Filma yekema bi kurdî; bi kurdîya
kurmancî sala 1992an de bi nava Kilamek Ji Bo Beko bi derhênerîya Nîzamettîn
Ariçî, li Ermenîstan û Elmanyayê hatîye kişandin. Seatek û çil deqa ye.
Wexta çûyînna leşkerîye birayê piçûkê Beko
hatîye lê bira naxwaze biçe leşkerîye, dixwaze biçe bibe pêşmerge. Her tiştê
xwe li pey dihêle dixwaze xwe bigîhine pêşmergeyan. Fîlme wekî ku li gundekî
Suruçê derbaz dibe. Leşker tirkan diavêjin li serê gundê, hemû gundîyan top
dikin, qumutan ji muxtarê ciwanên gundan dipirse, tene nizanin ku birayê Beko
li ku ye, qomutan ji Bekoyê aqibetê bira wî diperse, Beko dibêje “ ji bo karê çûye
bajarî.” Leşkerî di nava gundîyan de erîşê û berra Bekoyê didin. Li dû
tarûmarkirina gundê leşkerî ji gundê derdikevin, Bekoyê di nava xwînê de mayîyê
jî ligel xwe dibirin. Li rêyê pêvçûn derdikeve
Beko derfet dibîne ji destên leşkeran direve. Beko li bin sîya kuştinê bi zor û bela bi qaçaxtî
çemê Feratê derbaz dike xwe digîhine li Binxetê. Dikeve li pey şopa bîrayê xwe,
dixwaze aqibetê birayê xwe fer bibe, xwe bigihîne wî. Çend pêşmerge hata
derbazkirina sinorê Bekoyê ligel xwe dibirin. Alîya dinê sinorê de ji ber ku
şer gurtir e, kurdên ku ji ber şêrê İraq û Îranê revîyane xwe li çîyayan
spartina, Bekoye di nava wan de dihêlîn.
Encamên şerê, trajedîya şerê, bandora
şerê, tirsa mirinê, zarokên sêwî yên tranvamatîk, gundên xerakirî, di nav çîyayan de li ber xwe didin û dev ji
jîyan bernadin; wekî zarokan perwerdekirin, hezkirina pêşmergeyan û Mele
Mistafa Barzanî, xwastina vegerê li gundên xwe, xwedî derketina li welatê xwe, em
di filmê de dibînîn.
Dîmen û sehneyî filmê gelek baş
în lê listikavanetî ji dûrî rastî, çêkirî û amotorane maye. Ji xeynî çend
listikvanan listikvan rolê xwe nadin hîskirin û ne realîst în. Em di
listikvanan de psîkolojîya şerê nabînîn. Qiseykirina listikvanan ne bi devoka
kurmancîya Behdînan bi ê Serhedî qelsbûna realîstnebûna filmê nîşande me dide.
Filmê ji nîşandayîn û hîsdayînê mijarê
xwe zêde rewş, rastî û konjektorê ku kurdî tê de ne, hêbûna wan, perçebûnî û
dagirbûna welatê wan û azadîya wan ji xwe ra kirîye derdê û problemê ku nîşanê
dinyayê bide.
Kurdek dema ku nava Bekoyê
bibihêze teqez Destan Mem û Zîn tê bîra wî. Destanê ji ber fesadîya Beko Mem û
Zîn nikarin miradê xwe şa bibin. Di nava
kurdan de Beko dibe temsîla xayîntî, cehtî, cûdakerî, nerenîker, yekîtîneparêzî, sedemê çênebûna yekîtî û negihîştina azadî!...
Beko di serhildana Mîr Bedirxan de dibe Êzdînşêr, yê Şêx Sêîdê de dibe Qasim,
yê Dêrsimê dibe Rayber û yê Kerkûkê dibe...
Berî temaşekirina filmê ji ber
nava filmê min got qey filmê dîrekt bi Mem û Zînê ra peywendîdar e. Film dîrekt
bi Mem û Zînê ra ne tekildar e lê bekgrawndê filmê de jî Destan Mem û Zîn heye.
Hem em ji nava filmê hem jî ji gelek cîyên di filmê de bibîrxistina Mem û Zîn
dibînîn. Bi min Nîzamettîn Ariç bi vê
filmê xwe xwastîya temsîla “Beko”yê bişkîne û ji nû ve biafirîne.Bi min jî gihîştîye
armanca xwe. Di peywendîya şikandina temsîlê de filmekî gelek serkewtî û baş e.
Ji vê alîye ve di nava sînemaya kurdî de cîyawazî wî filmê heye.
Filmê temsîlê Bekoyê cûdaker
şikandiye, temsîla Bekoyê ji nû ve afirandîye. Temaşeker di filmê de dibêje qey
Beko gunehkarî xwe derdixe; dixwaze Mem û Zînê mirad şa bike. Karektere serekeye filmê Beko(Nîzamettîn Ariç)
e. Bekoye filmê yekîtîparêz, erenîker niştîmanperwer
e, ji bo welat û netewa wî dilê wî dişewite. Ji can û dilê dixwaze welatê wî
azad bike.
Kawa, Dehaqê dikuje lê hemû hêz û
desthilaldarîya xwe dibire teslîmê Ferîdunê fars dike. Peywendîya şikandin û ji
nû ve afirandina d, vê temsîl û mîtê de filmekî kurdî kengî bên kişandin?
* Ev nivîs berî di malpera Sinemya Serbixwe de hatîye weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder