Di peywendiya oryantalîzmê de
ez ê behsa tecrûbeya du mamosteyên xwe bikim. Ji bo vê nivîsê ne hewce ye ku ez
qala Edward Said û oryantalîzmê bikim. Mamosteyekî min ê zankoyê ku doktoraya
xwe ji Zankoya Sorbonê wergirtibû, gelek caran behsa diskora oryantalîzma Ewropayiyan
dikir û digot, “Çi xebateke hunerî çi jî ya zanistî dibe bila bibe, dema ku
diskora oryantalîzmê bi bingeh û piştrastkirî nebe, bi asanî nikare di nava wan
de cî bigire û di zanko û mekanên herî demokrat ên Ewropayî de jî kêm caran tê
qebûlkirin.” Mamosteyekî din jî heman tişt ji bo sînemayê gotibû, “Fîlmên Rojhelatiyan
ku herî zêde diskora oryantalîzmê di xwe de dihewînin û ji nû ve vê diskorê diafirînin
ji bo festîvalên fîlman ên Ewropa tên qebûlkirin”.
Aliyê yekem ê oryantalîzmê,
paşketîbûna civak û welatên Rojhelatî ye; dîndariya radîkal, azadnebûna jinan,
kuştinên namûsê, feqîrî û nezaniya gel, bajarên qirêj, şerkerên hevdu dikujin û
tunebûna hunerê… Aliyê duyem ê oryantalîzmê jî welatên Rojhelatî efsûnî û
romantîk dike.
Di self-oryantalîzmê de rojhelatiyek
ne bi çavê rojhelatiyekî lê bi çavê rojavayiyekî li xwe dinêre û xwe dinirxîne.
Mînak di fîlmê bi navê My Sweet Pepper Land ê Huner Salîm de aliyê duyem
ê self-oryantalîzmê heye. Di kurtefîlmê Duaayê de aliyê yekem ê self-oryantalîzmê
heye.
Kurtefîlmê Mihemed Şerwanî yê bi
navê Duaa di sala 2017an de hatiye kişandin, 11.25’ deqe ye.
Otobusa xurde û kevn bi rêwiyan
tîjî ye, em ji qisekirina rêwiyan fêr dibin ku bavek ji bo ku encama ezmûna
keça xwe bo daketina zankoyê fêr bibe ber bi bajêr diçe û bi arezû û hêvî ye ku
keça wî îlahiyat qezenc bike. (Di binnivîsa kurtefîlmî de îngilîziya îlahiyatê
wekî collage sharia hatiye wergerandin). Navê kurtefîlm jî ji navê
lehenga wî tê. Encam ne wekî dilê bav dibe, keça wî ya bi navê Duaa ne îlahiyat,
lê ji beşa hunerê resim qezenc kiriye. Çîroka kurtefîlmî ev e.
Ji çîroka kurtefîlmî mirdariya
bêhna self-oryantalîzmê nayê we jî?
Di struktura kurtefîlmî de
azadnebûna jinan heye. Di mekanîzmaya huner, dîn û malbat û civaka paşverû û
dîndar de azadnebûna jinan tê problematîzekirin.
Di kurtefîlm de diyardeyên
self-oryantalîzmê çi ne?
Sebahattin Şen di kitêba xwe
ya bi navê Gemideki Hayalet de sînemaya tirkan ji bo kurdan çawa temsîl
û îmaj înşa kiriye yek bi yek îzah dike. Di kurtefîlm de temsîla kurdan çawa
ye? Cahil, feqîr û şerker in. Bajarên (mekanên ku kurtefîlm lê hatine kişandin)
wan gelekî paşdemayî û qirêj in. Azadiya jinan tune ye. Jin nikarin bi azadî biçin
zankoyê. Mînak wekî vê sehneya kerixî û
tewşomewşo; Duaa dema ku cilên xwe diguhere ji xaniyê din, ji pencereya vekirî
lawikek wê dibîne. Di destê lawikek de keleşek heye. Ji bo ku erotîzm têxe
kurtefîlmî ev sehne xistiye kurtefîlm. Jixwe di fragmana kurtefîlmî de ew sehne
hebû.
Kurd ne dîndar in, dîndarên
radîkal in. Tu dibêjî qey qala Afganistanê dike ku kurd bi qasî afganan bûne
radîkal îslamîst. Mînak li vegera ber bi malê ve di otobusê de rêwiyek ji bav
dipirse keça wî çi qezenc kiriye, ew jî dibêje, “Beşa resim qezenc kiriye”.
Hemû rêwî bi hev re dibêjin, “Gune ye!”...
Bav ji bo çareseriyekê diçe cem mela, mela bi hêrs dibêje, “Kesên ku resim
xêz bikin, ciyê wan cehenem e” û di roja yekem a zankoyê de mamosteyek di dersa
xwe de çend tiştan nîşanî xwendekaran dide, ji wan dixwaze wan xêz bikin lê
Duaa nikare şûşeya şarabê xêz bike ji ber ku xwendekarek dibêje “Gune ye!”...
Realîteya di kurtefîlm de heye
gelo? Li gor realîteya jiyanê çiqas ev realîte rast e? Gelo bi rastî Başûrî li
hemberî hunerê ewqasî paşverû ne? Bi qasî realîteya kurtefîlmî realîteyeke jiyana
Başûriyan tune ye. Em ferz bikin ku ji sedî sed realîteyeke bi vî rengî di jiyana
Başûriyan de heye.. Problem ne hebûn an jî tunebûna realîteyeke bi vî rengî ye.
Problem ev e ku tu çiqas dikarî bi hunera xwe, bi fîlmê xwe realîteyê biguherînî
û a duduyan jî te bi kîjan bîrewerî û aqilî berhema xwe kişandiye an jî afirandiye?
Problema Mihemmed Şerwanî ev e ku bi bîreweriyeke self-oryantalîst kurtefîlmê
xwe kişandiye.
Çend nakokiyên kurtefîlmî ev
in:
Dibe ku kal û pîr û navsere
gelek paşverû bin lê ciwan çawa ji wan paşverûtir dibin? Dema ku Duaa diçe
zankoyê di otobusê de hemû lawik bi hev re wisa li Duaayê dinêrin ku mirov
dibêje qey dê Duaayê bikujin.
Di van berhemên
self-oryantalîst de piranî bav li gorî kurên xwe zêdetir paşverû dibin lê di vî
kurtefîlmî de berovajî vê diyardeyê kur ji bavê xwe zêdetir paşverû ye. Bav
dixwaze keça wî biçe zankoyê lê nikare li hemberî paşverûtî û zordariya civakê
û taxê tê bikoşe û şer bike.
Di radyoya otobusê de besteyeke
operayê bi çend saniyeyan lê dixe, demildest beste dibe weazek wekî îlahiyekê. Di
nava ewqas paşverû de besteya operayê çi digere?
Di polê de çend keçikên
xwendekar ên din hene, ev gelek azad xuya dikin. Li gel ku ew keçik ewqas azad
xuya dikin çawa Duaa ewqas ne azad e?
Hemû dinya dizane ku li Rojava
jinên kurd DAIŞa hov têk biriye. Di
kurtefîlm de azadnebûna jinên kurd hatiye problematîzekirin, ew jî nakokiya din
a kurtefîlm e.
Listîkvaniya lehenga sereke
jixwe qet ne baş e. Bi xwe jî ne kurd e.
Tirkek e. Xwedê dizane çiqas pere daye wê? Ma qey li Başûr jinên listîkvan
nemabû? Sharam Alîdî ji Sineyê jî di fîlmê xwe yê bi navê Black Horse Memoriesê
de jinek tirk kiribû lehenga sereke. Kompleksa bindestiyê xwe di derhênerên
kurd de bi vî hawî nîşan dide. Leheng û qehremanên sînemaya kurdî bi sînemaya
tirkî, erebî û farsî nayê afirandin. Divê sînemaya kurdî leheng û qehremanên
xwe biafirîne. Sînemaya kurdî bi derhênerên xwe yên hişaza û bi afirandina
leheng û qehremanên xwe dikare bi pêş bikeve.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder