19 Mart 2020 Perşembe

Şêxo Fîlîk: Bi meşa berepaşkî paşeroj nayê guherendin...


                                        

Li ser kitêba berî ya bi nava Bêbawî û kitêba nû ya bi nava Ew Ne Ez Bûm, nivîskarî û afirînerîya hêja Şêxo Fîlîk  me hevpeyvînek  kir...  

                                        


Berhema te ya yekem a bi navê Hebanoka Çîrçîrokan di sala 2013an de çap bûye. Di sala 2015an de jî Bêbavî û sala 2020an, berî çend rojan jî Ew Ne Ez Bûm ji Weşanxaneya Avestayê hat weşandin. Di nava heft salan de sê berhemên te hatin weşandin.  

                                     

-Ji Hebanoka Çîrçîrokan hata Ew Ne Ez Bûm tu dikarî behsa guherîn û veguherîna çîroknûsî/nivîskarîya xwe bikî?

hema bêje tiştek neguheriye û dîsa ew kesê roja ewil im ku hê jî li ser heman baweriyê me; nivîsandin tenê ne derbirîn û dilrehetkirinek e, ew seknek e, bertek û lênêhirtenek e li (hem)ber heyîn û hebûnê…

-Çima ewqas dem ketîye navbera Bêbavî û Ez Ne Ew Bûm?

ne ku ‘ez ne ew bûm’, ez bûm, lê ‘ew ne ez bûm!..’ ferq çiye?..  ferq di baweriya pênaseya li jor de xwe dide der û bawerî pîrozî ye, pîrozî ji efsûniyê, efsûnî ji tirsê, tirs ji nezaniyê û nezanî ji zanînê dizê, lê zanîn?.. ew nayê zanîn, guherbar e zanîn jî wek valahiyê?.. xapînok e… ku ne xapînok bûya qaşo matemetîk “teoriya ku hatiye ispatkirin” e lê gava em bêbavî û ew ne ez bûm li matemetikê dixin hesab li hev şaş dibe, çi ku li gor matematikê divê bêbavî 5 salan ji ew ne ez bûm mezintir bûya, lê na, li xwe nade der lê ew ne ez bûm 3 salan ji bêbaviyê mezintir e, lewre ew ne ez bûm 3 salan beriya bêbaviyê dest pê kir lê çima ku xebateke dîtir bû, hewcedariyên wê jî dîtir bûn; eleqeyeke dîtir, ranêzîkbûneke dîtir, pêwendiyeke dîtir û axir…
bi xwî û xisetên xwe, bi qarekter û keseyata xwe, bi xwezî û xwazeya xwe her berhem zarokek e li ber dilê min û ‘ew ne ez bûm’ bi her hawê xwe zarokekî otîstîk e, demdirêjiya wê ji ber taybetmendiya wê bû û ji bo ku were pê jê re xwendin û lêkolîneke berfireh hewce bû, loma di paşxaneya xwendin û nivîsandinên min de hêdî hêdî jixwe re dihat pê, di dilê min de, bi min re…

- Bi vê estetîk, vegotin û teknîkê, bi vî zimanî Şêxo Fîlîk dikare gelek çîrokan biafirîne, tu bi vî zimanî çi binivîsî wê bê xwendin, gelo çima tu zêdetir nanîvîsî, nafirînî? 

bi meşa berepaşkî meriv  nikare paşeroja xwe biguhere, ji ber ku rewşa me ya polîtîk sîrayetî edebiyata me jî kiriye rest e ku di berhemdariya kurdî de valahiyek heye lê hewce ye em navê wê valahiyê rast deynin û bi min pêdiviya edebiyata me ne çendanî lê çawanî ye, jixwe ez jî naxwazim navê min bi hêjmara nivîsên min lê bi çawaniya wan bê hilanîn, ma qey her du bi hev re ne pêkan in, ango nabe ku em him zêde binivîsin û him jî berhemên me baş bin? çima ku nivîs ji wesandin û dilbijandinê bêhtir bi afirandinê re têkîldar e û afirandin jî ji derfetên maddî manewî heta derûniya însên ji gelek hokeran pêk tê Wirginia Wolf di “odeyeke meriv a bi xwe” de bersiva pirsa te pir xweş daye bê ka ji wan hokeran yek kêm be afirandin çawa betal dibe.

- Xwîner li zimanê te têr nabe û bêrîya ziman û vegotina te dike. Te bikaranîna kurmancî firehtir kirîye, vegotin û teswirên te xwe digihînê hûrgîlî û detayên psikolojîk û polîtîk. Ji hêla vegotin, teknîk, estetîk, zewqa edebî û ziman ve tu çawa ewqas kamil bûyî? Tu çawa xebitîyî ku vegotin, teknîk, estetîk û ziman ewqas bi hostetî bikartînî? Te çi kir ku te wekî Bêbavî û Ew Ne Ez Bûm di edebîyata kurdîya kurmancî de du berhemên bêhempa afirandin?

wek çawa me got bi meşa berepaşkî paşeroj nayê guherendin her wiha bi xwezî û hêviyan jî pêşeroj nayê sazkirin, pêşeroj xeyal e, armanc e… riya ku meriv digihîne armanc û xeyalan jî xebat û xîret e, belê du gotinên klîşe ne xebat û xîret lê rastiyên rastîn jî carinan dibin klîşe, li dinyayekê tehayyûl bike; cihê ku xelk bi wesayîtan diçe tu mecbûr î ku peyatî biçî, an divê tu dev ji çûyîna wê derê berdî an jî li rêyekê, li derî û derfetekê bigerî ku beriya xelkê xwe bigîhinî wir, nexwe bi nifir û dijûnan neyar û xêrnexwaz têk naçin û bi dirûşmeyan jî…

