel ku sal hêj neqedîyaye, heta îro şeş roman bi Kurdîya Zazakî hatin weşandin. Heya îro cara yekem e ku di salekê de şeş roman bi Kurdîya Zazakî dertên. Ev dîyarde di dîrokê de ji bo edebîyata Kurdîya Zazakî rekorek e.

Di vê nivîsê de ez dixwazim wan şeş romanan bidim nasîn:

 

1.Demserrê Vîrî (Demsala Bîrê), Newzad Valêrî, Avesta.

Newzad Valêrî (1975, Çewlig), helbestkar, wêrger û nivîskar e. Hata niha  du kitabên wî yên helbestê hatin weşandin.  Kîtabeke Sohrab Sepehrî ji Farisî wergerandîya ser Kurdîya Zazakî. Çîrokên gelêrî yên Çewligê berhev kirin û wek kîtab çap kirin. Di mijarên cur bi cur de nivîs û gotarên wî hatin weşandin. Demserê Vîrî, romana wî ya pêşîn e.

Mekanên vê romanê Çewlîg, Dara Hênê, Amed, Stenbol, Berlîn û Hamburg in. Roman li ser têkîlîya pîredayika nêzîkî sed sal emir kirî û nevîyê wê Mirad ava bûye. Di romanê de sûretên guhertinên nifşan hene.

 

2.Vindîbîyayiş (Wendabûn), Serwet Akkaş, Roşna.

Ka kerem kin lê binêrin: Li Erdaxanê tene gundekî zazayan heye. Ji wî gundî romannûsek radibe. Ma ev tiştekî super nîn e? Xwezî ji her gundê me ne tenê nivîskarek; çar-pênc nivîskar rabûbûna.  Çar-pênc nivîskar! Xwezî çîroka 'Êş'ê ya Hesenê Metê bibûya rastî...

Yekane romanûsê me yê Erdexanî Serwet Akkaş (1980) e. Romana wî ya pêşîn “Heyf” di sala 2017 de hat weşandin.  Vîndîbîyayiş romana wî ya duyem e.

Di Vîndîbîyayişê de bi karakterên wekî bav, kur û nevî têkîlîya nifşan tê problematizekirin. Di dawîyê de em tunebûn û wendabûna nifşekî dibînîn. Ew bes wendabûn û tunebûna wî nifşê malbetekê bi tenê nîn e. Na! Na! Wendabûna parçeyekî neteweyekê ye.

 

3.Astorê Terqnayeyî (Hespên Silikandî), Maaruf Ataoğlu&Hüseyin Turhallı, Roşna.

Pêvajoya nivîsîn û weşandina vê romanê gelekî balkêş e. Li gorî malûmatên ku Roşan Lezgîn di bloga xwe de belav kirine Maaruf Ataoğlu, qala serpêhatîyên kalê xwe, meta xwe û dapira xwe  yên piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd dike. Neviyê wî Hüseyin Turhallı jî wan serpêhatiyan qeyd dike. Paşê jî bi tirkî wek roman dinivîse. Ji bo weşandinê wê romanê ji Roşan Lezgîn re dişîne, ew  jî romanê  werdigirîne ser Kurdîya Zazakî û bi wî hawî diweşîne. Astorê Terqnayeyî romaneke bîyografîk û dokumentarî ye. Tê de tevî serpêhatî û jîyana sê kesan sosyopsikolojiya piştî têkçûna serhildanê heye.

 

4.Hêvîya Seseron Rocobîyn (Hêvîya Sed Salan Roja Din) Hacî Ozkal, J&J.

Hacî Ozkal (1957, Pîran-Amed) nivîskar, zimanzan, ferhengsaz û berhevkarê folklorê ye. Hêvî Seseron Rocobîyn, romana wî ya yekem e. Di vê romanê de nivîskar hewlê dide çar nifşan fahm bike: Nifşa kalên wî, ya bavê wî,  ya wî û ya zarokên wî.

 

5.Gaban de Ju Çê Xawaçur (Di Gêlî De Xanîyek Xawaçur) Hüseyin Ayrılmaz, Dam.

Hüseyin Ayrılmaz ji Dêrsim e. Gaban De Ju Çê Xawaçur romana wî ya pêşî ye. Xawaçur, li Dêrsimê navê gêlîyekî ye. Di wî gêlîyî de xanîyekî bi tena serê xwe hebûye. Ew xanî ji bo nivîsandina vê romanê ji nivîskar re bûye çirûsk. Berî kolonyalîzm û jenosîda Dêrsimê  jîyana rojane, têkîlîyên civakî, têkîlîya însanan bi xweza, hawirdor û heywanan ve, bawerî, ruh, kultur, civak, coxrafya, xweza çawa bûn? Nivîskar bi vê romanê  hewlê dide ku vê pirsa giran û kûr bibersivîne.

 

6.Lorika Domanu (Lorika Zarokan), Şahin Çiçek, Fam.

Ev roman romaneke dîrokî ye. Di fokusa romanê de jenosîda Dêrsimê heye. Di romanê de xwîner bi çavên sê zarokan wehşeta qirkirinê û hewla ji bo jîyanê dibînîn.

 

Meriv bi kurtasî dikare bêje di van şeş romanan de hêmaya sereke rabirdû ye. Hewla fehmkirina determînîzm û dîyakletîka rabirdûyê, analîz û muhesebekirina wê…

*Ev nivîs berî di malpera kurdshopê de hatibû weşandin.

Pêşaneya Govenda Rengan a Abdulmutalep Gardî

 


                                   

Konser, panel, gotûbêj, sempozyum, şano, sinema na; li Amedê  herî zêdê çûyîn û gera pêşaneyên hunerî min kêfxweş û dilxweş dike. Li Amedê çend dezge, mekan hene ku pêşaneyên hunerên modern û hevçerx li dar dixin. Li gorî çalakbûnê Rıdvan Kuday Galerî, A4 Sanat Atolyesi,Merkezkaç Kolektif Mekan, Qesra Zervezan û Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê yên sereke ne.

Min gelek ji dil dixwest ku li Amedê biçim pêşaneya hunermendekî/ê yan jî hunermendên ji parçeyên din ên welat. Lê heta niha ez li vî bajarî qe rastî pêşaneyên hunermendên Rojhilatî, Başûrî yan jî Rojhavayî nehatim. Min nûçeyek dît; hunermendekî Hewlêrî li Amede pêşaneya resman vekiriye. Çawa ye sazîyeke, dezgeyekî me yê hunerî çêbe, bi dewamdarî pêşaneyên hunermendên perçeyên din ên welat li Amedê veke?

Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê di navbera 04-08 Cothemê de, hêştemîn pêşaneya Abdulmutaleb Gardî (bi telafuza Bakuriyan "Evdilmutalîb Gerdî") çêbû.

Abdulmutaleb Gardî di tabloyan de fokusa xwe daye ser êşên jinan. Wek fokus di her tabloyê de suretek, halekî din ê êşên jinan nîşan dide. Di tabloyên wî de alîyekî din heye ku ji fokusê zêdetir xwe dide pêş: Ahenga rengan. Ji ahenga rengan jî wêdetir, ez dixwazim wek 'govenda rengan' pênase bikim.

Di govend û ahengê de cîyawazîyên mezin hene. Ferqa aheng û govendê  ev e: Di govendê de aheng heye lê di ahengê de govend tune ye. Aheng, taybetmendîyeke sereke ya govendê ye. Di govendê de her kes bi ciyawazîya xwe hazir e, kes ne mecbûr e heman îdeolojîyê biparêze, bawerîyê bi heman dînî bîne, ji heman tiştan hez bike. Lê di nav van cudatîyan de kontrastek çêdibe. Ev jî bi ahengê pêk tê. Ji ber wê tenê pênasekirin an jî navlêkirina ahenga rengan ji gelek alîyan ve kêm e.

Di govendê de gelek alîyên tiştên dij/zid/cîyawaz hene. Di govendê de hereket, enerjî, rîtm, kêfxweşî, dilşadî, bextewarî, coş, şahî, xwe şuştina ji hestên wekî êş, keder, derd, kul, xem, keser, tirs, fikar û endîşeyê hene. Lewma govend katarsîs e, kovanrevînî ye. Di tabloyên Abdulmutalep Gardî de bi tevahî ev tişt heye.

Di tabloyên wî de rengan govend digerand; govenda rengên dij/zid. Sermestbûn û serxweşbûn xwe gihandina zewqê ye. Govenda rengên wî ez sermest kirim, şûştin û paqijîyek di hiş û ruhê min de çêkir.

Di tabloyên wî de nakokîyek jî hebû. Di govenda rengan de jin bi êş, bi xem, bi kul, bi keser, bi fikar,  xembar û melankolîk bûn. Dibe ku mamosta Abdulmutalep vê nakokîyê wisa îzah bike: Jin biêşe jî jîyan rengîn e.

Gelo di govenda rengan de  halên şadî û bextewarîya jinan hebûna; jinên şa, dilxweş, bicoş, bikêf, şox û şeng bihatana çêkirin wê gavê tablo dê çawa bibûna? Gelo asta hunera tabloyan wê geş û berz bibûya yan nizm û qels? Çima em her tim jinê û êşê tînîn cem hev? Nebe ku em ji jinên şad û bextewar, şox û şeng ditirsin? Divê di hunerê de ev hêmaya jinan bê guherandin.

