Ev heştê sal e, Kurd li Ewropayê
ne. Dema ku mirhov li nifşên Kurdan yên li Ewropa dinêre, qutbûneke di navbera
nifşên nu û yên kevin de dibîne.
Gelo em ji xwe dipirsin, ev 80 sal in Kurdan li Ewropayê çi bidest kirine ? Kurdan li Ewropa çiqasî karibûn netewbûna xwe xurt bikin? Kurdan karîbû ji dêla xwe bi sifatê partî, rêxistin, îdeolojî, mezheb û ol de pênas bikin, pêwist bû berî her tiştî, xwe wekî takekesek ji netewa Kurd pênase bikin. Gelo îro Kurd li Ewropa bûne hêzeke mezin an Ewropa çiqas wan cîddî digire yanî çikasî bûne subje? Gelo civaka Kurd ya diyaspora çikasî bi wateya suje nas e? Lobîyên kurdî çiqasî xurt û diyarkerê viyana xwe ne? Di nava Kurdên ji çar perçeyên welêt de têkilîyên çawa ava bûne? Çi bandorê li hev dikin? Bi hev rê çi xebatan dikin? Di warê sazîbûnê de Kurd çiqas pêş ketine? Çi dezge û sazîyên wan hene û çiqas bihêz û aktîv in? Çi xebatên polîtîk, dîplomatîk, hunerî, zanistî, civakî, çandî kirine? Çi tradîsyon afirandine? Û hwd…
80 saliya hebûna Kurdan li
Ewropa…
Ev heştê sal e, Kurd li Ewropayê
ne. Wekî mirhov li koçberiya Kurdan ya Ewropa dinêre, dibîne ku Kurdan bi çar
pêlan koçî Ewropa kirine. Pêla yekem berî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ru daye. Pêla
dûyemîn piştî vî şerî çebûye. Pêla siyemîn ya ji salên 1980an ve pêk tê ye. Ya çaremîn
jî ji sala 2000an û pê ve ye. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Ewropayê hijmara
Kurdan her çu zêde bû. Di sala 1956an de bi avakirina Komeleya Xwendewanên Kurd
li Ewrupa (KXKE) (Kurdish Students Society in Europe, KSSE), Kurdan dest bi
avakirina saziyên xwe kirine. Ji sala 1980an ve jî hijmara wan gihiştîya
mîlyonan.
Têkoşeriya polîtîk ya Kurdan li
Ewropayê
Di meha çileyê sala 2020an de li
Stenbolê, ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve semînerek bi navê Têkoşeriya Polîtîk
ya Kurdan li Ewropayê (Mînaka Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa, 1956-1988)
hate lidarxistin. Ez beşdarê vê semînera Adnan Çelîk bûm. Vê semînerê hem ji
gelek alîyan ve ez ronî dikirim, hem jî konteksta Kurdên Ewropayê de pirsên nû
di hişê min de şiyar dikir. Yek ji wan pirsan jî ev bû; , “Gelo zarok û nevîyên
endamên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê îro çi dikin, bi çi ve mijûl in?”
Min di qonaxa pirs û bersiva semînerê de ev ji mamosta Ednanî jî pirsî.
Zaro û neviyên aksiyonerên Kurd
çi dikin?
Ez dixwazim di vê nivîsê de hewl
bidim vê pirsa xwe ji hêla xwebûn, aîdîyet û nasnameya Kurdbûn û asmîlasyonê
problematîze bikim. Bi rastî hewce yê ku divê em zêdetir li ser vê pirsê
bifikirin û niqaş bikin. Di vî warî de pirsgirek zehf in û li benda çareserîya
ne. Anko ev pirs bi pirsgireka man û nemana hemû Kurdên koçber re têkildar e,
pewist e, bi her alî werin guftûgo kirin. Di taybetmendiya wan kesan de mirhov
kare nêrînekî li ser zarok û neviyên endamên tevahiya Kurdên koçber nîşan bike.
Hijmar û nifşên koçberên Kurd li
Ewropa
Her demî pirsgireka sereke
pirsgireka hijmara Kurdên koçber e. Mixabin îstatîstikên bibawer tune ne. Lê li
gora tahmînan hijmara Kurdên Koçber li Ewropa ji du mîlyonan zêdetir e. Yanî
hijmara Kurdan li Ewropa ne hindik in. Pirsgireka din ya sereke ya nifşên Kurd
e. Gelo çend nifşên Kurd li Ewropa hene û pênasiya wan nifşan li gora kîjan
krîteriyan tê kirin. Li gora agahiyên berdest, mirhov kare bêje ku ji koçberiya
pêla duyemîn hata niha çar nifş, ji pêla sêyemê jî du nifşên wan hene.
Çima pêşketin tune ye?
Li Ewropayê hem ferzendên çandî
hem jî azadbûneke fereh hebû-heye. Di nava wan şert û mercan heyî de mirov hêvî
dike ku rewşenbîrên Kurd peyda bibin û ji aliyên wan ve tiştên berz werin
afirandin. Gelo çima ji zarok an jî ji nevîyên pêla koçberiya duyemê girseyek
bi nasnameya Kurdbûnê xwe ne afirandine; feylosofek ji nav wan derneketiye an
jî hunermendek, nivîskarek, sînamegerek, şanogerek, civaknasek, wênesazek,
dîroknasek, kîmyagerek, fîzîkgerek, endezyarek nas derneketiye? Çima
entelîjensiyek ji nav wan derneketiye? Çima ji wan takekeseki xelata Nobel an
jî Palmîyeya Zêrîn bigre, derneketiye?
Gelo muzîkwanên Kurd ji xwe re
distrênin û bi xwe direqisin?
Ev pirs bila di alîyekê de
bimêne. Pirsgireka din ya balkêş ev e ku gelek muzîkjenê Kurd hene ku ev bi
salan li Ewropayê dijin, di nav ferzend û azadiyê de ne. Lê wekî mirhov li
muzîka wan dinêre, dibêjî qey nû ji gundê xwe derketîne, di nava dewlemendîya
çanda Ewropayê de qed tiştek ji vê çandê negirtîne, xwe pêşve nekirine û hunera
xwe profesyonalîze nekirine. Ev problem mijara nivîsek din e.
Kanî hawara Kurdistan?
Di dîroka diyaspora Kurdî de Swed
wekî qonaxek, wekî dibistaneke ye. Hemû nûser û helbestvanên li vir di pêla
sêyem de koçî wir kirine. Têkilîya wan kesan bi axa wan re hebû. Lê belê gelo
zarokên wan yên li Swedê hatine dinê bûne nivîskar an jî helbestvan? Gelo çima
ji van, takekesên wusa nederketine?
Bi taybetî jî Kurdên nifşên pêla
duyem û sêyem çi dikin, jîyanek çawa ava kirine, bûne takekesên çawa? Zarok û
nevîyên wan li Ewropayê çi dikin? Wel mînak, gelo zarokên takekesên wek Doxtor
Qasimlo, Cemal Nebez, Nurettîn Zaza çi dikin, li kuderê ne? Peywendîya wan bi
xwebûn, aîdîyet û nasnameya Kurdbûn re çi û çawa bû? Kurdbûna xwe çawa pênas
dikin? Ji sedî çende ji wan asmîle bûne û Kurdbûna xwe wendakirine?
Qutbûna nifşan
Dema ku mirhov li nifşên Kurdan
yên li Ewropa dinêre, qutbûneke di navbera nifşên nu û yên kevin de dibîne. Ev
dîyardeyek gelek bercaxv e. Ev mijar li welêt pir eşkere ye. Li vir, wek
antropologek ez dibînim ku li Ewropa jî heman pirsgirêk heye. Di navbera
dewamdarîya sêmendîya nifşan; yanî li Ewropa li cem bav, zarok û neviyan de, di
navbera bav û zarokan de dewamdarî qût dibe. Ev qûtbûn ne tenê di nava Kurdên
Ewropa de, di nava Kurdên Bakur û yên li herema Sovyeta berê de jî heye. Dibê
ku di nav Kurdên Rojhilat û Rojaveyê welêt de jî hebe.
Qûtbûn pirsgireka hebûnî; man û
nemanîya Kurdan e. Qûtbûn tê wateya tunebûn, wundabûn, dawîbûne, yanî ya
ji-nû-ve neafirandine. Mînak, li Bakur ji dêûbavan ziman derbasî zarokan bûye,
lê ji zarokan derbasî neviyan nabe.
Bişavtin di çi rewşê de ye?
Carek din, gelo têkilîya Kurdên
Ewropa bi nasname, aîdîyet, xwebûn wekî axê, zimên, çand, nirxên netewî re çawa
ne? Çiqasê wan pişavtin bûne? Di vê peywendiyê de çi xebat hatine kirin? Ji ber
ku di bin destên me de ji wan xebatan ti mînak tune ne, ez nikarim tiştekî
bêjim. Lê belê bişavtin, pirsgirekek sereke ya koçberên Kurd e. Tenê ez dikarim
bêjim ku dema aîdiyeta têkiliya bi axê re wunda bibe, xwebûn bi lez wunda dibe.
Tunebûna aîdiyeta têkiliya bi axê re, wundakirina xwebûnê jî bi lez dike, ji
bilî vê jî, bîra kolektîv bibandortir dike û rê li ji-nû-ve afirinandina wê
digre. Di Bakurê welêt jî qûtbûna nifşanpir zêde ye. Lê belê Kurdên Bakur li
ser axa xwe ne. Têkilîya me bi axê re berdewam dike. Bi vî alî rê li ber
wundakirina xwebûnê tê girtin û bişavtin lawaz dibe. Ji ber ku têkilîya Kurdên
Ewropa bi axê re qels e, ji ber vê wundakirina xwebûnê ru dide û qûtbûn di
navbera nifşan de bi lez dibe.
Sedemên qutbûna nifşan çi ne?
Sedemên qutbûna nifşan li gora
peytkirinên civaknasiyê pircure ne. Em dixwazin li vir hinek cavderiyên xwe
benin zimên. Li gora min sedema yekemîn ev e ku dêûbavên Kurd li xwe mikur
nayen, bindestî û bixwe-nebaweriyê xwe benin zimên. Yanî dibêjin, “Me nikarî em
qedera xwe biguherenin, em serbikevin; zarokên me jî nikarin”. Baweriya serkeftine
nemaye. Sedema dido; avakirina vê ramanê ye; “Me kişandîye, bila zarokên me
nekişênin, me dîtîye bila zarokên me nebînin.” Ya siseyan, tunebûna hişmendîya
“karê me bi vîvî hiştî, bila bila zarokên me bi dawî benin”. Ya çaran; qelsbûna
an jî tunebûna bîreweriya xwebûnê yanî Kurdayetiyê ye.
Em çawa dikarin li hemberê vê
qûtbûnê bigirin? Qûtbûnê ji nû ve çawa bi hevre girebidin? Wekî em bixwazin
pêvajoya dîrokê biguherenin, em bêgav in vê mijara girîng gav bi gav çareser
bikin.
* Ev nivîs berî di malpera Geremol.netê de hatîbû weşandin.