24 Mart 2021 Çarşamba

Xurtkirina Muhteşemîya Romana Helaleyê

 


“Helale nebihîst. Ew hêj difikirî. Gelo ev hembêz hembêzeke bawerpêkirî ye? Gelo ev hembêz war û hêlîneke ji bo bêhnvedan û vehesînê? Bêhnvedana piştî betilîn û westîneke dûr û dirêj, westîna rêyeke dûr û dirêj, westîna can.” (r. 59)

               

Çawa dibe ku mirovek, mêrek heqê, hêza, şîyana, wêrekîya kuştina mirovekî; mêrekî yan jinekê di xwe de dibîne? Çawa dibe ku mêrek dikare hezkirî, xoşewîst  an jî hevjîna xwe bikuje? Bi rastî ez fehm nakim ku evîndarek, aşiqek, dildarek çawa dikare hevrêya xwe, hezkirîya xwe, xoşewista xwe bikuje?

               

Di vê serdemê de kuştina mirovan bûye dîyardeyeke îstatistîkî, objeyek, tiştekî normal, jirêze, dubarekirî, hînbûyî, bêhîs, robotane… Bi taybetî jî kuştina jinan… Di dinyayê de her roj bi hezaran jin tên kuştin. Di rûpela sêyem a rojnameyan de her roj çend nûçe li ser kuştin û şîdeta li ser jinan in...

               

Edebîyat, sînema, hunerên din tam jî ji vê re îtiraz dikin. Li hemberî neînsanbûnê, edebîyat û hunerên din serî hildidin, seba însanbûnê diqîrin û hewla însanbûnê geştir dikin. Edebîyat, mînakeke jirêzê dike tiştekî derrêze; bêhîsî,  hînbûn û dubarebûnê serobino dike, objebûnê dişkîne, merivan dide fikirandin, ji nû ve hestiyarî û êşê zindî dike, şînê dide girêdan. Di vê peywendê de romana Grewî Bextî Helale ya Eta Nehayî wek Helale veguhestine ser Kurmancîyê. Ev berhemeke gewre, resen û hêja ye.

               

Helale navê karaktera sereke ya romanê ye jî. Mirov dibêje qey nivîskarê vê romanê di nav bi hezaran nûçeyên kuştina jinan de, di rûpela sêyem a rojnameyekê de xebera kuştina jinekê dîtiye, xwastiye romana wê qetlê binivîse. Erê, romana Helale tam jî zelalkirin û nasandina qetla jinekê ye. Jineke Kurd a penaber ku mêrê wê li Swêdê ew kuştiye.                Helale romaneke felsefîk e. Ez bi xwe ji sedî nod û neh bi dîyakletîkê, ji sedî yek jî bi qederê bawer dikim. Lê di emrê însanan de bi piranî ew beşa ji sedî yekê dîyarker dibe. Rewşa meriv gelek caran ji ber wê para hindik xira dibe. Cîyawazîya romanê ev e: Nivîskar tê de qeder, bext û şansê karaktera xwe Helaleyê problematîze dike. Heger meriv navê romanê motamot veguhezîne dibe Qûmara Bextê Helaleyê. Qedereke, bextekî wisa ye ku encam kuştin e. Nivîskar li ser dîyakletîka jîyana Helaleyê rêjeya ji sedî yekê, qûmara qedera wê rave dike.

               

Helale romaneke mantiqî û rexneyî ye. Vegotin wekî problemeke mantiqî perçe bi perçe tê hûnandin, xwînerên xwe dide fikirandin. Xwîner jî bi nivîskarî re li heman kêlîyê digerin; kêlîya ku Helaleyê di qumara qedera xwe de xeletî kir. Wekî din jî nivîskar netewebûnê, civaka me, exleqê civakê, têkîlîyên wê, zayenda civakî, pederşahî, namûs, têkîlîya bav û kur, koçberî û penaberîyê bi şêwazeke rexneyî mîna albûmeke wêneyan yek bi yek nîşanî me dide. 