 

Ji bo min krîtereke resmên berz û geş heye: Divê meriv ji nêrîna tabloyê têr nebe, bi seatan lê binêre. Heta ji dil, ruh, çavan bê ferz e meriv lê temaşe bike. Carna ez diçim pêşaneyekê, di panzdeh deqîqeyan de xilas dikim û dertêm; lê carna jî tablo nahêlin ez ji pêşangehê derkevim, ew xwe didin temaşekirin. Di pêşaneya Abdulmutalep Gardî de jî ev hebû. Çend tabloyên wî hebûn ku ez ji nêrîna wan têr nebûm, niha ez bêrîya wan dikim.

Bi min resm reng e. Resam jî pispor, zana, ustadê rengan e.  Resam hunermendê rengzan e, ruhê wan, psîkolojîya wan, ahenga wan dizane. Resam dikare rengên ku herî zêde li dij hev in, dijminên hev in li hev bîne, wan têxe govendê.  Rengzanîya her resamî/ê ne wekî hev e, cîyawazî, gewrebûn û berzbûna wan bi qasî rengzanîya wan e. Ne tenê resam, ji bo modanas, dîzaynkar, sêwirîner, peyzajkar, dekorator, mîmar û fotografgiran jî wisa ye… Di resmê de çêkirina ahenga rengan jixwe zehmet e, jê re hostatî divê; lê çêkirina govenda rengan hêj zehmettir e. Jê re pisporbûn û ruhê hunerî pêwîst e.  Abdulmutalep Gardî di resamê de xwe gihandîye wê gewrebûnê.

Berî em têkevin bajaran, di gundan de û li koçerîyê jiyana me kurdan, kultura me ya kinc, xalîçe, û lihêfan gelekî rengîn bû.  Di kultura me ya dîtbarî de govenda rengan hebû. Mînak lixwekirina Botan û Hekarîyan. Lê îro li Cizîrê, li Culemêrgê ew govenda rengan nemaye. Di sala 2016an de min li Hewremanê govenda me ya rengan bi çavên xwe dît.  Lê di bajaran de cil û bergên me bi piranî reş û absurd in. Govenda me ya lixwekirine dibe govenda absurdan.

Niha tabloyên Abdulmutalep Gardî yên mayî meraq dikim û dipirsim: Gelo huner dê tiştê ku me li bajaran wenda kir dîsa bide me?

 *Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû parvekirinê.

Di Filma Tercûma ya Omer Faruk Baran de Ferqa 0 û 1ê

 


                           

Wek dikotomi ji hêlek sifir,  tunebûn, hîçbûn, mirin û ji hêla din yek,hebûn, jîyan heye. Lê di navbera 0 û 1ê, tunebûn û hebûn, mirin û jîyan de ferqek heye. Çi tunebûn be çi jî hebûn, çi mirin be çi jî jiyan, çi 0  be çi jî 1, di dikotomi de her dû alî jî  hebûna xwe deyndarê vê ferqê ne, ew ferq dibe sedem ku mirin û jiyan, tunebûn û hebûn  bê afirandin  û çê bibin. Dibê ku Xweda jî ne sifir be ne jî yek, ev ferq bi xwe Xweda bibe.

Çi bi kurdî  be çi jî bi zimanên din ê cîhanê gelo  ji bo pênasekirin û beramberiya vê ferq peyvek, têgehek taybetî heye? Gelo di ware felsefe û teolojî de di dîrokê de li ser vê ferqê qe xebat çêbûnê û literaturek peyda bûye?

Ev ferq çi û çawa ye? Di ferqa O û 1,tunebûn û hebûn, jîyan û mirinê de çi diqewimin, dinyayek, ontolojiyek, çawa heye? Em dikarin vê ferqê bipîvîn? Ev ferq dibê ku ji atomê biçuktir, ji salîseyek kurttir lê  ji qainat mezintir  û bêdawî be.

Qiymetê salîseyek, sanîyeyek û  giringîya deqayek çi ye? Carna ne deqayek, ne sanîyeyek,  salîseyek an jî çend salîse  dibin sedem e ku mirov ji mirinê, ji bobelatek mezin bifilite. Carna jî di maçek futbolî de em dibînîn ku tîmek di sanîyeyên dawî de têk diçe, tîma din  bi wan sanîyeyan serdikeve.  Di ferqa 0 û 1, mirin û jîyan, têkçûn û serketinê  de carna salîseyek, sanîyeyek, deqayek dibe dîyarker û tayînker.

Mirov dikare di salîseyek  û deqeyek de çi tiştan bike û çi jîyînan biharteyê deqeyek bike?  Sinema dikare di deqeyek çi nişanê bide?

Di filma Tercûmeyê(2022) Omer Faruk Baran tene  deqayek e. Gelo Omer Faruk Baran çi bihartiye deqayek  û di şêşt sanîyeyan de çi nîşanê me dide?

Di  fokusê Tercûmeyê de ferqa 0 û 1ê, ferqa mirin û jiyan heye û hewl dide ku wê ferqê nîşan bide. Her çiqas di fokusê filmê de ferqa 0 û 1ê hebe jî  derhêner di nav deqayek de  ji hêlek ve sifirbûn, tunebûn, mirin ji hêla din ve jî yekbûn, hebûn, jîyan nişanê me dide. Em bi temamî, fenomena jiyanê,hebûnê û  mirinê, tunebûnê û ferqa wan di filmê de dibînîn.

Di Tercûmeyê de di ferqa jiyan û mirinê, 0 û 1ê  de em giringî, dîyarkerî û tayînkerîya salîse û sanîyeyan dibînîn.  

Mijare filmê ev e ku di dema giragira şera Kobanî de grubek doxtor li gel tercumanek hewl didin ku bi qaçaxî sînorê  derbaz bikin û xwe bigihînîn Kobanî. Di derbazkirina sînorê de em deqayek vê komê temaşe dikin. Bi qaçaxî derbazkirina sînor;  têketina nav sînorên ferqa 0 û 1ê, mirin û jiyan, tunebûn û hebûnê; ji aliyek mirinê heye aliyek din jî jiyan, dibe ku salîseyek bibe sedem ku ji mirinê bifilitî an jî  ji ber sanîyeyêk ber bi mirinê û tunebûnê biçî…

Di filmê de ji komê kesek dipirse çiqas wext mayê ku em ji sînorê derbaz bikin? Tercûman jî  dibêje “qasî emelîyatek wext maye.” Wek derbazkirina sînor bi qaçaxî, mirov herî zêde jî di emeliyatan de dikeve nav sînorên ferqa 0 û 1ê,  ferqa mirin û jîyanê. Bi vê dîyologê piçûk, ferqa 0 û 1ê, ferqa tunebûn û hebûnê bi xofane nîşan dide û dide hîskirinê.

Kolberên kurd ku ne di navbera jiyan û mirinê de  di ferqa mirin û jiyanê de dijîn. Rahim Zabihi belgefilmaya xwe bi nava Holy Bread(Nanê Pîroz,2020) de bi nerehetkerîyeka mezin rewşa kolberên kurd nîşan dide.

 

Wek mijar û fokus di piranîya berhem û metnên edebî, hunerî de jiyan, hebun û mirin, tunebûn heye lêbêle di  pir hindik berhemên hunerî, edebî,sinemayî de wek mijar, fokus, problematika ferqa 0 û 1, ferqa tunebûn û hebûn heye,  ji wan  hindik filman yek jî filma Tercûme ye, cîyawazîya wî ya sereke li vir xwe dide dêr.

Serkeftina derhêner ev e ku  yek, wî karîye her salîse û sanîyeyên bêdawîyê komê ji kûr ve bide temaşeker hîskirin, du, bibandora serobinker, kartêker ferqa 0 û 1ê, ferqa mirin û jîyan, ferqa tunebûn û hebûnê  di şêşt sanîyeyan de dide hiskirin û jîyîn.

 *Ev nivîs pêşî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.

Di Sînemaya Kurdî de Mîladbûna Fîlma Cîran a Mano Xelîl

 


Mîlad, hemû rabirdû dide alîyek, destpêk nû ye, nayê  wateyê veqetandina ji rabirdûye, rabirdû wek hebûna xwe heye, destpêkek radîkal dest pê dike, tu tişt nabe wek berî.  Di determîzmê, dîyakletîzm de mîlad tê wateye; guhertinek radîkal û jikokê ye ku ne li bendê bûn ku biqewime.

Fîlma Cîran(Neighbors,2021) Mano Xelîl, di sînemaya kurdî mîladek e.  Fîlma Cîran, ji bo sînemaya kurdî destpêk nû ye. Rêveçûna sînemaya kurdî diguhere. Di sînemaya kurdî de tu tişt ne wek berî bibe…

Li paşî temaşekirina Cîranê, ji ber mîladbûna wê ez gelek bi heycan, şên û enerjîk bûm û kêfa min geş û motîvasyona min berz kir. Di jîyan de dema ku  ez rastî berhemên biqalite û raser, berzê bi kurdîyê tê ev halîyetê ruhî di min de çêdibe.

Çima fîlma Cîran ji bo sînemaya kurdî mîlad e?? Çima û çawa fîlma Cîran rêveçûna sînemaya kurdî guherandîye?

Di fîlmê de her nîşane û her hêma, her detay bi xwe, mijarek nivîsek e. Di vê nîvîsê de ez têne hinek alîyên mîladbûna Cîranê nîşan bidim.

