Omer Ferhat Ozmen, kurtefîlma xwe ya bi navê “Nikilê Qirikê
yê Xepirî”,di sala 2018an de kişandiye û fîlm 14 deqe ne.
Karektera sereke ya kurtefilmê dayikek e (ji hêla temen ve,
ji karekterên fîlmên “Rêç”, “Zimisto Vejîyo” û “Klama Dayika Min” ciwantir e).
Dayik ligel kurê xwe di malekê de dijîn. Dayikê ji welatê xwe, bi xwe ra penîr
aniye lê penêrê wê wenda bûye. Ji bo dîtina penîrê xwe çend caran bi kurê xwe
re diçe otogarê, li aliyê din jî, jib o penîrê wê yê din di dolabê de xira
nebe, dayik dixwaze dolika penîrê xwe bixe binê axê. Çîroka Nikilê Qirikê yê
Xepirî, xwe li ser binaxkirina penîr ava dike. Di struktura wê de jî ev daxwaza
dayikê heye.
Ez nizanim çawa bibêjim; ji aliyekî ve çîroka kurtefîlmê ji
min re biproblem hat. Çima? Ma qey dayikên me hemû derd û meseleyên xwe safî
kirinê, tenê derd û kulên wan binaxkirina penêrê ye? Bersiva vê pirsê bila ji
nivîs û gotarên din re bimîne. Bi riya kontekseka din, ez dixwazim li ser
kurtefîlmê çend gotinan bikim.
Ev daxwaza binaxkirina penîr, di nava wê û kurê wê de dibe
krîz. Mala wan di nava sîteyekê de ye, dayîk dixwaze penîr, li baxçeyê sîteyê û
li erseyek vala, binax bike lê daxwaza wê naçe serî. Di sîteyê de ewlekar, di
erseyê de jî polîs nahêlin. Serê sibeyekê, dayik, penîrê marketan ên ku kurê wê
ji marketab kiriye, diavêje çopê û malê terk dike. Pişt re em dayikê, di
sehneyeke dirêj de dibînin. Li nav kuçe û kolanên Stenbolê dimeşe. (Çend
sehneyên wekî vê, di “Klama Dayîka Min” de jî hêbûn). Ev sehne ji min re gelek
bê-eleqe, bêwate û absûrd tên. Ma qey ji wan re jî wisa nayê? Bê tirs û xof,
gera pîr û dayikên me ya li Stenbolê ji wan re jî bê-elaqe nayê? Gelo bi van
sehneyan, derhêner dixwazin çi nîşanî me bidin? Bi min, ji bo nîşandayîna
Stenbolê, bedenê karekteran wekî obje tên bikaranîn.
Di kurtefîlmê de, diyardeyên ku xwe herî zêde dixin nav
çavên me modernîte; dinya û jiyana kapîtalîst û tradîsyonî ne. Însanek di nava
modern û tradîsyonê de maye; krîza di vê arafê de û ya di modernîteyê de, gelo
tradîsyon çawa dê xwe biparêze? Kurtefîlm herî zêde li pey vê bersivê ye.
Penîra welêt temsîla tradîsyonî ye, kurê wê yê ku ji dayîka xwe dixwaze ku dev
ji vê daxwaza xwe berde; veqetandina ji tradîsyonê temsîl dike. Krîza di
nabeyna dayik û kurê wê jî, pevçûna
modernîte û tradîsyonê sembolîze dike û nîşanî me dide.
Di sînemaya kurdî ya Bakur de, ez nizanim gelo çawa bê
pênase û têgehkirin, kategorîyeke filman û kurtefîlman derketiye. Di struktura
wan fîlm û kurtefîlman de û problematikê ku ew xwe li ser ava veguherandina
mekanî heye. Sedema vê jî koçberî ye. Ger mekan nehatana guherandin ev fîlm jî
dê nehatana çêkirin. Mekanê van berheman, ne bajar û bajarokên Bakurî ne,
metropol û bajarên tirkan in. Di van berheman de krîza hewldan û qetandina
xwebûnê heye. Mijarên wan jî hema hema wekî hev in lêbelê nêzikbûna wan a bi
xwebûnê re tê guherandin. Him pêwistiya xwendineke muqayesî li ser vê
guherandinê heye, him jî ji vir xwendineke gelek balkêş derdikeve.