               

Di romanê de jîyana Helaleyê bi uslûbeke sade, kûr, têrhûrgilî û sermestkir tê vegotin. Bandora vê uslûbê em di her hevok û paragrafê de dibînîn:“Teslîm nebe Helale. Raneweste, bireve. Wek wan hemû salan ku tu reviyayî û bazdayî. Bi tirs û erjengî, tu ji wê sîber û şehbeta reş û bêmirês reviyayî. Ji wê sîber û şehbeta girs û qerase ku li dû te bû. Vêga jî li dû te ye Helale. Bi piyên xwe yên dirêj û gavên xwe yên berz û bilind, bi destên xwe yên mezin û ji hev belavbûyî. Ma ne tu bi xwe bûyî ku te digot destên wî yên mezin hertim ji hev belavbûyî ne, li rasta sînga wî yan li raserî serê wî. Çi di destê wî de ye Helale?Xencer? Tiştekî mîna xencerê? Ew sîber û şehbet ne sîber û şehbeta însan e. Sîber û şehbet û pêjna mirinê ye ku  dixwaze bigihe te û hilkute ser laş û canê te. Dixwaze bigihe te û te di hembêza xwe ye reş û bimirês de zeft bike. Tu yê di hembêza wî de winda bibî  Helale. Bireve… bazde… ez ji te rica dikim bireve. Wek hemû salên emrê te ku tu kolan bi kolan ji wî bazdayî. Tu çiya bi çiya, kevir û kevir, şikeft bi şikeft ji wî reviyayî. Dol bi dol, derbend bi derbend, hêrem bi hêrem û welat bi welat. Dîsa bireve Helale… dîsa bazde…” (r.185)

 

Di Helaleyê de em ji dawîyê ber bi destpêke ve û ji parçeyan ber bi temamê ve tên. Derbarê jîyana Helaleyê de her pirsa me bi xwendinê safî dibe. Wekî xaçepirsekê em bi xwendinê re Helaleyê û jîyana wê hinekî din nas dikin: Em Helaleyê, welatê wê, malbata wê, birayê wê, bavê wê, êl û gundê wê, kesûkarên wê, zarokîya wê, naşîbûna wê, têkîlîya wê û derdorê, dilketina wê ya ewilî, jîyana wê ya li welat û li Swêde, zewaca wê ya bi Şêrzadî re, xwendekarîya wê, jidayikbûna wê, dostanîya wê û Seîdê Rehmanî fahm dikin…

               

Eta Nehayî têkîlîyên civakî û dinyaya derûnî, ruhî, hişî ya karakterên xwe, bi taybetî jî rewşa Helaleyê wekî psîkolog û sosyologekî ji binî ve nîşanî me dide. Em xurtîya romanê herî zêde jî ji vê hêlê ve dibînîn û nivîskar afirînerîya xwe di vir de nîşan dide: “Gelo ji wê demê ve çend sal derbas bûbûn? Pênc... Şeş… Ji wê demê ve êdî ti kesî jê re negotibû ez ji te hez dikim. Kesî newêrîbû doza maçekê lê bikira. Helale fikirîbû. Gelo kesê yekem wê kê jê re bêje ez ji te hez hez dikim? Wê kê doza maçekê lê bike? Wê kê devê xwe bi hinarik an lêvên wê ve bîne? Helale hest bi du lêvên şil û germ li ser hinarikên xwe yan li ser lêvên xwe kiribû. Tevzînok bi laşê ketibûn.  Bi tevgera hêrsokî ya ser û destê xwe, ew hest ji dûr kiribû."  (r. 117)

               

Di romanê de nivîskar wekî dozgerekî tevdigere, dîyalektîka jîyana Helaleyê nîşanî me dide û bi me dide pirsîn ka Helaleyê li kû xeta kiriye, xeletîya wê di kû de ye ku encama jîyana wê wisa bûye. Helale di qumara qedera xwe de li kû têk çûye ku encam bûyê kuştin; ji me dipirse. Di ber re jî xwîneran hişyar dike ku ew li ser qeder, bext û jîyana xwe bifikirin.

               

Baş e, Helaleyê di kû dera qumara qedera xwe de şaşî kirîye? Ji bo ku em bikaribin bersiva vê pirsê bidin divê pêşî em bipirsin ka Helale çima hat kuştin? Helale li Swêde bi Şêrzad re dizewice, zarokekî wan jî çêdibe. Dûv re navbera Helale û Şêrzadî xira dibe, nikarin li hev bikin û  hev berdidin. Çima di navbera Helale û Şêrzadî de nakokî dest pê dikin, bo çi ew li hev nakin?

               

Helale û mamosteyê wê yê zanîngehê Seîdê Rehmanî yê Kirmanşanî, dibin hevalên jidil, dibin dostên hev. Mirov dikare bibêje ku evîneke negotî di navbera wan de diqewime. Şêrzad her ji vê hevalî û dostanîyê aciz dibe, dibêje sedema serobinobûna jîyan û zewaca me ev dostanî ye, her tim Seîdê Rehmanî sûcdar dike.