1.Ranciere dibêje “Huner divê  ne ten teqlidê realîte be, divê realîteye biguherîne jî” Jixwe dema ku hunermendek bikare realîteyê biguherîne, raserî û gewrebûna wî/wê di wê demê de derdikeve holê.   Mano Xelîl jî tam xwe gihandîye vê raserî ye.  Bê ku ew bikeve dehfike îdealîzekirinê û romantîzekirine, îdeolojîzekirinê û firoştina xeyal û hêvîyan. Di Cîranê de Mano Xelîl gelek alîyan ve  rastîye, realîteyê diguherîne. Ew  aqilek rasyonalîst, pragmatîst û fikîrîna bi fokusa çareserker pêşkeş me dike.

2. Çima kîn û hêrsa kole, bindest, kolonkirî li hembere efendî,serdest, kolonyalîst tune ye? Bêhersbûn ne kolebûyîn û ne bindestbûyîn ne kolonîkirîbûyîn e, bimankurtbuyîn e.  Koleyên bê kin û bê hes ne mumkin e ku xwe azad bike. Romantîzm û hûmanîzm ne karê bindestan û kolonkirîyan e.  Hesta kîn nade jibîrkirinê, bîra mirov her zindî digire, nefret ji raste rast dixwaze  hebuna muxatabê xwe tune bike, nefret dibe faşîzmê. Mînak  kolonyalîst bi nefreta xwe dixwazin me tune bikin.  Hêrsa mirov jî  her tim di nav hewildayina lêgêrîna qesasgirtine ye.Kîna ku xwe negihîne wergirtina tola xwe, di dawîya dawî de subjeye xwe tune bike, tene jibîrnekirin,  subjeya xwe difetisîne. Mirovên bê hêrsbûn  bi melankolî ra  tê jehrkirin. Melankolî bêhereketbûn e, têralî ye.  Hêrs û tolwergirtin ji subjeya xwe ra mesulîyet û bar tîne.  Bêhêrsbûn û wernegirtina tolê têkçûna hataûhateye.

Di edebîyat, sînemaya kurdî de hêrs û tohildêrî gelek qels  e. Li gor sinema û edebîyata me di muzîka me de zêdetir hêrs û tolhilderî heye. Gelo we qe rastî berhemek sînema û edebîyata me  hatin ku hêrsdarî û tolhilderî vedijîne.  Mînak Salnameya  Kawa Nemir tê bîra min,  di wî berhema wî ya  de nîşaneyên hêrs û tolgirtin hene.  

Di Cîrane de hewla vejandina  hêrs û tolgirtin heye, gelek tolgirtinê problematîze dike.  Di fîlmê de gelek nîşaneye vê yekê hene. Mînak Şêro yê şeş salî dixwaze bi qirme biçe tola dayika xwe bistîne, ya zarokan li hemberê mamoste xwe, Aram ku digot, ez ji wetenê xwe ra leşkerî dikim û bîryara wî ya çûyîna ber bi çîyayan… Di fîlmê de di nava zarok û mezinan  de di peywenda tolgirtinê de qrîzek heye. Şêro bavê xwe suçdar dike ku çima naçe tola dayika wî nagire.

Di fîlmên Mehmet Alî Konar Govenda Elî û Zîn, Hewno Bêreng de jî  em zarokek hêrsdar, qesasgîr dibînîn.

 

3.  Çi di edebîyata tirkan de çi jî  sînemaya tirkan de îmaj û  temsîla kurdan ji her alî ve xirap, negatîf e, wek gundî, cahil, nezan,bêaqil, ehmeq, paşvemayî, nemodern.. Ew her hewl didin vê îmaj û temsîlê  ji nû ve biafirînîn. Ji alîya din di sînema û edebîyata tirkan de wek subje em îmajek, temsîlek kurdek nabînîn. Hemû îmaj û îmge, temselî me di sînema û edebîyata wan de wek obje ye.  Îhtîmal mezin wek ya  tirkan di sînema û edebîyata wan de jî bi vî rengî îmajek û temsîlek kurdan heye. Ev bi sînema û edebîyata xwe her hewl didin ke em nebin subje û takekes.

Di Fîlma Cîran de derheq û hemû îmge û  temsîlên wan serobin dike, xera dike. Di Cîrana de em kurd di bindestîya xwe de jî  wek subje û takekes in.   Mano Xelîl, subjebûn û takekesbûnê kurdan afirandîye.

4. Di hejmarek kovara Psycholojiya Kurdî de li ser mêvanperwerîya bindestan  min nivîsek berfireh nivîsîbû. Çi sedem li pey mêvanperwerîye bindestan de hene, min derxistibû holê. Min mêvanperwerîya bindestan wek ehmeqane û jixwebîyanîbûn, xwenezanîn pênase kiribû. “Kurd gelek mêvanperwer în” Her dixwazin bi vê dîskorê mêvanperwerîya me ya ehmeqane û jixwebîyanîbûnê ji nû ve biafîrînîn. Mînak mamosteyek tê gundek me, armac dike ku hebûna me, rûhê me tune bike lê wek mêvanperwer li ber wî tevdigerîn, ma gelo ew ne ehmeqtî, jixwebîyanîbûn û xwenezanîn e?

Di sînemaya kurdî yekem cara ku fîlmek, Fîlma Cîran, ew mêvanperwerîya me ya ehmeqane û jixwebîyanîbûnê, xwenezanîn dişikîne. Tene vê mêvanperwerîya naşike, îmaj û temsîla gundîya, têkilîya zan û nezan serobin dike.

 Di Cîranê de mamosteyek tê gund, li hemberê mamoste jixwe  qe hewlek mêvanperwerîya gundîyek nabînîn, em bi mamoste ra qe danûstendinek gundîyek jî nabînîn. Herkes bi mamoste ra gelek bimesafe ye. Kesek li hembere mamoste nê mêvanperwer e, îlgî û eleqe nîşan nade.Li hemberê  mamoste gundî îtraz kar in, em gundîyên cahîl nabînîn. Gundîyên ji mamoste zêdetir zana û hayîdarê normên gêrdûnî ne. Gundîyên wek subje û takekes dibînîn.  Cîran îmaj û temsîla gundîyên kurd şikandîye, temsîlek û îmajek nû afiriandîye. Divê sînemaye me jî vê îmaj û temsîlê geştir bike.  Piştî vê fîlmê edî nikare gundîyên me li gor îmaj û temsîla sînemaya tirkan biafirînîn. Di fîlmê de ji encama perwerdeya hov ên mamosta, zarok jî li ber hovbûn diçîn. Bi navê Hamo gundîyek, perwerdeyê mamoste çawa encamek hov derxistîye, nîşane mamoste dide. Ma qey mumkin e ku em di sinemaya kurdî ya bakurî de vê yekê bibînîn.  

5. Yek jî alîya gelek girîng e fîlma Cîran, dîyardeya zarok e. Herî zêde jî  divê  em di vê  peywenda de em li ser fîlmê kûr bibin.  Fîlma Cîran di nav civak û kulturê me de  ji bo zarokê kurd guhertinek mezin çê dike; qod,îmaj, temsîla zarokê kurd dişikîne û serobîn dike û wek şoreş e.  

Civaka me ji her hêle ve nahêle ku ego zarok çêbibe, zarok bibe takekes. Di fîlmê de em vejandina takekesbûn û geşbûna egoya  zarokê kurd temaşe dikin, zarok, ji hêla mezinan nayên çewîsandin, ezîkkirin, rebenîkirin, egoya zarokan ji hêla mezinan nayê perçekirin û  qe mezin e ku tune ye ku  ji zarokek ra bibêje “tu zarok î, hiş be” asteng bibe ku zarok nebe takekes.  

Di fîlmê de zarokê kurd  xwedî kesayetîya azad, jîr, biaqil, jixwebawer, ne obje subje ne, tolhildêr in.  Zarok wek hebûn ji kurdbûna xwe hez dikin. Ji kurdan xwe razî ne, serbilind în.Zarok ji mezinan hesap dipirsin ku “ew çima ewqas tirsonek û ezîk în”  Dema ku ev zarok mezin bûn wek mezinên xwe nebin ezîk, tirsonek, teres, reben, divê sînemaya kurdî  çi bike?

Di fîlmê de zarokê kurd bi jîrbûna xwe henekê xwe bi dagirkeran dikin, wan têk dibirin. Hem jî em di nûçeyan de gelek rast tên ku zarok ji erdê bombayek, mayînek dîtîye, nizanibûn ev mayîn û bombaye wek pêlistok bi listîye,  bomba teqiyaye, zarok mirîye, an jî birîndar bûye. Fîlm ev realîte şikandîye.  Di fîlmê de em dibînîn ku zarokên kurd mayînan nas dikin. Fikra wan heye ku bi wan mayînan dibistanên kolonyalîstan serobin bikin ku, bi wî hawî ji wan xelas bibin.  

6. Di sînemaya kurdî de dîyardeyek heye ez wek  mezaxtina mekan û cografyayên hazirî yên xweşik,estetîkê pênase dikim. Fîlmê vê dîyardeyê di xwe de şikandine. Ji mekan û cografyayek ji rêzê, Mano Xelîl bi fîlma xwe mekanek estetîk afirandîye.

7.Di sînemaya kurdî de gelek derhêner xwe wek ardilê Yilmaz Guney dibînîn, pênase dikin lê her tişt alîyek de be, em di wan de qe cesaret û curetkarîya Yilmaz Guney nabînîn.  Ji Diwêr û Peza  Yilmaz Guney hata niha cara yekem e ku wek Yilmaz Guney, ez Mano Xelîl ewqas bi cesaret û curetkar dibînîm.  Mano Xelîl ezîkbûn û tirsonêkîya derhênerên kurd  dişikîne.