Wekî filmên “Rêç” û “Kilama Dayika Min” û kurtefilma
“Zimisto Vejiyo” ev film jî di nava vê kategoriyê bû. Nêzikbûna wan a bi
xwebûnê re ew e ku; Serkarekterên her sê berheman jî, jinên pîr in; li ber
mirinê, ji kurên xwe dixwazin ku wan
bibin axa kal û bavan, li welatê xwe, li xwe vegerin!... Karekterên “Rêç”ê û
“Zimisto Vejîyo”yê digihîjin xwebûna xwe, axa xwe. Karektera “Kilama Dayika
Min”, çiqas hewl dide jî, nagihê xwebûna xwe.
Herî dawî dema ku min kurtefîlma Omer Ferhat Ozmen a bi navê
“Nikilê Qirikê yê Xepirî” temaşe kir; min ferq kir ku ev kurtefilm jî di nava
vê kategoriyê de ye. Lebêle ji hêla nêzikbûna xwebûnê ra ciyawazî û ferqa vê
kurtefîlmê heye!..
Em dikarin bibêjin ku di kurtefîlmê de, hewldana îndirekt,
dewamkirina xwebûnê heye lêbelê krîza xwegihandina xwebûnê; welatê xwe tune ye.
Ji bo ciyawazî û ferqa vê kurtefîlmê; em dikarin bibêjin ku ev kurtefîlm ji
binî re qetandin û mirina xwebûnê nîşanî me dide.
Di navbera xwebûn û tradîsyonê de têkiliyeke çawa heye?
Xwebûn, çawa jihevtemamkirina ji ax û zimên pêk tê. Berdewamiya xwebûnê bi
tradîsyonê re çêdibe. Tradîsyon, xwebûnê sax û zindî dihêle. Dema ku xwebûn, ji
axê veteqiya, tê wê wateyê ku ji nava tradîsyona xwe derketiye lê bê tradîsyon
dikare hata cihekî berdewamiya hebûna xwe bike. Ji bo dewamiya xwebûnê lazim e
tradîsyoneke nû pêk bê. Ne ku, tradîsyona nû pêk nehat, xwebûn jî dimire, tune
dibe.
Em dikarin, têkiliya dayikê ya bi penîrê welêt re û daxwaza
wê ya binaxkirina penîr, wekî berdewamkirina xwebûnê pênase bikin. Lêbelê
dawîtirîn sehneya filmê, mirina xwebûnê nîşanî me dide. Di nav xirecira
Stenbolê de, em dibînîn ku gera dayikê li nav goristanekê diqede. Dayik dest bi
kolandina çalekê dike, penîrê welêt li vê çalê bin ax dike. Goristan, mirina
xwebûnê sembolîze dike û entegrasyon û helandinê nîşanî me dide.
Omer Ferhat Ozmen 27, derhênerê “Rêç”ê, Tayfur Aydın 36,
derhênerê “Kilama Dayîka Min”, Erol Mîntaş 37 salî ye. Heke Erol Mîntaş û Tayfur Aydın nifşê X’yê
bin, Omer Ferhat Ozmen jî nifşê Y’yê ye. Nifşên van derhêneran, têkiliya wan a
bi xwebûnê re nîşanî me dide. Gelo di filmeke derhênerekî/e Kurd ê nifşê Z’yê
de, krîz, pevçûn, nêzikbûn û têkiliya wî/wê ya bi xwebûnê re dê çawa bibe?
* Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hatîye weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder