9 Ağustos 2020 Pazar

Nivîsandina Kurdî; Tiralî û Bêkalîtebûn


                                           


Ciwanmerd Kulek berî demekê bi pêşkeşîya Selîm Akgulî beşdarî beşa 12an a bernameya Ava Mag bibû.

Nivîskar û wergêr Ciwanmerd Kulek gelek jêhatî, jîr, xebatkar û berhemdar e.  Ciwanmerd Kulek wekî Şener Ozmen û Kawa Nemir bikaranîna kurmancî zêde û dewlemendtir û firehtir kirîye.

Ciwanmerd Kulek, di bernameyê de, bi fehmkirina min wilo bersiv dabû pirsa ji bo nivîsandina bi kurdîya kurmancî: “Ez dezavantajên kurdî, ji xwe ra wekî avantajan dibînim. Heke min bi zimanekî din binivîsanda belkî pirtûkên min nehatina çapkirin. Ji bo ku ez kirêya xwe bidim ez pirtûkekê nanivîsînim û ji bo ku ti bendewarîya min a ekonomîk ji berhemên min tune ye; ev di min de samîmîyetê çêdike, nivîskarîya min ji bazirganî û esnaftîyê rizgar dike”.

Dema ku nivîskarek, derhênerek, muzîkjenek an jî hunermendekî kurd ê ku dezavantajên kurdî ji xwe ra wekî avantaj dît; ev yek  kûrbûn, pêşketin, biaqilbûn û kamilbûna wî nîşan dide. Watedarkirina dezavantajên xwe wekî avantaj, nîşana kesayetîyeke raser e; xwe ji lome, gilî û gazinda dezavantajan şûştin, mezaxtin û dayîna enerjî û hêza xwe ya ser cîyekî rasttir e. 

“Heke min bi zimanekî din binivîsanda belkî pirtûkên min nehatina çapkirin.”  Çi encam ji vê gotinê  derdikevin?

Ev gotin xwenexapandin û duristbûna realîteya xwezanînê ya subjeya xwe nîşanî me dide. Subje bi sînor û qewetên xwe dizane, haya wî ji wî heye ku dizane çi ye.

Ev gotin mikurhatinek e. Îtirafekê ji binhişê xwe dike. Ez dibêjim qey yekem nivîskarê kurd e ku vê îtiraf dike.

Îtirafa qebûlkirina qelsî û nebaşiya berhemên wî ye ku ne di asta zimanên din de ne.
Îtirafa bixwenebawerbûna niviskar nîşanî me dide ku heke nivîskar bi tirkî an jî bi zimanekî din binivîsanda ewqas bi xwe ne bawer e ku berhemên wî bihatana weşandin. Ez ji xwe mînakê bidim dema ku ez bi tirkî binivîsim cesaret û xwebawerîya min kêmtir dibe.

Îtirafa ez bi kurdî tiştên nebaş jî binivîsim berhemên min dê dîsa jî bên weşandin, tê wateya îtirafa çênebûna kalîteyekê di edebîyata kurdî ye. Di edebîyatekê de neweşandina her berhemê asta bikalîtebûna wê nîşanî me dide. Weşandina her berhemê jî nîşaneya gihîştina vê astê ye.

Dema ku her berhema nivîskarekî bê weşandin, di vî nivîskarî de tiralî, bêkalîtebûn û neafirînerîyê çêdike. Nivîskarê ku xwe da îspatkirin, ew dizane ku çi binivîse dê bê weşandin. Ji ber vê, xwedubarekirin û paşveçûn tê de çêdibe. Xwedubarekirin û korbûna afirînerîya nivîskar û şairên mezin ji vir tê. Lê di edebîyata kurdî de kurdekî dema ku kitêbek nivîsî, dizane ku berhema wî çiqas nebaş bibe jî dê dîsa bê weşandin; ji ber vê, ev kurd zor nade xwe ku potansîyela xwe zêdetir bi kar bîne û berhemeke baştir biafirîne  Di romana Jack London a bi navê Martin Eden de em dibînin ku neweşandina berhemên karakterê Martin Eden çawa dibe wesîleya asta aferînerîya wî ya berze û geş.

Ji bo afirînerîya berztir û geştir reqabet û hesûdî hewce ye. Di edebîyata kurdî de, dema ku berhemeke nivîskarekî nehatiye weşandin; vî nivîskarî hesûdî nekirîye ku berhemeke geştir binivîse. Sedem jî çênebûna kalîteya neweşandina her berhemê ye. Hem jî di edebîyata kurdî de, hêj jî di nava nivîskaran de hesûdî û reqabeta afirînerîya berztir û geştir çênebûye. Hesûdîya ku di edebîyata kurdî de heye ne li hemberî berhemên nivîskar in lê belê li hemberî kesayetî û jiyîna nivîskar e. Lê dema ku hesûdîya me bû wesîleya afirandina berhemên xweştir û baştir, wê çaxê hesûdîya me hesûdîyeke rast e.

Îro kesên ku bi edebîyat, muzîk, sînema, weşangerîya kurdî û hwd. re têkildar in, karê wan ê bi kurdî ne pêşanî an jî yekem e, karê duyem an jî sêyem e. Nikarin ji bîst û çar saetên xwe panzdeh an jî şanzdeh saetên xwe bidin kurdî, herî zêde çar saetên xwe an dikarin bidin an jî nikarin. Kurdî têra debarkirina eleqedarên xwe nake, ku bikira rewşa kurdî ya îroyîn dê gelek cudatir û pêşketîtir bibûya.  Xwezî nivîskarekî bi romannivîsiya kurdî bikariya kirêya xwe bida. Jixwe hemû meseleya me jî ev e. Ewqas basît e. Me karîbûya bi kurdî debara xwe bikira, me wext û keda xwe nefirota û hemû bimezêxta bo kurdî wê çaxê berhemên gelek baştir dê bihatana nivîsandin.

Ciwanmerd Kulek mamostetîya îngîlîzî dike. Di hefteyê de herî kem 50 saetên xwe dide karê xwe.  50 saetên xwe bide xewê ji wî ra 68 saet dimînin. 28 saetan bide tiştên wekî xwarin û vexwarinê,  ji nivîskarîya wî re 40 saet dimînin, dîsa ji mamostetîyê hinek zêde wext dimîne. Ciwanmerd Kulek heta niha, di hefteyekê de bi dayîna 40 saetên xwe bo wergerê nêzî bîst berhem afirandine. Ku Ciwanmerd Kulek debara xwe bi berhemên xwe bikira niha ne bîst, dê çil berhem çap bikirina ne wilo?

Çend roj berê ez û mamoste Omer Faruq Yekdeş rûniştin. Di nava sohbetê de Omer Faruq Yekdeş qala xeyal û projeke xwe kir û got, “Ku 500 hezar euroyên min hebûna, min ê ji bo edebîyata kurdî pêşbazîyek çêkira. Min ê bo berhema yekem 250 hezar euro, bo ya duyem 150 hezar euro û bo ya sêyem jî 100 hezar euro bidana. Hingê gelek kurdan dê roman binivîsandana ji bo ku xelat werbigirin.”

Pêşketina zimanê kurdî bi debarkirina qiseker, xebatkar û afirînerên xwe ra têkildar e. Heta ku kurdî ji hêla fîzyolojîk, psîkolojîk û sosyolojîk ve me têr neke kurdî geştir û berztir nabe. Bîlasebeb Marx nabêje di binê têkilîya civakê de ekonomî heye û Freud jî nabêje zayendî heye.
                                                                                                             Sibate-2020  Stenbol

*Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hat weşandin.




3 Ağustos 2020 Pazartesi

Romana Gava Heyatê ya Lokman Ayebe: Mîmariya Înşakirina Netewebûyînê


                                            
                                  
                     
 Lokman Ayebe romana xwe ya bi navê Gava Heyatê, di sala 2007an de nivîsiye, ji weşanxaneya Belkiyê derketiye, 188 rûpel e.

Romana Gava Heyatê gelek tiştan ji me re dibêje û em dikarin ji gelek aliyan ve romanê bixwînin…

Zimanê romanê û mekanên wê û îmaja kurdan gelek estetîk e.  

Herçendî ez ji ziman û vegotina romana Jar Lê Sermest ez aciz bûbûm jî, berevajî wê, ez bi zimanê Gava Heyatê sermest bûm û ez ji zimanê vê romanê têr nedibûm. Min ev roman bi carekê xwend û xelas kir.  Zimanekî ruhkurd ê romanê heye û gelekî dewlemend e. Di romanê de zewqeke edebî heye. Her peyv, biwêj, hevok û paragraf tehm û çêjeke din dide xwîner. Roman di xwîner de arezû û daxwaza xwendina duyem çêdike:

“Pêlava min bi lingên min re bûye yek! Ev çend roj in, min derfet nedîtiye ku ez ji pê bikim. Jixwe me ji revê derfeta tutişt neditiye…Mîz di bermîska min de esiriye. Me derfeta mîztinê jî neditiye. Heger niha derfet hebûya û min bi rehetî dikarîbûya li vir bimîzta ez ê çi rehet bibûma… Ma ez derxînim û bibeliqînim wê çi bibe? Tutişt jî nabê. Ez ê… Oxx, weke orgazmê bi çêj e, mala Xwedê ava…Weke barekî giran ji ser milê min rabe ez rehet bûm… Piştî çend rojan hisa ku ji însanetiyê min stendiye, hew ev e, xwezî mîza min neqediyaya. Xwezî bibûya kanî û dawî lê nehata û min ji mîztinê wer ev çêj bistenda… Lê qediya, wekî her tiştê xweş û bi çêj ew jî qediya…” r.63-64

Lokman Ayebe di bîst û şeş saliya xwe de û piştî navbereke bi sê salan romana xwe ya duyem Gava Heyatê nivîsiye. Dema ku ez her du romanan ji aliyê ziman û vegotinê ve didim berhev pêşketinek û kamilbûyîneke qerase heye. Ez gelekî meraq dikim nivîskar çawa di nava sê salan de ziman û vegotina xwe ewqas bi pêş ve biriye? Ev tişt jî nîşanî me dide ku xwegihandina zimanekî ruhkurd ne bêîmkan e.

Bi dirêjahiya dîrokê ve kurdî ji hêla strukturê ve bûye çend parçe; ji wê çend ziman derketin, hinek kes wek zarava pênase dikin, ev parçe heta cihekî ji hev cuda bûn lê ruhê zimanê kurdî parçe nebûye, yekbûniya wê berdewam dike.  Dema ku zimanê nivîskarekî -çi kurmancî çi kirdkî û çi soranî- ruhkurd be, her kurdek dê heman zewq û keyfê jê werbigirin.

Berî niha jî ez di berhemên wekî Beyî Se Bena ya J. Îhsan Espar, Gorse ya Jêhatî Zengelan, Bêbavî û Ew Ne Ez Bûm ên Şêxo Fîlîk û helbest û ceribînên Arjen Arî de rastî vî zimanê ruhkurd hatibûm.

Bi vî zimanî hem zimanê me hem jî bîra me ya kolektîv ji nû ve zindî dibe û tê afirandin. Bi xwendina vî zimanî hem gelek peyv, biwêj, navên cografîk… dê bikevin zimanê me hem jî di bîra me ya kolektîv de ji nû ve zindî bibin.

Xwîner di romanê de hem xwe hem jî takekesên civak û gelê xwe dibîne. Dikare li ser xwe û gelê xwe bifikire, muhasebe û muhakeme bike…

Di romanê de du problemên gerdûnî hene: Yekem, problema mimkunbûyîna efûkirinê.. duyem jî  mimkunbûyîna jinûve-serarastkirina zemanê rabirdû ye.

Huner dikare ji heqê van pirsan were der. Di romanê de em hewla çareserkirina van pirsan dibînin. 

Efûkirin problemeke felsefîk û teolojîk e. Mirovek, civakek û neteweyek dikare wan kesên ku xirabî lê kiriye efû bike? Ji wê pirsê re hêj çareseriyeke felsefîk û teolojîk nehatiye dîtin. Feylesofên wekî Palu Ricoeur û Jacques Derrida xwe li ser vê pirsê gelek êşandine. Dema zanîngehê, min kitêba Paul Ricoeur a bi navê Hafıza Tarih Unutuş xwendibû. Ricoeur ji bo çareserkirina vê pirsê nikare perspektîfeke tetmînkar bide me.

Em vê pirsê di peywendiya kurdan de bipirsin; gelo kurd dê bikaribin “kurmên darên” xwe efû bikin û bibexşînin? Kurd dê bikaribin Beko, Bînbaşî Qasim û Rêber efû bikin? Em vê pirsê ji bo serdema dawî bipirsin; Kurd dê bikaribin “xayînên” xwe efû bikin û bibexşînin?

Di nava kurdan de tu nikarî qet qala efûkirina “kurmên darên” wan bikî. Lê belê ji bo efûkirina dagirkeran reaksiyoneke wan a humanîst û ecêb heye. Mirov dibêje qey dagirbûyî ji mêj ve amade ne û bi çargavî û bi lez û bez dixwazin efendiyên xwe efû bikin. Siyaset û girseyeke mezin a kurdan ji bo dagirkerên barbar dibêjin, “Em ê we hînî însaniyetê bikin.” lê dema ku behs were ser efûkirina “xayînên” xwe, çawa dibin tolhildêr û qesas û kînwer!...

Ji vir dîsa heqdariya Fanon derdikeve holê ku wî gotibû, “Dema ku dagirbûyî nikarin li dijî dagirker şer bike, bi birayên xwe yên biçûk re şer dikin.” Diviya dagirbûyî berî herî tişt bira û xwişkên xwe efû bikirina. Lê ji dagirkerê ku tu sûcê xwe qebûl nekiriye re dibêje, “Em ê însaniyetê fêrî we bikin.” Ji ber ku dagirbûyî nikare heyfa xwe ji dagirkeran bigirin, li hemberî wan dibin humanîst û efûker. Dagirbûyî ji ber ku nikare tola xwe ji dagirkeran werbigire, dixwaze wan efû bike, bi efûnekirina hemneteweyên xwe re dixwaze tola xwe ya ku nekariye ji dagirkeran hilîne, ji wan hilîne.

Roman ji pênc serdemên lehengê xwe pêk tê. Di pênc serdeman de em guherîn û hevnegirtina takekesekî dibînin. Guherînên ku derasayî ne lê ji bo neteweya me bûne asayî û ji rêzê. Heke ev roman li zimanên din were wergerandin, xwînerên zimanên din dê ji van guherînan bawer nekin, van guherînan wekî çîrokên realîzma efsûnî bibînin.  Nivîskar lehengê xwe nadarizîne, mehkûm nake û nakuje. Lehengê wî di nav şert û mercên civakî de çawa bûye qurbanê wan şert û mercan nîşanî me dide.

Di romana Gava Heyatê de nivîskar Fanon mafdar dernaxîne, hewl dide ku lehengê xwe bi neteweya wî bide efûkirin lê ev hewla wî negihîştiye armanca xwe û xwe temam nekiriye. Di beşa dawî ya romanê de, leheng bi hêviya ku gelê wî, wî efû bike vedigere welatê xwe û roman diqede. Em nizanin ka gelê wî yê ku bi rabirdûya wî hisiya dê reaksiyonên çawa bide wî û çawa nêzîkî wî bibe… 

Navê romana “Gava Heyatê” gelekî felsefîk û rind e. Navê romanê û naveroka wê hev temam dikin. Mirov dikare bibêje ku di jiyanê de însan encama gavavêtinên xwe ye. Mirov an bedelê wan gavan dide an jî qezencên wan gavan dixwe. Bi avêtina gavekî di temenê mirov de denklemek çêdibe. “Jiyana xelet, rast nayê jiyîn.” Gavên ku em di jiyanê de diavêjin dibin semedên jiyana xelet, ev jiyan dibe qedera me, êdî em çi bikin jî ev jiyan nayê sererastkirin. Di romana Gava Heyatê de jî em dibînin, gavên ku lehengê romanê Taser avêtine, ji wî re jiyaneke çawa aniye.

 “Rabirdû nayê sererastkirin” Sigmund Freud dibêje. Nivîskar bi hunera romanê hewl dide ku “jiyana xelet” a lehengê xwe sererast bike. Jiyana rabirdû ya gavên xelet bi gavên rast ên dahatûyê dikare ji nû ve bê sererastkirin. Nivîskar hewla înşakirina lehengê xwe dide ku lehengê wî ji gavên xwe yên xelet encamekê derxe û fêrî gavavêtina rast bibe. Taser muhasebeya rabirdûya xwe dike û ji bo ku di welatê xwe de dest bi jiyaneke nû bike vedigere welatê xwe.  

Bi kurt û kurmancî romana Gava Heyatê hewldayîna mîmariya înşakirina takekes û mîmariya înşakirina netewebûyînê ye.

“ Û ez û ew mirov giş dikevin destên hev û bi hev re govendê digirin, û roj li welêt bilind dibe em direqisin, û welat hêşîn dibe em direqisin, bêhna hêşînahiyê ji welêt difûre em direqisin, ji nişkan ve kesek ji nav me bang dike û dibêje, ev bêhna azadiyê ye û em direqisin û em giş bi hev re dibêjin ev bêhna azadiyê ye û em direqisin, û em direqisin, û em direqisin, û em direqisin, û em direqisin, û direqisin…”  r.188

Mirov difikire ku nivîskar di bîst û şeş saliya xwe de romaneke wisa binivîse, Xwedê dizane dê di çil saliya xwe de romaneke çawa binivîse?

 * Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hatîye weşandin.

18 Temmuz 2020 Cumartesi

Vîrûsa Coranayî: Bedelîyayişêko Radîkalî û Etîkê Kaosî


                            

Emrê dinya mîyanê şeş û hêşt mîlyaran serrî  de ya û destpêka xo ra nat zî  ha evolusyon bena. Prosesê evolusyonê de sey felaketanê îklîmî, nêweşîyanê coreyî, xela, problemanê cugehî û sewbîna çîyî zaf reyan qewimîyayî do zî biqewimîyî. Kê ke wayîrê hişwerî û zanayişê evolusyonî bîyî kê no tewir bîyayişanê normal vênênî. Qewiyayişê no çîyan sey qanunê yo, çîyî ke nêpawiyayeyî û deraseyî nîyî, xora qewimîyayişê înan ra xelas zî çîn a.No qewimîyayişanê ra tayê dinya de benî sebebê bedelîyayişanê radîkalî. Ma însanî cînsê xo zî deyndarê no hawa  yew qewimîyayişê îklîmî ye.

Dinya de verîcû sey însanî gandar çînîbî. 70 mîlyon serrî verî dinya de hetê îklîmî ra bedelîyayişêko radîkalî virazîyêno, netîceyî no bedelîyayişê sey dînazoran û gelek cînsê bînî vîn benî la prîmatî; cînso ke  tewr kalikê însanî sifteyîn hesibîyêno, vejîyêno orte.  Nayê ra pozîtîfeyê û negatîfeyê netîceyî no bedelîyayişan goreyê cînsanî vurrîyêno no semed ra netîceyanê bedelîyayişan teyna negatîf vênayiş problemîn o.

Prosesê evolusyonî de hata verî peydabîyayişê û zêdebîyayişê cînsê Homo Sapiensî seyîrê evolusyonî naturel û xo bi zo bîyênî. Labêla Homo Sapiensê ke dinya de peyda bî, dest bi mudaxaleyê hukimkerdişê dinya kerdî, waştî ke aye dekewo bînê hukimê xo nayê ra seyîrê naturelê evolusyonî xerepna û lezgînîya bedelîyayişanê radîkalî zêdinayî. Bitaybetî zî hîrî sey serrîyanê peyên de, kapitalizmê ke bî sîstema dinya, mudaxaleyî însanî ser o kontrolkerdişê xoza de zaf hetan ra zêdiya û gelek giran bî. Netîceyî ney de xoza de taxrîbato pil virazîya. Rîdî no taxrîbatî ra zaf felaketê radîkalî estê ke ha pawênî însan û gandaranê bînanî. Çend aşmî yo ke  însanê dinya pêro pîya bi nameyê Corana Vîrûs ha felaketek ciwîyênî.

Çend aşmî ra verî hewa verîn  Çînî de bi nameyê Vîrûsa Coranyî nêweşîyêka coreyîya neweyî vejîya orte û dima ra zî hima hima vilayî heme dinyayî bîyî.

Dinya de şok viraştî û bîyî sedemê gelek krîzan sey tibî, ekonomîk, sosyal… Pergala zemanê welatanê dinya,  cuya rojanê û têkilîya însanan û ekonomî rijnayî û bedelnayî. Hetê ekonomî ra krîzek gird viraşto; gelek însanî bê karî mendî; zafanê însanî Coranayî ra nîyî  tersênî ke vêşanî ra  bimirî, zafanê kargehî padiyayî. Rêbenîya tibê, ê hende vatênî tibî averî şîya la tipa heme welatanê dinya hata nika zî nêşêya na nêweşî ra darû û aşî biveynî.  Hezaranî însan bîyî nêweşî, zafanê înan zî merdî…  Însanî nêşênî keyeyanê xo ra bivejî ha mîyanê nêdîyarî de bi ters û endîşan pawênî.  Bedelîyayîşê ke Vîrûsa Coranayî viraştî, a ke bi temamî qediyayî, encaxî o wext ma bişî netîceyanê aye bi zelalî biveynî. Labêla hawa ke vajîyêno hem “dinya hînî sey dinya verî nêbeno” hem zî semeda feqiran Coranaya raştîkînî, na Coranayî ra dima dest pê bikero.

Sey evolusyono çerxkî û averberdî di tewirî ekolê evolusyonî estî. Goreyê averberdî dinya û cuyî tim her hetê tewr başî û rindî ra şona, goreyê çerxkî zî dinya û cuyî her vîstî îhtîmal esto ke newe ra bibo sifirî û biageyro destpêkî. Mamosteyek mi, dersêkê xo de vatibi, “dinya encax bişo bi felaketêka radîkalî biageyro destpêka xo”.

Gelo Corana Vîrûs bişo dinya bedelîyayişêko radîkalî bivirazo? Gelo semeda ke potansîyel û qudretê Vîrûsa Corana esta ke dinya biageyrîno destpêka xo?

Slavoj Zîzek nuşteyêke xo de vatibi “ na çoreyî bibo sedemê peynî amêyişê kapitalîzm û sîstema dinya bibo kominzm”. Sebaretê no tesbîtê Zîzek mûqaşeyî hama zî ha dewam kenî...

Goreyê mi, hem qudretê Vîrûsa Coranayî çîn o ke dinya biageyrîno destpêka xo hem zî  nêşo dinya de bedelîyayişêko radîkalî bivirazo. Çimkî çoreya Vîrûsa Coranayî de amêya kontrolkerdiş; eka na çoreyî pêtêr xidarêr bîyanî nika zî hama Çînî de dewam kerdênî,  dinya de rîdî averkewtişê tibî  ra ma şîyênî bivajî ke tibê na nêweşî ra derman biveyno la eka derman nêşo bêro vênayişê zî bîyolojîye însanî  adepteyî na nêweşî  bibo; na nêweşî ê hende biqudret nîya ke bişo cînsê însanî çîn bikero.
Labêla her gamî îhtîmal esto ke no tewir bîyayiş biqewimîyî. Vîrûsa Coranayî bêro kontrolkerdişê la eka ma wina bikerî û xo raşt nêkerî mêşt û borî  felaketê hîna gird ha ma pawênî. Ma Vîrûsa Coranayî ra nêtersî ma Germîya Globalî, tivinganê nukleran ra bitersî…

Xelasîya ma çi netîceyî sewbîna bobelatan çi zî ê Vîrûsa Coranî çiqas giran û xidar benî wa bibi ganî ma heswerîya ciwîyayişê her tim berz û geş bikî, fekverranêdayişê hiwîyayiş, reqisnayiş;dans û govendkerdişê  û dinya de înşakerdiş û tayînkerdişê qanunê etîko qaînatî û etîkê kaosî de yo.Teyna etîkê qaînatî bes nîyo ganî ma etîkê kaosî zî înşa bikerî. Wexto ke ma no etîk înşakerdişê tersî û endîşeyî xo rê xoverî çareser benî. Xora çayo ke tê de etîk çîn o ewca de ters û endîşe estî. Nayê ra ma ganî hewna biageyrî Kant serî. Etîkê ku bi temamî edelatî înşa bikero.  Etîkê ke teyna heqê însan nîyî etîko heqê heme û gandaran û çîyanê bînan zî bisevekno. Etîko ke hişwerîya barkerdişê û redkerdişê îhtîyacê xo ra zêde nêgirewtiş dano ma.

Edebîyat û sînema de bi nameyê zanisto viraşte beşek virazîyayo. Zafanê teorîye kompleyê qewiyayişê felaketê îklîmî, xozayî, cugehî romanan û filmanê no beşî rê benî babetî. Mavajîm ke senaryoya tewr tersnak û xirabe qewimîya, dewlatî kontrolê xo vîn kerdo, kaos vejîyayo, “însan bîyî vergê însanî”, însan yewbînî qir kenî…. Ters û endîşeya no hawa senaryoyan binhişê heme însanan de esto. Struktura zanisto viraşte de zî no ters û endîşe estî û o xo ser tîya ra awan keno. Corana Vîrusê na tersî û endîşeyî kerdî şenberî, tîya ra pey însanî hina zaf bitersî û bibî paranoyakî. Gelo no berheman de etîkê kaosî çiqas esto, amêyo tayînkerdiş? Hata nika no tewir berheman de mi qe îmareyê etîkê kaosî nêdî, heminê înan de xelaskarêk estibi. Ganî Vîrûsa Coranayî ra dima hînî herînda xelaskaranî etîkê kaosî bigîro. Etîkê kaosî tîya ra xo dest bi tayînkerdişê bikero.

Her çî ra verî ma etîko qanîatî; edealetbîyayişê cuya xo de înşa bikerî. Herkes xo ra mesulîyetdar o:Beno ke “ cuya xelet raşt nêna ciwîyayiş” la ma teyna serê xo bî zî ganî ma fek ciwîyayişê cuya raştî- etîkî ra ver ra nêdî.

  

*No nuşte verîcû rojnameyê Xwebûn de amêbî weşanayiş.

Romana Jar Lê Sermest a Lokman Ayebe: Mîmariya Afirandina Takekes û Civaka Nû

                                              


                  
Jar Lê Sermest romana ewilîn a Lokman Ayebe ye, ji weşanxaneya Belkiyê derçûye û 134 rûpel e.

Lokman Ayebe di sala 2004an de ev roman nivîsiye. Serdema ku wî ev roman nivîsiye ji hêla lîteratura kurdî ve gelekî qels bû û ez dibêjim qey yekûna hemû romanên kurmancî sed heb tune bû. Di vê serdemê de, xwînerên kurmancî pênc sed heb tune bûn û li derdora sed nivîskar hebûn. Peywendîdarên kurmancî komî bûn, wekî îro nebûbûn girsiyek.

Lokman Ayebe di bîst û sê saliya xwe de û di sêzdeh rojan de ev roman nivîsiye. Gelo ji ber kîjan faktoran wî ev roman nivîsiye? Çi qewimiye û bandor li wî kiriye ku wî xwastiye vê romanê binivîse.

Di vê serdemê de, di bîst û sê saliya xwe de nivîsandina romanekê bixwebawerî û werekî bû.  Xwendina romanê nîşanî me dide ku paşxane û hişmendiya nivîskar çiqasî bihêz û pêşketî ye û xwedî nêrîneke edebî û estetîk e û xwedî hişmendiya entelektuel e.

Jar Lê Sermest li gorî dema xwe romaneke pêşeng û pêşketî ye. Sêwiran û fikra nivîsandin û mijara romanê li gorî serdema xwe ciyawaz û nûger e. Roman di nava pênc rojan de derbas dibe. Ji roja şemiyê dest pê dike û di roja çarşemê de diqede. Pênc rojên jiyana Sermest tên vegotin. 

Di Jar Lê Sermestê de zeman û mekan nediyar in. Em nizanin ku roman di kîjan zeman û mekanî de derbas dibe. Mekan wekî zanîngeh, kafe, kuçe û kolan, bajar bênav in û navên wan ên taybet tune ne. Jixwe navên taybet di romanê de gelekî kêm in. Di romanê de peyva kurd qet derbas nabe. Çawa mekan bênasname ne, di nasnameya karakterên romanê de jî şêlûtiyek heye. Em tenê ji navên karakteran û ji ber ku roman bi kurdiya kurmancî ye, dikarin bibêjin karakter kurd in.

Di navbera dinyaya romanê û dinyaya rastîn de peywendiyeke çawa heye? Roman ji faktor û strukturên civakî ve hatiye şûştin. Di romanê de qet behsa meseleyên polîtîk û civakî nayê kirin. Mînak pirsgirêkên civakî û polîtîk ên ku bi kurdan re têkildar in di romanê de tune ne. Takekesî li pêş e.

Romana Jar Lê Sermest hewla mîmariya avakirina civakeke nû û afirandina takekesekî nû ye... 

La belê mîmariya romanê bi ser neketiye û nîvco maye. Nakokiyên karakteran jî serneketina vê mîmariyê herî baş nîşanî me didin.

Roman li bajarekî derbas dibe. Lê karakterên romanê ji aliyekî ve bûne bajarî lê ji aliyekî ve gundî mane. Mînak karakterên romanê bi hunerê re eleqedar dibin. Li Bach, Handel û Vivaldi guhdar dikin. Resam in. Haya wan ji dîroka edebiyata dinyayê heye.  Karakterên romanê xwedî zewq in; muzîk, konser… Ji vê hêlê ve karakter bajarî bûne.

Ji hêla din ve hişmendî û ruhê karakterên romanê gundî mane û nebûne bajarî. Ruh û hişmendiya karakteran û kiryarên wan hev nagirin. Muhendîsiya nivîskarê ciwan di vir de nîvco dimîne. Mimkun e ku kesek li Bach, Vivaldi, Handel guhdar bike lê xwe ne hêja hîs bike? Di Sermest de kompleksa xwehêjahîsnekirin û nehatin-dîtinê gelekî zêde ye. Xwekuştina xwe wekî ku bê dîtin pêk tîne. Nivîskar li vir nebajarîbûna karakterên xwe dide der û nîşanî me dide:

“Ne kes hebûna min ferq dike û ne jî wê kes tunebûna min ferq bike. Çawa Jar hebû ferq nekirin û piştî mir jî ew ferq nekirin, ez ê jî weha bimirim. Lê gerek ne weha be. Ger di hebûna min de, kes min ferq neke, gerek ez weha bikim ku, di tunebûna min de, ez bêm ferqkirin.” r.40


Ji ber ku di rojeke serxweşbûnê de, Jar û Sermest bi hev re têkiliya hevzayendî dijîn, Sermest hevalê xwe Jar dikuje lê ji bilî wî her kes wisa dizane ku Jar xwe kuştiye. Karakterê ku ewqas bûye bajarî çawa di vê mijarê de gundî maye? Çawa nekariye di vê mijarê de li xwe zêde bike û xwe azad bike? Lê di xwekuştina Sermest de nediyariyek heye: Xwîner tam nizane Sermest ji ber ezabê wijdanê an ji ber ku nayê dîtin xwe dikuje. Bi ya min, Sermest ji ber ku nayê dîtin xwe dikuje.

Karakterê ku ewqas xwedî zewq e çawa dikare ewqasî zû dev ji jiyanê berde? Bi ya we jî li vir nakokiyek tune ye?

Di romanê de pasajên gelekî xweşik hene, van pasajan vegotina romanê zindî kiriye lê ji bo vegotineke bihêz têr nekirine. Piraniya vegotina romanê ez gelekî aciz kirim. Min gelekî zor da xwe ku ez romanê xelas bikim. Roman naherike. Bûyerên romanê di hişê min de zindî nebûn û xwe nedan hîskirin. Çend caran hindik mabû ku ez romanê nîvco bihêlim. Lê dema ku em ziman û vegotina romanê li gorî serdema wî binirxînin normal e ku ziman û vegotina romanê qels be.

 * Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hatîye weşandin.

Çend Hetan ra “Komara Kurdistanê ya 1946an” û Azadkerîya “Operayeke Kurdî”

                                

            
“Dîrok
Li mehabadê asê mayê.” Yehya Omerî

Mi ke kitabê Komara Kurdistanê ya 1946an qedinayî; persa ke bîya sey kulî, kurdê Rojhelatî û êye ke hayîdar meseleyê hewtay û çar serrî yo ke xo ra persênî hişê mi de zimayî:

Gelo Qazî Mihemed şêr bikerdênî senî qederêk Rojhelatî û kurdanê bînan bibîyanî? Eka cepheyê Mameşahê de xo bidanî serê artêşa Îranî, Seqiz dicayî bikerdênî xo birasnî Sine, meşterojê Komara Kurdistan senî bibîyanî? Peynîya înan zî bibîyanî sey kurdanê “Kela Dimdimî” nîyî komarî hîna emir derg û mayende bibîyanî? Xo bi heme hêzanê xo yê xo çîn û îmha bikerdênî, nîyî ver Îran de qezençê înan hîna gird bibîyanî?

Kurdê Rojhelatî bîyî di hetî, hetêko semeda ke Qazî Mihemed hemverê artêşa Îran de şer nêkerdo, xo ver nêdayo, ey rexne kenî, hetêko bînî zî heq danî ey û nêkerdişê şerî raşt vênênî.

Çend serrîyanê peyên de, Bakurî de ser o Komara Kurdistan de kitabên baş yenî weşanayiş: Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946an-1 ê Kakşar Oremar, Komara Kurdistanê ya 1946an ê William Eagleton Jr, Sovyetlerin Oyunları Karşısında Kürdistan Hükümeti ê Newşîrwan Mistefa Emîn û Kanlı Mahabad’dan Aras’ın Kıyılarına ê Necefkuşi Pisyan û Komara Demokratik a Kurdistan ê Karim Husenî.

William Eagleton Jrê yo pisporê rojhelatamîyanîn, kitabê xo yê bi Komara Kurdistan ya 1946an reya verîn serra 1663ê de weşenaye. Serra 2019 de hetê Fahriye Adsay çarnîyayo kurmancî, Weşanxaneyê Avesta ra zî weşanîyayo. Kitabî 183 rîpelan; hewtês beşan, di vervateyan û îlaveyêk ra pê yeno.

Kitabê Komara Kurdistanê ya 1946an, sey xebatêka antropolojik, nuştoxê çimanê kurdan ra  sebîyo çibîyo bi kronolojîkî meseleya xo vano ma rê.  Gelek babetan de zanayişanê bidetayan dano ma; derheqa cuya rojane ya o wextan, rewşa verî û estabîyayişê komarî, têkilîya kurdan mîyanîn, bi rûsan azerîyan, dewleta Îran, îngîlîzan û Amerika ra, derheqa Barzanîyan de…

Wendişê no kitabî ra verî derheqê Komara Kurdistan de zanayişê mi rêkûpêk nêbî, qismanê kitabanê ke bi çend paragrafan behsa Komara Kurdistan kerdo, tira pê amênî. Fehm û ewnayişêko mi yo heray û xorîn ser o Komara Kurdistan de çîn bî. Ez vakifê mesela nêbo.  Komara Kurdistan senî awan bîya, se kerdo, senî raşîyaya mi tam nêzananî. Wendişê no kitabî no hetan ra ez bihêz û aver berdo û ser o Komara Kurdistan de perspektîvêk rêkûpêk û fehmêko bidetay û herayane da mi.


22 Çile 1946 de, Meydanê Çarçira de, Komara Kurdistan bi merasimêk hetê Qazî Mihemedî ra amêyî îlankerdiş. 

Komarê de atmosferêk demokratîk û azadîwaz estibî, êye ke teberî ra amêbî komare ver no atmosferî de şaş bîyênî.Komarî emir xo yê aşmanê kilm de sîstema xo saz kerdibi; artêşê xo awan kerdibi, wezîran dîyar û peywirdar kerdibi, waştênî 700 dolarî meaşê bidî Qazî Mihemed la o no meaşî qebul nêkerdbi, semeda perwerde wendekaran erşawiyabî Bakuyî, weşanên radyoyî estbî, amêyişan Barzanîyan bi Mahabadî,  îhracatê tutin kerdênî. Rojnameyê  rojaneyê Kurdistan vejîyanî, bi nameyê Helala, Agir û Hawar kovaran vetênî, perwerdeyî bi kurdkî dest pê kerdibi, semedan dersan kitabî amêbî hedrekerdiş…

Çi heyf o ke verî teslîm girewtişê komare de kurd heme  arşîvê xo veşnênî. Ez xo bi xo meraq keno, gelo no weşanan ra çîyêk resayo ewro?

Serra henzar û newsey û çewrêsan de çar parçeyî Kurdistan senî rewşê de bîyî. Verî awankerdişê Komara Kurdistanê de çi qewîmîyayiş bîyî? Kamcîn bîyayişê awankerdişê komarî vejênî meydanî?

Bakur de Jenosîda Dêrsim bîya, Bakurê dekewna bêvengîyêka vîstî serrîn î dest pê kena, Rojawa de şair, nuştox û roşinvîrê kurdan mîyanê hewldananê sîyasî û weşangerî de bîyî, sey Hawar û Ronahî kovaran vejênî. Başurê de Mele Mistefa Barzanî, hemverê dewleta İraqê de nîyî hemverê teknolojîya teyarê de şer vîn kerdo, bi heme Barzanîyan derbasî Mahabad bîyo.  Rojhelatî de bajarê Mahabadê de kurdê ha mîyan hewldayişanê ke xo bindestî ra bixelesnî!...

Sey êşiranê Celalî, Mîlanî, Şîkakî, Herkî, Begzade, Zerza, Qerapapax( azerî yî la kurdkî qisey kenî û sey kurdan ciwîyênî) Mamaş, Debokrî, Mangur, Gawurk, Kelhor, Caf Rojhelatî de êşirê sereke yî. Êşira tewr pil Kelhor bî. Nufûsa Mahabadê o wext 16 hezar bîyo. Mahabadê panç keyeyî cihûyan, di armenî yew fotografkêş, o bînî zî şerabroş û çend azerîye karmend û mîsyoner estbî.

Serra 16 Îlonê 1942 de grubêk kurdan bi kilmekî bi nameyê Komela; Komeley Jiyanewey Kurdistan yan Komeleya Cuya Kurdistan rêxistina netewperwerî ya nimitkî ronênî. Roj ra rojî Komela mîyanê bajarî de zêdeyêr biyênî bibandorî. Qazî Mihemed dima ra beno endemê aye. Têsira partîya kurdanê Başûr bi nameyê Hiwa, ser o kurdanê Rojhelatî de bîyo ke rêxistan wînayîn awan bikerî.

Tebaxa 1944ê de koyê Dalanparê ke mîyanê sinoranê sêgoşeyê Iraq,Îran û Tirkîye de seba qebulkerdişê sembolîka yewîtîya Kurdistana Gird, xencî Rojawa, mîyanê delegeyanî sê perçeyê bînê Kurdistanî de kombîyayişêk virazîyayo û semeda berjewendîya Kurdistana Gird û paştdayişa yewbînan “Peymana Hîrî Sinoran” îmza kerda. Qasim Qadiriyî Komela û Rojhelatî, Şêx Ebeydullah Başûr, Qazî Mela Wehap zî Bakurî temsîl kerdênî.

Serra 1941ê de Rojawayê Îranî, Rojhelatî Kurdistan, hetê bakurî YKSS, başûr ra zî Îngîlîz dagir kenî.

Çend aktorî û hêz estî: Rûs, dewleta Îran, azerî, kurd û eşîrê kurdan labêla hêz û aktorê dîyarker û subje rûs î.  Azerîyan û kurdan obje yî, tayînkerdişê qederê xo rûsana besto û bi rûsan wazênî bibî subje.

Rûsan di reyî kurdan ra waşto ke heyetî bierşawîyî Bakuyî. Reya verîn semeda ke kurdî nedekewî bînî hakîmîyetanê hêzanê bînan, malumat dîyayo înan. La Rusan dîyo ke netewperwerîya kurdan ha berzî bena.

Heyetê diyîn serra 19445ê de şîyî Bakuyî.  Rûs semeda ku kurdê nêdekewî bînî sewbîna hêzan sey îngîlîzanî, bînê hakîmîyete Azerbeycan de û bi paşdayiş, teşwiq, destek û hamîyetê  rûsan de kurdan ra waşto ke Mahabadê de nîmxoserîyêk înşa bikerî. Rûsan xencî çend kesan kurd îkna kerdibi ke azadîya kurdan bê hegemonyaya Sovyetan realîze nêbena. Rûsan kurdan ra vatênî wexta ke kurdan Tirkîye û Iraqê resayî xoserîya xo, o wext tîya şima zî xoserîya xo îlan bikerî.  

Silehatdarên rûsan soz dabi heyetê ke sey tank, top, tivingê bi makîne, demançe, hetê aborî destek bidî Mahabadî, perwerdeya leşkerî bidî kurdanî, wendekarî kurd Baku de şîrî zanîngeh biwanî û matbaayêk bidî hukemata Komara Kurdistanî labêla nîmî sozê xo nêerdî ca.

Bi teşwiqa Rûsan Komela nameyê xo bedelnêna, kena Partîya Demokrata Kurdistanî.

Sebebê esasîya dagirkerdişê rûsan no yo bî ke waştênî îmtîyazê petrolî bigîrî xo destî.

Labêla rûs hata peynî ser sozê xo de nêvindênî, menfeat û berjewendîyê rûsan ke herême de qediya û ewca ra vejîyayî kurd bi teyna serê xo yê mendî.  Herçiqaş semeda xoverdayiş artêşêk viraştibi zî, şer nêkenî, bêxoverdayiş Mahabad teslîmê dewlata Îran kerdibi.  

31 Adarê 1947 de bi îdamê Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadr Qazî Komara Kurdistan raşîyêna.

Qazî Mihemedî ra verî teslîmgirewtişê komarî tira vanî”biremî” o vano, “ mi soz dayo netewa xo ke ez înan muhafaza bikero, eka ez biremo zaf tehda û zirar bide mîlleta mi nayê ra ez nêwazêno biremo, wa bêrî hesabanê xo mi ra bipersî.” 

Komara Kurdistan, adirê netewperwerîya kurdan Rojhelat  wekerdî, perçeyanê bînan de zî no adirê geş û berz kerdî. Komara bi emrê xo yê kilmêk hama zî têsîra kurdan kena, hêvî û bawerîya înanê azadî zindî tepişêna.

Kurd hîrî sebeban ra vîndî  û mexlub benî yew rîdî bêteknolojî diyîn zî rîdî eşîran; çînbîyayişê aqil û peymanêk hemparî ra.  Mersela Mîr Bedirxan, Simko Şîkakî, Şêx Sêîd, Agirî, Seyîd Riza, ewro zî Bînxetî  û koyanê ma de ha rîdî teknolojî  ra ha vîn kenî…. Hîrîyîn zî rîdî îxanetê aktoranê dîyarkerî ma vîn kenî. Mahabadê rîdî Rûsan ma vîn kerdî.

Çi rûs benî çi amerika beno, no hêzî sereke tim wazênî kurdan semeda emelan û amacanê xo bikarbêrî û dima ra kurdan nîm rayer de verdanî; danî kurdî vînkerdiş kenî la ganî ma hînî tarîxê û vînkerdişanê xo rê bimûsî ke ma bi haweyêko tewbigerî ke ma bide înan vînkerdiş.

Ewro zî ma nêzanî ma bawerîya Ameriqa bikerî nîyî bawerîya rûs bikerî. Bitaybetî Bînxetî de serê ma têmîyankewte yo labelê ganî Bînxetî de tarîx û qederê Komara Kurdistan tîya de tekerûr nêkero!...

Kitabo ke  bi nameyê Ji Rizgarkirina Hişê Ji Mêtingerîyê yê Ngugî wa Thiong’o, Fexrîya Adsay îngîlîzî açarnoyo kurmancî, no kitabî hemverê kolonyalîstan de şarê Kenya senî xo ver dayo, tecrubeyanê înan ma wanênî.  Ma tîya de  vênêne ke  tîyatro semeda şarê Kenya hemverê kolonyalîstan de senî bîyo wasitayêk bibandorê azadker î.

Ma zî Mababadê zî azadkerîya opera vênenî. No kitabê tewr zaf zî  bandora “opereya kurdan”  bala mi antî. Aşma Adara 1945ê de Mabahabê de grubêk xortanê partî bi nameyê “Dayika Niştîman” dest bi nîmayişkerdişê  operayêk kerdî. Opera bi fekê Mahabadî ra bî, mesajê netewperwerî danî. Cira verî sewbîna çîyî ê hende bandor û têsîrê şar nêkerdbî. Performansa aye bibî sey ayîna dînî ya evangelîst. Fikr, hîs, ramanê zafanê kesan bedelnabî. Aye Mahabad kerdî bajarêko netewperwer î. Atmosferê bajarî bi netewperwerî pir kerdibi, Dayika Niştîman bandorêka gird kerdibi kurdan ke reya verîn bi drameyêk biyênî şadê dej û jananê xo.

Semeda xo azadkerdişê kolonyalîzmê ra no herdî nîmune, ma mojnêne ke huner senî cayo ke bibandor û giring gêno. Nayê ra kolonyalbîyayox, hîna zaf huneranê xo geş û berz bikerî. Hetobîn ra averşîyayişê netewêk, qasî averşîyayişê huneran aye yo. Huner azad keno, aver beno û bextewar keno.

                              

5 Temmuz 2020 Pazar

Azadnekirina “Çar Mîx” û Êrîşkarîya “Qiseyên Xerîbîyê”




Di Pêşangeha Kitaban a Amedê de hevalê min Omer Faruk Baran şeş kitab ji min ra kirîbûn û kiribûn dîyarî. Ji wan yek jî pirtûka çîrokan a Ciwanmerd Kulek "Çar Mîx" bû.  Kurteromana Şener Ozmen "Qiseyên Xerîbîyê" jî dîsa di fuarê de min ji xwe ra kirîbû.

Min her du berhem li pey hev xwendin; pêşî Çar Mîx paşê jî Qiseyên Xerîbîyê.

Ji alîyê ziman, vegotin û teknîkê ve terza her du nivîskaran gelekî dişibe hev. Ev berhem nîşanî me didin ku her duyan jî ji hêla zimên ve gelekî zor daye xwe. Hem Şener Ozmen hem jî Ciwanmerd Kulek ji hêla vegotin û teknîkê ve gelek tişt li edebîyata Kurdî ya Kurmancî zêde kirine; bi taybetî jî qada şixulandina Kurmancîyê bifirehtir kirine, "Kurmancîya bajarî" geştir û bihêztir kirine.

Berîya ku dest bi Çar Mîxê bikim ez li hêvîya berhemeke kûrtir û xurttir bûm. Min digot qey ev berhem bi çar perçeyên welêr ra têkildar e û perçebûyîna welêt problematîze dike: Bi min wisa dihat ku ew ê  seba perçebûyîna welêt îdraqeke/têgihiştineke bitûnî ya ontolojîk û resimekî temamkirî bide pêşiya min. Lêbelê Çar Mîx ji çar çîrokan pêk tê, çar çîrok jî tene bi Bakurê welêt ra têkildar in. Lê niha meriv dikare bêje ku nivîskar û rewşenbîrên me li ser perçebûyîna welêt ne xwedîyê îdraqeke bitunî ne.

Nivîskarîya Ciwanmerd Kulek wekî arkeologan e:Çawa ku arkeologek dikeve pey objeyekê Ciwanmerd Kulek jî li dîyarde yan mijaran dikole. Mesela dikare li nûçeyeke rûpela sêyem a rojnameyan bikole û çîrokekê ji wir derxîne. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku Ciwanmerd Kulek dikare gelek tiştan bike çîrok. Ev jî hêza afirînerîya wî nîşanî me dide. Ciwanmerd Kulek wekî arkeologekî dest bi nivîsa xwe dike, meseleyê nola sosyologekî analîz dike, di encama çîrokan de fenanî nîgarvanekî dibe lê  Nietzcshebûyîna Ciwanmerd Kulek kêm e…

Di Çar Mîxê de çîrokên sosyolojîk hene. Her çîroka wî neynikeke tîpolojîyeke civakî ye. Di vê berhema xwe de nivîskar çar tîpên civakî û ew encamên determinîzmeke çawa ne nîşanî me dide. Di ber ra jî dike ku em edî nikaribin wan darizînin.

Dema em ji kûçe û kolanan re derbas dibin, carna em rastî dînekî tên, em ji xwe dipirsin ka gelo ew çawa dîn bûye, meraqek bi me re çêdibe. Di vê kîtabê de nivîskar bersiva wê pirsê dide.

Gava em li bajarên wekî Stenbol, Îzmîr û Enqerê rastî mafyayekî Kurd tên, em serpêhatiya wî meraq dikin. Di çîroka Hawara Xwedê, Kerîmo de jî nivîskar bersiva wê meraqa me dide. Di Mirin Dereng Dimîneyê de em encamên trajedîya eşqeke derengmayî a zilamekî xwedanzarok dibînin. Di Rojbûnê de xwendekarekî Kurd ku nikare zankoyê xelas bike, di bajarên Tirkan de çawa di arafê de dimîne, em wê dibînîn.

Gelo karekterên Ciwanmerd Kulek qederperest û bêîrade ne? Erê. Di têkilîya civakê û ferdan/kesan de em dikarin bêjin ku karekterên wî bêîrade ne. Di mekanîzmaya struktura civakî de çi rol ji bo karekterên wî hatibe dîyarkirin ew jî li gorî wê rolê tevdigerin. Rast e, karekter çawa bûye qurban û mexdûrê struktura civakî baş nîşanî me dide lê qet hewla liberxwedayînê yan nerazîbûneke karekterên wî li hemberî vê strukturê tuneye. Ew karekterên xwe azad nake. Lê dive wî bikiriyana, rîyên din jî bidana ber karekterên xwe.

Di Veguherînê de Franz Kafka kapitalîzmê însan çawa ji însanetîyê derxistiye nîşanî me dide. Hema hema herkes vî tiştî dizane. Diviyabû Kafka nîşanî me bida ka em çawa dikarin ji nû ve bibin însan jî lê wisa nekiriye. 

Ciwanmerd Kulek bi wan çar çîrokên xwe çi tişt guherand? Mudaxeleyî kîjan rastîyan kir û ew şikandin? Haya me hemûyan bi tîpên civakî yên ku Ciwanmerd Kulek nivîsîne, heye. Ji ber ku karekterên wî bêîrade û qederperest in, bê Nietzscehbûna wî, realîteyek bûye mijara berhema wî, Ciwanmerd Kulek ew realîte ji nû ve afirandiye.

Edebîyat; encama ku em dijîn, riyên xilasbûna ji wê encamê û riyên determînzma jîyaneke nû nîşanî me dide. Emareyên wê determînîzmê Di Rojên Kolerayê de Eşq a Marquez de he ne. Ew ji gelek alîyan ve mudaxaleyî rastîyê dike, wê dişkîne û feraseteke nû bi me re çê dike.

Bi ya min romannûsîya Şener Ozmen îro berztirîn qonaxa romana Kurdîya Kurmancî ye. Hêja ye û divê mirov hemû berhemên wî bixwîne. Ez her li hêvîya berhemên wî yên nû me.

Qiseyên Xerîbîyê dawîtirîn kurteromana wî ye. Tê de du beşên sereke û çend binbeş hene. Roman serpêhatîyên hunermendekî Kurd ê li Awrupayayê vedibêje û xwîner jî li gel hunermend li wir dest bi rewîtîyekê dike.

Ji alîyekî ve xwendina vê romanê zehmet e. Tew em dikarin bêjin ku di romanê de nivîskar pasîv, xwîner aktîv e û vegotineke hêmayî/îmgeyî tê de he ye. Nivîskar zorê dide xwîner ku hin tiştan analîz û temam bike. Mînak: Sernavê beşa yekem ScheiBe ye. Min ji hevalekî xwe yê Elmanîzan wateya wê peyvê pirsî, got “gû” ye. Di romanê de gelek peyv û qalibên bi vî rengî hene.  Wekî din jî ji ber ku nezanîya xwîner li hemberî romanê zêde ye jî fehmkirina romanê dijwar dibe.

Û ji ber ku Qiseyên Xerîbîyê ne nivîskar-navendî ye;  xwîner-navendî ye, qalîteya romanê bilind e. Ew bi vî awayî xwînerê xwe teralîye rizgar dike.

Cîyawazîyeke din a vê romanê jî ji hêla ruhî û kesayetîya karekteran ve ye. Bi qasî ku tê bîra min di hin romanên Hêlîm Yûsiv û Firat Cewerî de jî mekan Awrupa û mijar jî penaberî bû. Karekterên wan romanan xwe biçûk didîtin, di kompleksa bindestîye de difetisîn, parsekên hez û fehmkirinê bûn û di krîzan cur bi cur de diman. Payîza Dereng a Firat Cewerî wisa bû mesela. Karekterê Qiseyên Xerîbîye ji vê hêlê ve naşibe karekterên romanên berî xwe, di tîpolojîya vî karekterî de şikandinek çêbûye. Di Qiseyên Xerîbîyê de karekter bi xwe serbilind e, bi xwe bawer e, henekên xwe bi Awrupîyan û dagirkerên xwe  dike, serwext e; haya wî ji wî û dinyayê heye û li hemberî Awrupayîyan kompleksa bindestîya bi wî re tune ye. Ji vê hêlê ve ev roman dike ku xwîner jî bi xwe bawer bibe û tew heta cihekî xwînerên xwe azad jî dike!.. Di romanê de “ez”a nivîskar xurt e lê “em”a wî  bi problem e.

Di Qiseyên Xerîbîyê de Şener Ozmen xetayek kirîye. Ez nizanim haya wî ji wê xetayê he ye yan tune ye.

Ji hêlekê ve Qiseyên Xerîbîye romaneke êrîşkar e û tê de şîddetek heye. Di romanê de li ser xwîner û “em”ê êrîşek heye. Di vê romanê de di têkilîya “em” û “ê din” de “ê din” êrîşî “em”ê dike. Loma jî di “em”ê de krîzêke sosyopsîkolojîk û hêbûnî çê dibe. Roman jîyana Kurdan û ya Awrupayîyan bi xwînerên Kurd dide muqayesekirin. Jixwe muqayesekirin bi xwe şîddetek e. Ji ber hestên valahî û derengbûnê krîzên psîkolojîk û sosyolojîk di wan de çêdibin.

Di heman demê de di têkilîya nivîskar û xwîner de jî êrîşeke li ser xwîner jî heye. Nivîskar xwe û xwîner dide ber hev. Nivîskar ji xwîner re dibêje "min ev dît, min jîya lê te nedît, tu nejîyayî". Gelo çi ji destê me çû, me çi nejîya, me çi ji dest da... Van pirsan bi xwîner dide pirsîn.

Gelo nivîskar bi zanayî musade kirîye, hiştîye ku  “ê din” êrîşî “em”ê bike? Lê ku haya nivîskar ji vî tiştî tune be? Ma qey edebîyat li hemberî “ê din”an bihêz û dewlemendkirina “em”ê, înşa û pênasekirina “em”ekê bû? Di vê romanê de em “em”a xwe ne li gorî “ê din"; bi xwe pênase dikin. Hem jî “em” di bin şîddeta “ê din” de ne.

Di edebîyata Kurdî de gelek romanên meşrûker he ne ku arezû û daxwazên xwînerên meşrû dikin. Helbet em berhemên bi wî rengî jî nahebînin!

Berhemek divê ne erîşkar ne jî meşrûkar be, divê ne nerehetker/bêhizûrker; ramanî be û rexnegir be û merivan bide fikirandin. Wekî Bîyanîya Albert Camusî…

Kunye:
*Ciwanmerd Kulek, Çar Mîx, Weşanên Avestayê, 158 rûpel.
*Şener Ozmen, Qiseyên Xerîbîyê, Weşanên Lîs, 128 rûpel.

*Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hatîbû weşandin.

DKKI: Xelaskirina Rabirdûyê û Pûtepêdana Dahatûyê

                                  


Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîya ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û gotinê kolabû. Deng bi ruh, bîra kolektîv û metafîzîkê ra têkildar e. 

Dengbêjî parastin û dewamdarîya hêbûna Kurdan e. Ku îro Kurd nebûne xwelîya dîrokê, bi xêra dengbêjîyê ye. Xwedê rasterast kitabek ji Kurdan ra neşandîye. Lê mirov dikare bêje ku dengbêjî kitaba pîroz a Kurdan e.  Çimkî fonksîyona dengbêjîyê jî wekî ya kitabeke pîroz e. Qesta min bi vê gotinê çi ye? Dengbêjîyê wekî kitabeke pîroz Kurdî parastîye, nehiştîye ku Kurd tune bibin û bibin xwelîya zemanî. Dengbêjî nebûya Kurdan nikarîbû bîst û neh caran serî hildin. Ku Kurdan bîst û neh caran serî hildaye, bandora dengbêjîyê tê de gelekî mezin e.

Dengbêjî; tarîxnasî ye û bi muzîkê qeydkirina tarîxê ye. Dengbêjî parastin û ji nû ve afirandina bîra kolektîv e. Li ser bûyerên dîroka Kurdan ji nivîsîna kitab û maqaleyan zêdetir, kilam hatine gotin. Kitab nikarin xwe bigihînin her kesî lê kilam dikarin.  Çend rojan berîya vê li ser komkujîya Gêlîya Zîlan min hinek lêkolîn kir. Li ser komkujîye çend heb kitab hatine nivîsandin û belgefîlm hatine çêkirin. Lê kilamên ku dengbêjan li ser Gêlîye Zîlan deranîne ji kitab û belgefilman zahf zêdetir in. Nifşa Yyê a Kurdan nîvenîv, nifşa Zyê bi piranî ji bîra kolektîv a dengbêjîyê qut bûye. Em nifşa Yyê ne, em rasterast ne bi kilamên dengbêjan; bi stranên di qasetan de mezin bûn. Ji ber vê bîra me ya kolektîv pirr ne xurt e. 

Dengbêjî  parastin û ji nû ve afirandina ziman e;  estetîkkirin, dewlemendkirin û pêşvexistina wê ye.
Hem afirandin û hem jî tunekirina kulturekê gelek salan li ber xwe dide. Li Tirkîyeyê ji bilî Kurdîya Kirmanckî û Kurmancî qala hêbûna 35 ziman û zaravayan tê kirin. Ji ber hemû plan û programên asmîlasyonê yên giran, sed sal e Kurdî wekî wan 35 ziman û zaravayan tune nebûye, ew hêj jî li ber xwe dide. Di vê berxwedanê de bandora dengbêjîyê gelekî mezin e. Ji ber ku di çanda zimanên din de hêzeke wekî dengbêjîyê ya sed salan tunebû, ew zû asmîle bûn.

Şewat ketîye rabirdûya Kurdan, kulturê maddî û manewî yê zimanê Kurdî. Pêşaroja me, kultura me dişewite!..
Di sih salên dawî de dewamdarîya dengbêjîyê ketîye sekerat û krîzê!.. Ji nû ve nayê afiriandin, dengbêjî gelekî hêdî bûye!..

Di fîlma Kilama Dayika Min a Erol Mîntaşî de sehneyek heye,  temaşekeran gelekî diêşîne û diqehirîne; lehengê fîlmê ji bo dayika xwe digere ku qaseta dengbêjekî peyda bike. Ji bo vê yekê xwe digihîne dengbêjekî ku li Stenbolê dijî. Di wê sehneyê de em xanîyên zahf xirab û hilweşîyayî,  bêkesbûn, bêxwedîbûn û tenêtîya dengbêj dibînîn ku ew li  ber mirinê ye!..  Ew ji lehengê fîlmê re wiha dibêje: “Dema ku ez mirim şaredarî wê hemû tiştên min bavêje çopê”. Bêxwedîbûn û bêkesbûna wî dengbêjî temsîla bêkesî û bêxwedîtîya kultura me û muzîka Kurdî ya tradîsyonî ye. Tiştên ku bavêjin çopê ne qaset, cil û berg, kelûpelên wî Kurdî yên şexsî ne; dengbêjî ye, kultura me û muzîka me ya gelêrî ye. Sekerata wî dengbêjî nîşan dide ku zimanê me, kultura me, foklora me, rabirdûya me bi xwe li ber mirinê ye!..

Carekê min ji hevalekî xwe yê Colemêrgî pirsî, “Tu navê çend dengbêjên Colemergî zanî?" Çi heyf ku hevalê min nikaribû navê yekî jî bêje. Li bakurê welatê me bi tevahî çend dengbêj hene? Pênc hezar in, deh hezar in an jî  bîst hezar? Ji wan kilamên çendan hatine berhevkirin û dîjîtalîzekirin? Arşîva çendan temam e? Çi xebat li ser dengbêjan û dengbêjîyê hatine çêkirin? Xebatên bîyografîk, yên berhevkarîyê û antolojî ji tilîyên du destan derbas nakin. Çend qasetên dengbêjan ên ku bi amotorî hatine qeydkirin niha dîjîtal in?

Li Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur hata niha çend albûm hatine çêkirin? Em pirsa xwe bes li ser Bakur bipirsin; niha li Bakur baş an jî xirab qet ferq nake, heta niha çend qaset, CD û albûmên dîjîtal hatine derxistin? Ji salên heftêyan heta îro li Bakur kultureke maddî ya muzîka Kurdî ya teknolojîk çêbûye; wekî qaset, CD, poster û radyoyan.  Ji bilî çend arşîv û berhevkirinên şexsî xebatên arşîvkirin, çêkirina koleksîyonan, katologkirin, dîjîtalîzekirin û amadekirina muzeyan hema hema qet tiştek çênebûye. 

Ji ber ku konteksta nivîsê mûzîk e,  wan prosesan bi muzîkê sinordar dikim. Nola amûrên çandînîyê, gundewarîyê û metaryalên folklorê gelek tişt hene ku divê gavek berî gavekê bên arşîvkirin, koleksîyonên wan werin çêkirin, ew bên katalogîzekirin, dîjîtalîzekirin û di muzeyan de werin parastin û nîşandan. Li gorî ên din metaryalên folklorê yên zimanî piçekî din zêde hatine berhevkirin. Mînak Ehmedê Dirihî navên kulîlk û nebatan, Dîlawer Zeraq biwêj berhev kirin. Weşanxaneya Wardozê  hewl dide ku berhemên devkî yên folklorê berhev bike. 

“Bimekankirina zeman” û veguhestina rabirdûyê bi dahûteye ve, pûtepêdana paşerojê bi prosesên arşîv, koleksîyon, katolog, dîjîtalîzasyon û muzekirinê pêk tên. Mesela heger koleksîyonkirin, arşîvkirin, katologkirin nebûna ne Umberto Eco ne jî Orhan Pamuk nikaribûn romanên bi wî rengî binivîsin. Gava zeman bi mekan bû edî nayê jibîrkirin. Romanûsên Kurd nikarin romanên dirokî yên baş binivîsin çimkî ji bilî xeyalan, şûnwarên dîrokî, çend kitaban, mînyaturên Şerefnameyê û fotografên Kurdan ku ew jî bîyanî û mîsyoneran kişandine tiştên me yên maddî tune ne.

Pratîkên ku îro dengbêjîyê û kultura maddî ya Kurdî ji vê sekaretê xelas  bike ev in: Arşîvkirin, koleksîyonkirin, katologkirin, dîjîtalîzekirin û muzekirin. Tiştê meriv pê dilxweş û hêvîdar bibe ew e ku sazîyeke me heye, dest bi van xebatan kiriye.

Berîya niha bi salekê li Elmanyayê Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut ango Enstîtûya Çanda Kurd û Elmanî hat avakirin. DKKIyê çend rojan berî vê berhemên projeya xwe ya bêhempa, Dîjîtalîzekirina Kilamên Radyoya Erîvanê li ser platformên dîjîtal belav kirin. Wê projeyê di medyayê de deng veda, ew bû sedema hêvîgeşî û keyfxweşîyê…

Xebat û projeyên bi vî rengî xelaskirina rabirdûyê ne û pûtepêdana dahatûyê ne.  Xebat û projeyên wisa encamên xwe yê mezin ne tavilê, bi wextê ra nîşan didin. Wekî din jî MA Musicê  mekteba dengbêjîyê vekirîye. Ji bo ji nû ve afirandinê û dewamdarîya dengbêjîyê karekî heyatî û ferz e. Hêja ye ku ev pratîk bibe mijara nivîseke din.

DKKI dê xebatên xwe berfirehtir, sîstematîktir bike. Ew ê ji bo  tevahîya dengbêjîye qasetên amotor ên ku di qulên dîwaran de mane derîne. Ew ê seba mûzîka Kurdî ya teknolojîk bixebite û projeyan li dar bixe. Bi vî awayî dê hem dengbêjîyê ji sekeratê xelas bike, hem jî qismekî kultura maddî ya Kurdan veguhêze dahatûye. Ji bo dahatûya muzîka me wê encamên gelekî baş derîne.

A girîng ev e; divê em her şixulî li DKKIyê bar nekin, çanda Kurdî bi wan sînordar û xwe jî zahf teral nekin. Hewce ye em jî li ser bifikirin, xwe biêşînin û hewl bidin ku em bi xwe dezge û sazîyan bi vî rengî, li welatê xwe ava bikin û bixebitin. Lazim e heta ji me tê em barê DKKIyê, sazî û kesên xwedanxîret sivik bikin. Çimkî ev karê civakî û kulturî barê me hemûyan e.

Bi hêvîya ku DKKI bibe dezgehekî sedan salî…

* Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hatîbû weşandin.

Ser o Mîmarîya 11 Filmê Tewr Başî

          Ez her çîyê xo hewl dano ke peywenda konseptêk de bikaro yan zî her çîyê xo konseptêk de bido roniştayiş. Teza mina mesterî, bi ...