Ji bo edebîyata bindestan dibêjin edebîyata bindestan tune ye, alegorîyên wan hene. Em vî tiştî ji bo sînemeya bindestan jî em dikarin bibêjin. Lê Mano Xelîl vê dîyardeye serobin dike, dibêje sînemayê me heye.  Ne bi metaforîk, sembolîk, alegorîk, bi eşkere ji me ra dibêje, faîl kî ye, çi ye…

8.Kolonyalîst ji her alî ve hewl didin li ser kolonîkirîyan epîstemolojîyan ava bikin. Em dikarin bibêjin ku kolonîkirî her dem, her kêlî li binî şîdetê epîstemolojîye kolonyalîstan de ne. Wek sosyolojî, antropolojî, zimannasî, arkeolojî,psîkolojî… Ji ber vê epîstemolojî kolonîkirî her tim di pozîsyonê hewla bersivdayinê, xwefehmkirindayîne, xweparistine, xweîspatkirindayîne de ne. Kolonyalîst, her dem li ser kolonîkirîyan dîskoran ava dikin.  Mînak carek wezirek tirk gotibû, “kurdî ne zimanê medenîyete ye” em ketibu pozîsyona hewla bersivdayinê û îspatkirinê.

Di fîlma Cîran de Mano Xelîl, vê pozîsyonê xera dike. Pozîsyona me û ya kolonyalîstan me diguherine. Ji ber cesaret û curetkarîya xwe, realîteya wan nîşan wan dide. Di têkilîya kolonîkirî û kolonyalîst de dema ku kolonîkirî bikare heqiqate ji kolonyalîstan ra bibêje, pozîsyona kolonîkirî diguhere, ne hewce ye ku tu epîstemolojîyek û dîskaron ava bikî. Mano Xelîl jî ji heqiqatê ji wan ra dibêje, edî ev di pozîsyona bersivdayine de ne.  

 

9.  Mano Xelîl, di fîlmê de kesayetî, karekter, ruh, ezayetîya kurdan de şorek çê dike. Me kurdan ji edebîyata mexdurbûnê,ji parsekîya merhematê, ji kesayetîya ezîk û reben ji parsekîya hezkirin û eleqaye, ji pozîsyona bersivdayin, xwefehmkirindayinê, xweîspatkirine rizgar dike. Em di fîlmê de tu kurdek  vê parsekî, ezîkbûn, pozîsyonek  nabînîn.  Em di fîlmê wî de  em kurdek nû dibînîn.

 

10. Mano Xelîl ne tene di ji hêla takekes ve şoreş çêdike. Ji hêla civak û kultur jî şoreşek çê dike. Civak û kulturê me ya  melankolîk, êşhezî, neşad, mirinhezî,  di rabirdû de dijîn, arebesk, hertim di şîngirtinê de ne, serobin dike. Em vê civakê û kulturê di fîlmê de nabînîn. Civak, kulturek jixwehez, jixwerazî, jixwehayîdar, rasyonalîst, şên, şa û bextewar heye. Kulturek û civak din afirandîye  lê dema ku  vê yekê kirîye neketiye dehfik îdealîzekirinê û romantîzekirinê. Bi hêza hunerê, mucîze û efsuna hunerê pêk anîye.

 

11. Di Cîranê de, di sinemaya kurdî  de em vejandina civakek û takekes kefxweşî, şadî, şênetî, şox û şengî, hezwerî jîyanê dibînîn. Ji vê hêlê ve şorek, nûbûnek e.

12. Fîlma Cîran ji bo min katarsîs bû. Weku ku travmayên min çareser dikir.  Min çend vîdeo Jan Îlhan Kizilhan temeşe dikir.  Kizilhan digot,  Kurdbûn niha jî di nav civakê me de tê negatîfîzekirinê, biçûkxistinê, bindestkirinê, rebenîkirin, xirapkirine. Wek gotina “Xwezî ez ne kurdbûma”  Nehletê li kurdbûna xwe dike. Gazind û lome ji kurdbûna xwe dike. Dema ku zarokek bi kurdbûna xwe dihese. Ji ber vê realîteye, xwe biçûk dibîne, ji kurdbûna xwe hez nake, hebûna xwe bêqiymet û neheja dibîne.  Di fîlmê de zarok û herkes ji kurdbûna xwe hez dikin, ji xwe razî ne, xwe bilind dibînîn bi kurdbûna xwe ra aşt in. Fîlmên ji vê hêla vê travmaye çareser dike û wek katarsîs e. Ma çend berhemên kurdî hene ku travmaya me dikewînîn û wek katarsîs în?

13.Di fîlmên de em dibînîn ku perwerde çawa  takekesan diafirîne.  Çawa nefret û êdinkirin tê wan ferkirinê. Bi perwerdeyê wek ziman, kultur, tîn tunekirina kurdan û û welatê wan erebkirinê tê armackirinê. Lê di encamê de em dibînîn ku ew perwerde sernakeve…

14.Di fîlmê de wek gel em kurdan nabînîn wek netew kurdan dibînînîn.  Kurd netew în, tirk, ereb,faris jî cîranê wan în.

15. Şêro ji kalikê xwe dipirse “Kaliko hata kengî em sînor di nav me de bimînîn?” Pirsa “kengî” bi dahatû ra têkidar e.  Tu pirsa kengî dixwazin pêşarojê li gor înşa bikî, dîyar bikî.  Ev pirsê tê wateye gelo em kengî bibin xwedî dewleta xwe ye.Deh sal, bîst sal, pêncî sal, sed sal, kengî em bibin xwedî dewleta xwe, serbixwe bibin û azad bijîn. Ku em nebin xwedî dewletek hemû keda me hewante bibe.

17. Xwastina Şêro pêk tê, telewzîyon tê lê telewzîyon ne nîşaneyek dahatûyek geş û ronî ye, telewzîyon nîşaneye dahatûyek şer, qetlîam, kuştin… Telewzîyon nîşane me dide ku dahatûyek çawa li benda Şêro ye.

18.Cîran prekaryabûna me kurdan nîşan me dide.

19.Di fîlmê de balon, hişkbûna dar, leyrekên kerpeyî, çûyîna Aram, cîrantî kurdan û cihûyan, zarok ji dahatûyek wek hêvîyên me ne.

Di teknîka fîlmê de fikşîna wê bi real ra tê girêdayîne. Bi vê yekê  me  ji xeyn û xeyalan hîşyar dike.  Dibêje rastî ev e; encamê determenîzma bêdewletbûn ev e.  Bi min divê Mano Xelîl tam jî li vir hewla guherandina realîteye nîşanê bidatana.

Bi min, xwezî fikşîna fîlmê bi realî ra nehatana girênedayîne. Ev girêdayinê hem xeletîyek, şaşîyek  e, hem jî wek neheqîyek li fîlmê hatîye kirine.  

Çimkî  zarokek wek Şêro vê dawî heq nake, ketina wê kampek penaberan, di conteksta fîlmê de xeletîyek e. Gelo ma ji bo Şêro pêşarojek din tunebû?Dive dawî Şêro bi cureyek din  ne wek kesek ji rêzê bibûna?  

Wê dawîya Şêro nîşane me dide ku takekes li hemberê sîstemê de, dîyakletîkê realîteyê  de têk çûye.

Wê çaxê ez dixwazim ji Mano Xelîl bipirsim,  em çawa takekesê kurd rizgar û azad bikin?

Azadkerîya û rizgarkerîya takekes kurd jî ev e ku divê li hemberê sîstemê, dîyakletîka realîte têk neçe, li hemberê sîsteme serbikeve.

Pêwistîya me kurdan herî zêde jî bi serketina takekesan me heye.  Çîrokên, stranên, fîlmên, listikên, romanên serketinên ji me ra lazim in. Wek çîroka kurdên ku Nobel, Palmîyeye Zerîn… stendîye.

Rizgarî û azadîya takekes ev e ku, “ karîye derzîya xwe di dilê dinyayê rake.”  Wek netewperwerek kurd di qada huner û zanist û yên din de li dinyayê  deng vedane,  xwe îspat kirîye. Bi wî hawî dê edebîyata me, sînemaya me,  muzîkê me, resîmê me, zanistên me… ji ya fransizan, ya almanan, îngîlîzan, ameriqayan berztir, rasertir û geştir bibe.

Lewma  xwezî dawîya Şêro ne kampek penaran bibûna. Dawîyê wî ressamek gewre hemû serdemê dinyayê bibûna. 

Wek encam, ku em dixwazin heqê mîladbûna Cîranê bidin, divê em dîtbarîya Mano Xelîl û vê fîlmê   zêdetir bikin, li ser niqaş bikin, bikin rojeva xwe, li ser binivîsîn. Giringîyeka din a Cîran ev e ku di xwe de pradigmaya îdealîzasyona sînemaya kurdî dihewîne.  Ku em em heqê Cîran bidin sinemaya  Kurdî ne wek berî be!...

 *Ev nivîs pêşî di Kovara Temaşeyî de hatibû parvekirin.

Ser o Mîmarîya 11 Filmê Tewr Başî

          Ez her çîyê xo hewl dano ke peywenda konseptêk de bikaro yan zî her çîyê xo konseptêk de bido roniştayiş. Teza mina mesterî, bi ...