-Ez Ne Ew Bûm 63 rûpel e lê xwîner dixwaze 663 rûpel be. Çima Şêxo Fîlîk berhemeke 663 rûpel nanivîse?

nizanim

-Di afirenerîya Şêxo Fîlîk de teqinek çê bibe? Heta niha sê kitêb nivîsîye? Jê û şûn de her salek berhemek te em bixwînîn?

nizanim, dîsa…

- Rojek hevalekê min got, “heta ku mirov ji bajerê xwe hîcret neke nikare bibe pêxember” Derdekî te bi ziman ra heye. Di heman demê de bi min tirsa te ya ziman jî heye; zimanê te înşakirî ye, tu ditirse ku ji nava sînorên vî zimanî derbikevî û tu ji hilweşandina vê zimanê ra ditirsî. Ji ber vê tirsê û fikarê ji hêlekê ve zimanê te, te sînordar dike û tu nikarî; naxwazî  tiştên din bikî çîrok. Gelo tu ji bo vê tespîtê min fikrên te çi ne?

di warê hûnerê de hemû welatên ku bi meqesa xwe dibirrin û bi derziya xwe didûrin ango welatên xwedîstatû û bi destûmistê xwe jî hewl didin li dijî kapîtalîzmê li ser piya bimînin, yên mîna me bindest jî him li dijî kapîtalîzmê him li dijî bindestiya xwe… yê min ez bindestiya xwe wek belayeke li serê xwe nabînim, pê re li hev im, belê ev qebûlkirinek e ji ber ku guherîn û guherandin bi qebûlkirinê pêkan e, jixwe ne hewce ye ku bibêjim qebûlkirin ne normalîzekirin e, derdê min î bi zimên re jî bi vê re têkîldar e, lewre bindestiya min beriya her tiştî bi zimên xwe bi min dide hesandin û dike ku di pêwendiya fenomenolojî, psikanaliz û hebûnweriyê de guh bidim felsefa zimên a J. Derrida.  
helbet ew kesê ku tiştek ji xwe re kiribe derd û pê re pev biçe tirs bivênevê ye, ji ber ku ev pevçûneke nebinavkirî ye dawiya dawîn û kes nizane wê kî kê têk bibe lê tirs motîwasyoneke baş e jî ji têkbirina ihtîmala têkçûnê re, ne me got çavkaniya baweriyê pîrozî ye, ya pîrozîyê efsûnî û ya efsûniyê jî tirs e, ev formûlasyon jî bi me dinimîne ku baweriya bi awayekî îndîrekt ji tirsê dizê di heman demê de jehrkûja tirsê ye jî, pêwendiyeke paradoksal be jî ev wiha ye…
û tespîta te ya ‘sînordar kirin’ û ‘naxwazî, nikarî tiştên din bikî çîrok’ jî dikim baqeguleke rexneyê û didim ser seran û her du çavan da ku di demeke firehtir de li ser bifikirim û xwe rast bikim

- Mijarên Ew Ne Ez Bûm polîtîk in, bi dîyardeyên polîtîk ra têkildar in: Travma, tirs, bîra kolektîv, zeman, mekanê çil salên dawî hene. Di edebîyata Bakurî de mijar û zemanê berhemên ku derpolîtîk in gelek kêm in. Piranîya nûserên edebîyata Bakurî ya çil salîya dawî ji hêla zeman û mijaran ve hepsîyê zeman, mekan û mijarên hegemonyaya polîtîk bûne. Bi min tu jî ji wan hepsîyan yek î, ji ber vê tu gelek sînordar dibî.  Ji ber vê wekî Cortazar, Borges Faulkner, Wirgina Wolf, tu nikarî berheman biafirînî. Çima nuserên kurd nikarî ji xwe vî zeman, mekan û mijaran rizgar bikin? Zemanek, mekanek, mijarên nû an jî mijarên bi vegotina din biafirînî? Ji bo yekê fikr û hestên te çi ne?

kî dibêje Cortazar, Borges, Faulkner û Wolf ne polîtîk in?.. dijberî wê ev navên ku te hilanîn bi polîtîkbûna xwe tên nasîn, ji polîtîkbûnê qesta me ne nivîsandina metnên propagandeyî ne bêguman, ji ber ku metnên edebî ne manifestoyên partî û rêxistinan e, bi min jî her çar nivîskarên navborî serkeftî ne lê gelo em dikarin bibêjin reseniya mijarên ku wan li ser nivîsiye ew serkeftî kirine? an jî mekan û zeman!..
ku berhemek bi xisusî li ser mekan û mijarekê nehatibe nivîsîn, mekan, mijar, zeman sê hokerên talî ne li ber vegotin, xweşbêjî, rîtîm, retorîk û felsefeya wê berhemê, ger em –sermeselê- mekanê bikin krîterek ji bo nirxandina başî û nebaşiya berhemekê, piraniya çîrokên Wolf lamekan in, nexwe divê em berhemên lamekân derveyî vê nirxandinê bigirin?  heqet mekanê çîroka bi navê “Portre” a Wolf ku der e, an jî mekanê çîroka “duşem an jî sêşem”? Faulkner di “sewt û hêrs” de ji me re qala kîjan mijarê dike? Cortazar di “tangoya riya vegerê” de ji me re qala çi dike, mekan ku der e, zeman çi zeman e?     
zeman, mekan û atmosfer sê hoker in ku rasterast bi vegotinê re têkildar in û Wolf, Cortazar, Faulkner ew nivîskar in ku bêhtir bi vegotina monologî an jî herikahiş dinivîsin, herikahiş jî wê derfetê dide nivîskêr ku di nava mekan û zemanan de bi dilê bigere û ji qewlê te ve hepsî mekanekê nebe…
helbet herkes azad e ku li ser berhemeke çapbûyî her tiştî bibêje, loma her tespîtek heqê te ye ku tu bikî lê di vir de bi ya min rexneya te an jî tespîta te divê derheq şêwaza min de bûya ji ber sedemên ku min rave kirî û ji ber sedema ku ‘bêbavî’ jî û ‘ew ne ez bûm’ jî bi herikahiş û monologî hatine nivîsîn…

-Çima arezûyê har û bengîyê dînîtîyên nûserên kurdî ji hêla afirandinê tuneye? Çima nuserên kurd bi xwe ne bawer in? Arezûya wan tuneye ku wekî Kayıp Zamanın İzinde, Ulysessê berheman biafirînîn?

naxêr, ji hêla têma û mijaran ve di dinyayê de nûserên herî ‘bi xwe bawer’ nûserên kurd in çima ku sazî û dezgehên me yên venêrinê û metirsiya qedexekirina pirtûkan li ba me tune, loma dema em lê dinêrin ji ensestê heta pedofîliyê, tiştek nemaye ku nebûye mijara nivîsên nivîskarên kurd, loma jî heke ev xwebawerî bê hesibandin bi min problema edebiyata me ne xwebawerî ye.
ev li aliyekî, bi ya min balkêşiya mijarê jî ne pîvanek e ji bo başî û nebaşiya berhemekê, pîvan ew e ku mijar çi dibe bila be nûser ew bi çi hawî, bi çi zimanî û bi kîjan şêwazê daye, ji ber ku heqet jî ‘di bin ezmanê girover de tiştek nemaye ku nehatibe gotin’ û êdî ji gotinê bêhtir şêwaza gotinê qedra berhemê diyar dike ku ‘ew ne ez bûm’ rasterast ji bo ku balê bide ser vê rastiyê bi teknîka kolajê hatiye nivîsîn.  

-Ji bo penç û deh salên pêş me ji bo nivîskarî; afirenerîya te plan û projeyê te çi ne?

ku Coronayê ruhê me ji me nestand û em man heta çend salên din emê bi hev re bibînin, ma nabe?..

9 Mart 2020 Pazartesi

Meymanperwerîya Dagirbîyayoxanî û Meşrukerdişê Dagirbîyayişê Înanî




                                                                         1.
Meymanperwerî her çiqas teberî ra bi dildarî biaso zî la  raştîya xo de bi ferzkerdiş û mecburîkerdişê  îqtîdarê, dînê,ehlaqê, huquqê û normê komelkî de realîze bena. Labela mîyanê komelî de ferasetê  xeletê meymanerwerî bi dildarî bena esto. Meymanperwerî bi dildarî nîyî rîdî ferzkerdiş û mecburîyetî ra bena.  Gelo meymanperwerîyêkê ke bi dildarî bena qe çîn a? Pênasekedişê bellîkerdişê sinoranê meymanperwerî zaf zehmet o.  Goreyê Derrida mumkîn nîyo ke meymanperwerî bêro pênasekerdişê û meymanperwerîya bi dildarî bivirazîyo.  Xora problamatizekerdişê no nuşteyî pênasekerdişê û mûnaqeşekerdişê problamananê meymanperwerî nîyo. Têkîlîya dagirbîyayoxan û dagirkeran de meymanperwerîya dagirbîyayoxana ke hemverê dagirkeran înan de  problamatîze kena, kewno persa: dagirbîyayoxî senî beno ke hemverê dagirkeranê xo de benî meymanperwerî dimê, wazêno bînê na persî bikeno, hetê psîqolojîk ra sedemanê ey rabikero ortê û meymaperwerîya înan dagirbîyayişê înan merşru keno xo rê argûmanatîze keno.

Bîngehê meymanperwerîyê de barkerdiş, hetkarî û holbîyayişê esto. Keyeyê xo, werda xo, cila xo barkerdiş o û hetkarîyêkerdişê çaresekerdişê probleman û tenganeyan o.  Xeribê ke amê welatê kî yan zî kesêk amê keyeyî kî ganî kî verê ay xeribê û kesî de holî bibî. Barkerdiş, hetkarîkerdiş, holbîyayiş umumî rîdî mecburîkerdişê û ferzkerdişê sey strukturê îqtidar, dîn, ehlaq, pragmatizmê ra yo. Oyo ke tewr girng o; meymanperwerî de peymanêka muqabilanê amêya viraştiş esta. Mesela sey no îfedeyan mîyanê komelî de zaf eşnawênî  "ez înan rê ê zî wa mi rê bikî, kam ke kê rê meymanperwerî nêbî kê zî nêbenî." No hawa îfedeyanî delîlê peyman î.  Gelo  çend tewirî meymanperwerî estî?  Heme meymanperwerî muqabilane yî? Di tewirî meymanperwerî estî; miyanê xo de û teberî dir. Meymanperwerî her çiqas zafanê muqabilanê  bibo zî ge-ge bêmuqabilanê zî meymanperwerî benî.  Meymanperwerîyê ke teberî dir bena no tewir î.

a. Meymanperwerîya Mîyan Xo De 

Meymanperwerîyê ke komelî mîyanê xo de kena.  No tewirê meymanperwerîyanê hemîn de de hima hima qrîterê hemveranê esto. Eka cayêk de hemveranê bibo ewca de mecburîyet û ferzkerdiş zî esto.  "Ez înan ra keno wa ê zî mi rê bikî." " Înan ma rê nêkerdî ma zî nêkenî." "Ê ke amêyî dewî ez meymanperwerî înan keno la ez ke şîyo bajarî  êyî meymanperwerîya mi bikî" No hawa îfadeyî peymana muqabilanê nawnênî. Sazkerdişê no tewir meymanperwerî, meymanperwerî ra vejîyêna çerîxina qrîz û pêrodayişê hêzanî û hetê başî ra muqayesekerdişê meymanperwerî. Meymanperwerî beno nawitişê sahayê hêza xo. " Mi hîna baş meymandarî kerdî, o nêşê qasî mi bikero." Meymanperwerîkerdiş hêz û quwetî wazêno. Mîyanê komelî de ekonomîyê her aîle seyyewbîn nîyo, tayê zengîn î,  tayê hejar î.  Wextê meymanperwerî muqabilanê bîyî aîleyêka zaf feqirê zî seba ke bînê meymandarîya nêmano seba meymankerdişê amedekarîya ey tim ha hazir a. Nayê ra aîleyêk zaf hejar zî  mecburane no hêzê û quwetî xo de hawano.  Reîsê keyeyî seba meymanperwerî rizqê gedeyanê ra birnêno seba meymananî hedre keno.  Merdimo ke feqirê, feqireya xo limnêno xo sey zengînêk nawnêno. Meymanê ke amêyî her çîyî meymananî ra hedrekerdiş û zerê keyê de werd çîn gedeyî biwerî la la odeyê meymananbîyayiş tam zî na rewşê îzah kenî.  Hawanayişê meymananê xo reydir prestîj û statû ano.  Meymankerdoxê bi çendanîya hawanayişê meyman ê hende sereberze beno.  Mavajim keso ke hînî şêno meymandarî bikero, şiktayişê rumete ey yo, rumetxodayiş.  Keso ke nêşê meymananî bihewêno semeda înan kêmbîyayişê prestîj o nimzbîyayiş o.  No hawa meymanperwerî maxdurîyet ano meydanî. Bi kesayetîya ke xonêbiyayiş, xonimitiş, riyakar, sextê û nesamîmî netîce bena.  

b. Meymanperwerîya Teberî dir
       
Kesê ke teberî ra yenî welatêk dagirbîyayoxê dir dekewnî têkîliyî di qategorî yî. Yewîn, sey seyyahan, çerçiyan, rotoxan, raywanan, turîstan î.  Diyîn zî  karmendî, polîsî, leşkerî, mamosteyî welatê dagirkerî. Hemverê qategorîyê yewîn de meymanperwerî însanî û heq a. Teberî ra keso ke amê welatê kî, kî mesuldarî kî ke meymanperwerîya înan bikerî. La hemverê qategorîyê diyîn de meymanperwerbîyayiş heq nîyo, însanî nîyo, wîjdanî nîyo, ehmeqtî ya, xonêzanayiş o, xobîyanîbiyayiş o. Ehmeqtî ra qestê mi aqilê xo bikarnêanayiş û nêşîyayişê fikrîyayiş o.
     
 Bifikirî welatêk yeno dagirkerdiş; hînî xoser û azad nîyo, dagirkerê heme zengînîya înan çi bînerd û sererdî wazênî  hemin bitarawi,  ziwan, kulturî, hunerî, tarîxî, edebîyatê, mûzîkê... înan çîn û kor û asmîle bikerî,  înan xo ya bestî, bikerî kole û zîmkarê xo.  Dagirkerî seba resnayişê amacanê xo her rayer û metodê xo rê meşrû veynênî.  Dagirkerdişê welatêk ra dima karê  diyînê dagirkaranî ziwanê xo mûsnayişê şare dagirbîyayox o. Perwerde bi ziwanê welatê dagirbîyayoxî qedexe kenî, wazênî ziwanî xo bidî banderkerdiş. Ziwanê perwerdeyî kenî bi ziwanî xo. Bitaybet zî wazênî domanî ziwanê xo, xo vîr ra bikerî, ziwanê xo nêzanî. Ziwanê  xo vîr ra kerdişê û nêzanayişê gedeyanê welatê dagirbîyayoxê ke yeno manaya qerefnayiş maneyê welatê dagirbîyayoxê, heme srukturê kulturî û komelkî tîya ra dest bi bedilîyayişê keno.  Wextêk gedeyî welatê dagirbîyayoxê ziwanê xo dera bîyî,  dagirkerdişê resêno amacê xo. Mane qerefnayiş; manê însanê ke qerefîyayê hem hetê zurîyetî ra hem zî hetê teyna ser o payan xo de vinertiş hînî mumkin nêbeno, manê însanê ke qerefîya o însanî hînî babestê însananê bînan o.  Koletîyê zî bi kurt û kurmancî pabesteyiş o.  Ziwanê netewê ke neqilê gedeyan nêbî seka moneyê ay netewê bêro qerefnayiş.
    
Bifikîrî mamosteyêk dagirker yeno dewêk, bajarokêk, bajarêk welatê dagîrbîyayoxê wazêno money înan biqerefno la dagirbîyayoxî hemverê no mamosteyan de benî meymanperwerî. Senî beno ke dagirbîyayoxî hemverê mamosteyan de benî meymanperwerî?  Teyna hemverê mamosteyan de nîyî hemverê karmendan û polîsan û leşkeranê de zî benî meymanperwerî.  Bifikirî polesêk, leşkerêk yeno welatê to de îskence keno mîlleta to, her tewir pîsê û xirabî keno mîlleta to la to  înan rê meymanperwerî  kenî. Gelo no hawa meymanperwerî de problemêk, çewtîyêk û ehmeqiyêk çîn a? Bi senî psîqolojîyêk wîna meymanperwerî yena kerdişê?  No nuşte hewl dano ke struktura psîqolojîya na meymanperwerî ananlîz bikero, sedemanê aye rabikero ortê.   
                                                                     
                                                               2.         
        
Dagirbîyayoxî çira meymanperwerî? Senî beno ke dagirbîyayoxî meymanperwerê benî? Bînê meymanperwerîya dagirbîyayoxan de çi sedemê psîqolojîk estî?
     
Panç sedemê bîngehînê meymanperwerîyê dagirbîyayoxan estî.
        
Yewin: Nêviraziyayişê û çînbîyayişê hîşmendîya dagîrbîyayoxêyî,  xonêzanayiş, qonjektorê nêzanayiş û sosyolojî, tarîx û realîte nêzanayiş o. Dagirbîyayoxî nêzanî ke  welatê înan amêyo dagirbîyayiş.
       
Ma sedemo yewîn nêşênî seba heme dagirbîyayoxanî pêroyî bikerî.  Çimkî mîyanê dagirbîyayoxan de gelek ferdê estî ke hayîya înan qonjektorî ra, realîte ra, sosyolojî ra, tarîx esta, hîşmendîya dagîrbîyayoxê înan de viraziyaya û xo zanî.  Labela no tewirê ferdanê dagirbîyayoxan de sedemê hemverê dagirkeran de meymanperwerîbîyayiş no yo: dagirbîyayişê xo, xo ra limitiş, xo ra nêvatiş û dagirbîyayişê xo, xo vîr ra kerdiş dayiş esto.  No hawa ferdî welatê dagirbîyayoxê, seba ke dagirbîyayişê xo, xo de bifetenî benî meymanperwerî. No zî sedemo diyîn o.
       
Hîrîyîn, tersa dagirkeran a. Kamcîn ferdê dagirbîyayoxan beno wa bibo porîn de tersa dagirkeran esta. Eka dagirbîyayoxî hemverê dagirkeranê xo de meymanperwerî nêbî, şîddeta dagirkeran hîna har û  zaf bibo. Seba ke xo na tersa ra biseveknî benî meymanperwerî. 
       
Çarînê,  qompleksa bindestî ya. Çira zengîn nîyî hejarî destakerde benî? Yan zî dagirkerî meymanperwerî nêbenî la dagirbîyayoxî benî? Destakerdeyeyê, meymanperwerî, holbîyayiş, ardimperwerî  zafanê kesanê ke înan de qompleksa bîndestî esta înan de estî. Seba şîddetê qompleksa bîndestî sivik bikerî benî meymanperwerî.
       
Seba ke dagirbîyayox î nayê ra meymanperwer î. Eka mîlleta ke dagirbîyayoxî nêbenî ê zî nêbenî meymanperwerî. Strukturêko wînayîn esto.  Mersela meymanperwerîya kurdanî dagirbîyayişê înan ra yena.  No zî sedemo pancîn o, no sedem zî bi xo sedemo sereke yo.
                                                                    
                                                                    3.
Goreyê dagirbîyayoxan meymanperwerî yena çi mana, meymanperwerî senî mana kenî? Amaca meymanperwerîbîyayişê înan çi yo?  Meymanperwerîya xo senî  îdraq kenî? Derbarê meymanperwerîya xo de çi fikrîyênî? Çira xo meymanperwerîya xo rê problamatîze nêkenî?
    
Dagirbîyayoxî wîna meymanperwerîya xo mana îdraq kenî; bi meymanperwerîya xo sereberzî benî, piştxişnê kenî, xogoynênî.  Xo hetê însanetî ra tatmîn kenî. Hûmanistê kenî. "Ê însanî nîyî la ma însanî."  Xotatmînkerdiş esto.  
    
Dagirbîyayoxî wazênî bi meymanperwerîya xo derheqê xo de îmajêk hûmanistîk bivirazî: Va "vajî însanê baş î."   Û wazênî bi meymanperwerîya xo, xo bidî dagirkeranê xo qebulkerdişî.  
                                                                
                                                                    4.
Netîceyî meymanperwerîya dagirbîyayoxanê  çi yî?
    
Meymanperwerîya dagirbîyayoxanê  hetê pozîtîf ra çîyêko zaf cîddî nêana. Teyna kî şîyênî bivajî beno ke meymanperwerîbîyayişê înan şîddeta dagirkeran miney kêm kena.
     
Hemverê dagirkeran de meymanperwerîbîyayişê înan zeraro zaf pill dano înan ro  hem hetê sosyolojîk hem hetê psîqolojîk, hem hetê ontolojîk ra.  Hem hetê ontolojîk ra nêşênî bibî xo. Xonêbîyayiş xo reydir gelek probleman ano.  Zeraro û tahrîbato tewr girdê netîceyê meymanperwerîya  înan, bi meymanperwerîya xo dagirbîyayişê xo meşrû kenî.
      
Persyara verîna na ya ke: Qe hayîya dagirbîyayaxon çîn a ke meymanperwerîya înan, dagirbîyayişê înan meşrû kena.

                                                                5.
Dagirbîyayoxî çira nêşênî bibî meymannêperwerî? Gelo dagirbîyayoxê senî bişî xo meymanperwerîya ke dagirbîyayişê înan meşrû kena xo aye ra bifeletnî?
      
Dagirbîyayoxê çira nêşênî bibî meymannêperwerî? Meymanperwerînêbîyayişê xo dir giranîya mesulîyeta hîşmendîya dagirbîyayoxê bêro. Seba ke  herkes nêşêno na mesulîyeta webigîro, cira remêno nayê ra dagirbîyayoxî nêşênî bibî meymannêperwerî. Dagirbîyayoxê ke meymanperwerê nêbî  dagirkerî se bikerî? Îskence, hepis, kiştîş, zordarî û şîddeta dagirkeran bivejîyo lîçe nayê ra dagirbîyayoxê nêşênî bibî meymannêperwerî.     
     
Hemverê dagirkeran de meymanperwernêbîyayişê prosesêko derg o, bi viraştişê hîşmendîya netewî ra têkîldar o.  Mîyanê netewêka ke dagirbîyayoxê de hîşmendîya netewî çiqas vîla bibo û aver şîro no prosesî ê hende kilm bibo. La problem no ke, mîyanê netewanê dagirbîyayoxan de  hîşmendîya netewî prosesêko zaf ereyanê de virazîyêna.  Dagirbîyayoxan de hata hîşmendîya netewperî nêvirazo  hemverê dagirkeran de nêşênî bibî meymannêperwerî. Xora meymanperwerînêbîyayişê dagirbîyayoxan yeno manaya xoazadkerdişê.
    
Oyo ke dagirbîyayoxan azad bikero netewperwerî ya.

                                             

* No nuşte hûmareya 9înê Kovara Psychology Kurdî de weşenîyayo.


Hîkayeyê Leweyê Tirbî: Ma tîya de yî


                                        

“Beroj Akreyî serra 1963ê de başûrê Kurdistanê de maya xo ra bîyo. Sernekewtişê Şoreşê Barzanî; serra 1975ê ra dima ver xo tadayo Îranê, sey penarê pançês serrî ewca de ciwîyayo. Serra 1990ê ra hata serra 2010 Swêdê de ciwîyayo dima ra ageyrayo Kurdistanî. Bi kurdîya soranî panç kitabê şiîranê ey û bi farisî zî di kitabê ey yê hîkayeyanê çap bîyî. Kitabê ey yê bi farisî çend musabaqayanê edebîyê girdê  Îranî de amêyî nemzatkerdiş. Ehmed Şamlû, Hoşeng Golşîrî, Firûx Ferrûzad,Sa’êdî û… çarnayî kurdkî.”

Kitabê hîkayeyanê Beroj Akreyî bi nameyê Ma tîya de yî(bi farisî Ma inca hestîm) 2004ê de Tehran de amêyo çapkerdişê. Serra 2011ê de açernîyayo kurdîya soranî, serra 2012ê de hetê Besam Mistefayî ra bi nameyê Em li vir in açarnîyayo kurdîya kurmancî ser, weşanxaneyê Avestayî ra zî çap bîyo. Kitabî neway û yew rîpel o û duyês hîkayeyanê ra pê yeno.

Seranserî kitabê de zewqê edebî dano kê… Senî?

Temaya serekeya hîkeyeyanî kalîtî ya. Heme karekterê hîkayeyanî kesî îxtîyar î; teyna bi serê xo nêşênî biewnî xo, dest û lingan ra kewteyî,rojan nîyî, seatan nîyî vîstanê  xo yê peyên ciwîyênî û ha lewê tirbe de yî!... Beno ke heme karekterê hîkayeyanî yewbînan ra cuya sewbîna ciwîyayî la peynî cuya înan bîya seyyewbînî.

Vatox, qayitkerê kokiman o, pêro hikayeyê rojêk vatoxê ra pê yenî. Vatox şano ciya-ciya keyeyanê de ewnîyêno kokiman ra zerê keyeyan, hal û heraketan, psîkolojî û vîstanê înan peyên ma nawnêno.

Hîkayeyê Ma tîya de yî de hîkayeyê kilmêk î. Fîlmêkî de derhênerî çîyanê ke wazêno nîşanê temaşeker bido senî kamera xo ser o çîyan de geyrnêno, hîkayeyanê Ma tîya de yî zî vatox sey derhênerî kamera ser o hîkayeyanê xo de geyrnêno û înan nawnêno wendoxî. Labêla Ferqê Beroj Akreyî derhêneran ra no yo ke, qalzafê nêkeno, raştî ra raştî meseleyê xo nawnêno ma. Hîkayeyê ey sey sehneyanê tewr giring û bandorkerê filman î.  

Hîkayeyî cuye, estbîyayiş, merg, kalîtî dano kê fikrîyayiş. Kê însanbîyayişê ci pers kenî. Cuya kokiman dano kê mûsayiş, hiskerdiş û fehmkerdiş. No cumleyan ra ma veynêne ke însanê dest û lingan ra kewteyî ha çi halê de yî:“Pûşik li ser kursiyê avdestxaneyê datînim. Bêcemê wî yê perpitî dadikişînim.Derpiyê wî yê lastîkî dadikişînim.Pûşikê wî, bêyî ku lê binerim, dadikişînim. Hewl didim bêhnê nekişînim. Mistek desmal hildigirim û nav rahnê wî paqij dikim. Mist mist desmalan hildigirim û  her carê desmalan dixim nava sîtila ziblê, li wan dinerim heya rengê wan kêmtir û kêmtir dibe. Pûşekî paqij dixim nava rahnên wî de ku dilerizin: “Evî bigire!” digire. Keviyen pûşê wî hildikişînim. Derpiyê wî hildikişînim. Bêcemê wî yê perpitî hildikişînim.” R.58

Hîkayeyî kê lerznênî, nêrehetî û bêhuzur kenî, xof danî kê, kê tersênî, tersa girdan însanî ano kê vîrî; ez zî dest û lingan ra bikewo û bikewo ver destanî, persa ecaba peynîya mi zî wina bibo danî kê perskerdiş û kê dano têrî amêyiş, xora qednayişê kitabî ra dima ra tewr zaf na persî ruh û hişê kê kukurnêna.


4 Mart 2020 Çarşamba

Lêgerîna Alî Kemal Çinar di Sînemayê de


                      


Sala di 2012an de li Amedê, di rasthatinekê de bi wesîleya hevaleke hevpar, min Alî Kemal Çinar li ser pîyan nas kiribû. Dûre hevala min hinek qala wî kiribû û gotibû "bi sînemayê re eleqedar dibe, dixwaze fîlman bikêşe”. Êvarê jî me li kurtefîlmekî wî jî temaşe kiribû. Navê kurtefîlmî nayê bîra min lê ji kurtefîlmî çend sehne di hişê min de mane: Ciwanek, bêdengîyek heye, sikak vikûvala ne, rojek bi baranî tê malê, avê li xwe dike. “Dê û bav û nasên wî di kurtefîlmî de dilîzin” ev gotina hevala min di bîra min de maye. 

Behman Gobadî her çiqas bi fîlmê xwe yê dawî Demsala Gergedanan têkçûnek xwar jî, bi tabîreke mamosteyekî me “ji hespê siwarî kerê bû” jî  karîgerîya Behman Gobadî di sînemaya kurdî de gelekî radîkal e. Xelatên mezin wergirtine fîlmên Behman Gobadî, mirov dikare bibêje ku ontolojîya sînemaya kurdî geştir û bihêztir kir. Piştî wî, di sînemaya kurdî de teqînek çêbû. Kurdên ku bi sînemayê ra têkildar in, bandorek li wan kir ku wan berê xwe da sînemaya kurdî. Yên ku berê xwe dan sînemaya kurdî du alî ne; alîyek tîcarî bû û got qey keramet tenê di kişandina fîlman a bi kurdî de ye û jê we bû dema ku bi kurdî fîlm kişandin, ew ê jî wekî Behman Gobadî xelatan bistîne. Kesên wisa, ceribandin û dîtin ku tenê bi kurdî kişandina fîlman ti xelatê nade qezenckirin. Li dû ceribandina xwe, dev ji sînemaya kurdî berdan, dîsa berê xwe dan tirkî û farsî.  Alîyê din ji ber bîrewerîya neteweyî xwast bi kurdî fîlman bikêşe, sînemaya kurdî bi pêş ve bixe. Yek ji wan jî Alî Kemal Çinar e. Hêj jî dewama karê xwe dike û dev ji kurdî bernedaye.

Veşartî di sala 2015an de  hatîye kişandin. Piştre Genco(2017) û Di Navberê De (2018) hatîye kişandin. Dema ku min xwast van sê fîlmên wî temaşe bikim, di înternetê de tenê min li ser YouTubeê fîlmê Veşartî peyda kir. Genco û Di Navberê De tune bûn, ji xeynî Veşartî çend kurtefîlmên wî yên din jî li ser YouTubeê hebûn. Ez ne xelet bim niha jî hewl dide ku fîlmê xwe yê nû bi navê Berîya Şevê bikêşe.


Di struktur û arkaîka fîlmî de Platon, Kafka, emelîyeta guherandina zayendê û mîteke kurdan hene (Ez nizanim di nava civakên din de jî ev mît heye an jî tune ye).  Li gorî Platonî, însan berê yek zayend bû, piştre wekî jin û mêr bû du zayend. Eşqê jî wekî lêgerîna peydakirina parçeyê xwe yê din pênase dike. Di berhema Kafkayî ya navdar Veguherînê de Gregor sibehekê ji xewê hişyar dibe, dibîne ku veguherîye kêzikekê. Hinek jin bi emelîyetê xwe dikin mêr, hinek mêr jî xwe dikin jin. Ev guherandin hêj jî di nava gelek civakan de nehatîye qebûlkirin, wekî problemeke çaresernekirî tê dîtin.  Mîtek di nava kurdan de heye: Kî di binê keskesorê re derbas bibe zayenda wî diguhere; ku jin be dibe mêr, ku mêr dibe jin.  Cudatîya mijara Veşartîyê ew e ku veguherandina zayendî bi xwezayî çêdibe.

Veşartî fîlmekî jêpirsker e, rexneker, jiberxerakirî ye, bi awayekî din fikirîn, nêrîn û dîtin e…
Çîroka fîlmî, çîrokeke realîzma efsûnî ye.  Karakterê sereke derhêner Alî Kemal Çinar bi xwe ye, dikaneke wî heye. Rojekê jineke nenas tê dikana wî, çîrokeke cuda der heqê mirina bavê wî de ji wî ra dibêje. Dema ku bavê wî bûye sî salî, bi xwezayî ji mêr bûye jin. Ji wî ra dibêje dema ku ew jî hat sî salîya xwe ew ê jî weke bavê xwe zayendê biguherîne û bibe jin. Fîlm li ser vê îhtimalê ava bûye.  Guherandinê problematîze dike. Têkiliya takekes, civak û guherandinê, bi taybetî jî zayendîya civakî tê nîqaşkirin û lêhûrbûn. Dixwaze psîkolojî, tevger, krîz, şok û nêzîkbûna karakteran li hemberî guherandinê nîşanî xwîner bide.

                             

Wekî me di civakên derengmayî û girtî de guhertina hinek dîyardeyên dînî û ehlaqî, guhertinên wisa ne ku nabe werin muneqaşekirin, pirsiyarkirin û qisekirin lê em gelek dîyardeyên xwe yên kesayetî, kulturî û neteweyî gelek bi lez diguherînin. Bextîyar Elî di romana xwe ya bi navê “Apê min Cemşîd xanê ku hertim bê ew li ber xwe dibir” de ji hêla kesayetî, kulturî û neteweyî de guherandinên me problematîze kiribûn. Alî Kemal Çinar jî neguherandinên me ji xwe ra kirîye problem. Gelo kîjan ferztir e ku em ji xwe ra bikin problem? Mesela guherandina Zîya Gokalp, Seîdê Kurdî, guherandina malbata Mihemed Mihrî Beyî, herî dawî jî mînaka guherandina Rojhan Bekenî…

Derhêner xwastîya fîlmê xwe wekî jîyana rojane bikişîne da ku ewqas naturel bibe. Piranîya lîstikvanan ne profesyonel e. Gelek lîstikvan ji malbat û heval û hogirên Alî Kemal Çinar in. Problem ne amatorbûna lîstikvanan e, problem ew e ku psîkolojî û hewaya lîstikvanan dide hîskirin û nîşankirin ku ew di nava fîlmekî de dilîzin. Piranîya lîstikvanên fîlmên Behman Gobadî û fîlmê Hewno Bêreng amator bû lê hewaya wan qet neda hîskirin ku di fîlmekî de dilîzin, wekî rastîyê bû. Lîstikvanên fîlmî gelek sunî, çêkirî, nerehet, sînorkirî û ne xwezayî û ne bixwebawer in. Krîz, dînbûn, buhran, xwekuştin û şoka guherandinê, em di lehengan de nabînin. Ew tarûmar û serobin nabin. Mînak karakterê sereke qet çêr û sixêfan nake, pir sakîn û xwînsar e. Ji ber vê, derhêner nekarîye xwastina xwe wekî natural û realîte pêk bîne.

Temaşevanên ku kurdî baş dizanin ji kurdîya kurmancî ya fîlmî gelek aciz dibin. Ziman pir qels û xirab e. Sentaks û mentiqa tirkî xwe pir dide nîşanê. Dîyalogên fîlmî motamot bi hêsanî li tirkî tên wergerandin. Jixwe tiştê ku bi hêsanî li tirkî an jî li zimanekî din nayê wergerandin kurdîya resen e. Tehm, zewq û ruhê kurdî di zimanê fîlmî de tune ye. Mirov dibêje qey senaryoya fîlmî berê bi tirkî nivîsandîye, dûre wergerandiya kurmancî. Biwêjek, gotineke pêşîyan di zimanê fîlmî de bala temaşevan nakişîne.

Acizîyeke din dîyalogên li ser guherandinê ne. Bi van dîyalogan derhêner dixwaze fikrên xwe bi temaşevan bide qebûlkirin wekî mamosteyekî mizgeftê an jî dibistanê. Hem jî resenîya wan dîyalogan tune ye, mirov dibêje qey ji cihinan îthal kirîye. Bi van dîyalogan û bi hevokên divêtîyê krîza problema guherandinê çareser nabe.
Li rexmî hemû nakokî û qelsîyên fîlmê Veşartî, alîyê herî baş û bihêz ê Veşartî lêgerîna ceribandinên nû, gihîştina resenî û guherandina realîteyê ye. 

Fîlm ne bi dîyalogên xwe lê bi hebûna xwe realîteyê diguherîne û ji bo guherandinê jî cesaret dide temaşevan.  Alî Kemal Çinar bi vî fîlmî xwastîya guherandina herî radîkal jî normalîze û ji rêzê bike.  Di fîlmî de wekî îfadeya “ji guherandinê netirsin” gelek tê dubarekirin, wî xwastîya hinek realîteya civakê bişikîne û biguherîne. Dawîtirîn sehneya fîlmî, fîlmî çawa realîte guherandîye nîşanî me dide. Ranciere çi gotibû “Divê huner realîteyê teqlîd nake, divê realîteyê biguherîne”, Alî Kemal Çinar jî tam vî tiştî dike.

Derhêner bi ceribandinên nû fîlmê xwe kişandîye: Fîlm li Amedê derbas dibe. Fîlm ji destpêkê heta dawîyê bêreng e. Reş û spî ye. Kostum, makyaj û hwd. tune ne. Di sînemayê de tiştê ku di temaşevan de hîsîyat çêdike muzîk e, derhêner bi muzîkê hîs û hestên temaşevan bi rê ve dibe. Di Veşartî de muzîk tune ye. Sehneyên fîlmî bêmuzîk in. Wî xwastîye fîlm bi qasî jîyana rojane naturel bibe. Fîlmkişandin butçeyeke giran dixwaze. Lê Alî Kemal Çinarî bi îmkanên gelekî kêm fîlmek afirandîye. Ji vir jî xwastîye xwe bigihîne resenîyekê û tiştekî nû biafirîne. 

Gelo di fîlmên Genco û Di Navberê De de ev lêgerîn çiqas kemilîye, bi pêş ve çûye û kûrtir bûye.

* Ev nivîsê berî di hejmera 11înê Rojnameya Xwebûnî de hatîye weşandin. Ji ber tengbûna cîyê rojnamayê hinek beş min derxistibû lê li vir ez bi temamî diweşînim. 

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...