               

Kêmasîya romanê di vir de dertê: Ne em dibînîn Şêrzad xwe rexne dike, sûc di xwe de dibîne û ne jî nivîskar Şêrzadî didarêzine, ji wî re dibêje “sûcdar tu bi xwe yî”. Şêrzad penaberekî neentegrebûyî ye, serneketî ye, tu plan û armancên ku xwestiye pêk bîne bi serî nekirine. Şêrzad li hemberî Seîdê Rehmanî xwe kêm dibîne, dikeve kompleksê, hêsûdîya wî dike. Ger Şêrzad plan û armancên xwe pêk anîbûna Helale jî dê nehata kuştin. Gelo mêrek xoşewîst û hevjîna xwe ji ber serneketîbûn, qelsî, bêhêzîya xwe dikuje? Lê ev jî heye: Civak li merivan dike mecbûrîyet lê ma qey ferz e her mêr/meriv serkeftî û hêzdar be?

               

Pirsa ku kûrtir û geştir bibe ev e: Şêrzadê ku ji bo hezkirîya xwe, bona Helaleyê terka welatê xwe dike tê Swêdê, li wir çima û çawa dikare xoşewîsta xwe, hevjîna xwe bikuje? Heke nivîskar bikariya bersiva vê pirsê bida, wek dîyardeyeke sosyolojîk kuştina jinan jî dê zelal û îzah bikira, felsefîkbûna romanê jî wê bi pêş bixista.

               

Şêrzad bi kesayet û karakterê xwe nîvcobûna Helaleyê temam nedikir, bersiva arezûya Helaleyê nedida. Dibe ku lihevrasthatina Şêrzad û Helaleyê xelet bû. Di encama vê xeletîye de Helale tûşî wê qederê bû. Di vir de jî divyabû lihevrasthatin bihata kolan û problematîzekirin.

 

*Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hatîbû weşandin.

Şahberhema “Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê” û Hewla Pênasekerina Hêla Biproblem a Şener Özmen

Min berî vê jî gotibû, ez ê niha jî careke din bêjim; ji berhemên Şener Özmen zahf hez dikim. Bi kelecan li hêvîya kîtabên wî yên nû disekinim. Çimkî di edebîyata me de herî zêde Şener Özmen wan hestan, wê zewqê bi min dide hîskirin; dibêjim "a teze ez berhema nivîskarekî gerdûnî dixwînim". Min hemû kîtabên Şener Özmen ên bi Kurdîya Kurmancî xwendin; ji xeynî romanên Rojnivîska Spînoza û Gramera Bêhizûr. Naxwazim wan tavilê bixwînim biqedînim.

 

Berhama wî ya dawî kîtabeke çîrokan e. Weşanxaneyê Avestayê ew çap kir: Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê. Çend rojan berî niha min bi kêfeke mezin xwend. Kîtab ji bendewariya min pirr pirr baştir e!

Bi ya min Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê şahberhemek e. Özmen bi vê berhemê hem kamilbûn û hostatîya xwe, hem jî asta çîroknûsîya Kurmancîyê bi pêş ve birîye!

Ji kîjan alîyan ve şahberhem e? Ka em li ser hûr bibin, kûr bifikirin, qise bikin û binivîsin.

 

1. Şener Özmen di vê berhemê de zimanê xwe berfirehtir û bilindtir kirîye. Ya herî girîng ev e ku zimanê xwe ji hegomanyaya Tirkî şûştîye; xwîner, xwe di dinyayeke bêtirkî de hîs dike û dijî. Şener Özmen di çîroknûsîya Kurmancîyê de bingeha dinyayeke nû danîye. Hêja ye ku meriv li ser vê mijare bi berfirehî binivîse.

 

2. Wî bi teknîkên wekî herikandina binhişê, surrealîzm, realîzma efsunî çîrokên xwe bi hostayî lê kirine. Ji vê hêlê ve ji bo çîroknûsîya Kurmancî tê de gelek tiştên nû û pêşketî hene.

 

3. Di vegotina çirokên Nasname, Bazbenda Şêxê Min û Gêdûkê de min got qey ez berhmeke William Faulkner dixwînim. Ka vê berhemê bixwînîn, bibînîn ku wî, çawa vegotinek ezamet înşa kiriye.

 

4. Ji bo min alîyê herî baş ê vê berhemê ev e ku nivîsakar rastî, feraset, îzan û îdraqan dişkîne û diguherîne. Hewl dide ku bi karakterên xwe kesayetên nû înşa bike. Ji vî alîyî ve îzan û îdraqên xwîneran dihejîne û teheyûlên serdestîye dide wan. Ji bo vê yekê çîrokên Nasname û Bazbenda Şêxê Min mînakên hêja ne. Di berhemê de, di qada hunerî de lêgêrîna azadbûyîna ji bindestîyê û xwe azaddîtin heye; çîroka Êrişê jî di vê peywendîyê de mînakeke delal e.

 

Hêmaya ku karekterê çîroka Nasnameyê dide me jî zahf balkêş e. Dema ku min ev çîrokê qedand, bi sermestî min ji xwe pirsî, nivîsakar ev çîrok çawa nivîsîye? Mirov dibêje ev karakter ewqas bixwebawer û xwedî egoye ku bes ne welatekî, dê hemû dinyayê ji bindestîyê rizgar bike:“Di nava sî tavê de di navbera jiyan û mirin, xewn û heqîqetê de dîwarekî bilind yê ji kevirên bixwîn yên ji rabirdûyeke tarî-tarîstan hatî, ava bûbû û min ji dilê dixwest ku ez şer bikim, şerekî bi dîwêr re! Min hizî da xwe û rabûm, ji berîka kurtikê xwe nasnameya ku dabûn min ya ku min hîn radestî Mêsûlî-Mesûlê xwe!- nekiribû, deranî û qederek lê nihêrt, ji hêlekê ve jî li kêrika xwe ya Swîsrê.”  (r. 23)

 

5. Di fokusa vê berhemê de guherandina dîrokê jî heye. Nivîskar bi vê berhema xwe xwestiye ne di asta îdeolojîk û propagandayî de; di asta qudreta hunerê de dîrokê biguhere. Ev hewl û xwestina nivîskar xwe di hemû çîrokan de nîşanê me dide. Lê probelemek heye!.. Li rexmî hemû biqelîtebûn, raserîbûn, berz û geşbûna Şener Özmenî, alîyekî nivîskarîya wî jî, bi ya min, biproblem e. Di berhemên wî yên ku min xwendin de ev hêla wî ya biproblem he ye, di vê berhema nû de jî xwe dubare dike. Lewma ez nikarim bêjim metna Şener Özmen a ku li bende bûm, ji sedî sed ev e.

 

Mesela ez dikarim biproblembûna şairîya Kawa Nemir pênase bikim. Ji xeynî haîkûyan, Kawa Nemir di berhemên xwe yên din de resenîya xwe, hişê xwe ava nekiriye. Ji bandora Whitman, Eliot, W. Blake, Ezra Pound… xwe neşûştîye. Dema ku ez şiîrên Kawa Nemir dixwînim, ez dibêjim qey Kawa Nemir ne bi hişê xwe, bi binhişê Whitman, Eliot, Blake.. nivîsîye. Li gorî min Kawa Nemir piştî pencî salîya xwe dê şiîrên resen û xweştir binivîse.

 

 Piştî xwendina berhema Şener Özmenî ya nû bi qasî du rojan ji bo pênasekirina vê problemê fikirîm lê qet negihîştim pênaseyeke min tetmîn bike. Ez nikarim bêjim ku problema wî ev e… Lêbêle encamên fikirîna min ev in:

 

1. Şener Özmen di nava hişmendîya hunermendî/nivîsakarî û hişmendîya polîtîk de dabeş bûye. Ne tenê ew, bi gelemperî hunermendên Kurd hemû wisa ne. Ji ber dabeşbûnê nikarin bi azadî, bi relaksî, bi apolîtîkî binivîsin. Loma jî alîyê wan ê hunerî bi paş de dimîne û ji tawanbarbûna bi apolîtîkîyê gelekî ditirsin. Her xwe mesûl dibînîn ku “vegotinên mezin”, “metnên polîtîk” saz bikin. Lêbelê dema ku saîk û endîşeyên polîtîk bikevin ber saîq û endîşeyen hunerî, bivê nevê ji resenîya metn û meseleya xwe bi dûr dikevin, ji hêla hunerî ve paş de dimînin û bi pêş ve naçin. Ji ber vê qadên hunerî yên Kurdî jî bi pêş ve naçin, xitimî ne. Divê polîtkbûn ne; huner esas be.

 

2. Şener Özmen di nava înşakerî û afirnerîyê de asê maye: Bi piranî hêz û qeweta xwe dide înşakirina teknîkê, vegotinê û zimên. Di edebîyata me de teknîkên nû, vegotin û zimanekî hazir tune ye, divê nivîsakar bi xwe wan înşa bike. Ji ber vê yekê û dabeşbûna wî afirînerîya di berhemên wî de xurttir nabe. Lewma jî ew nikare afinerîya metna xwe bigihîne asta herî mezin a gerdûnîbûnê. Ferqa înşakirin û afirnadin ev e: Helbesta Mem Ronga ya bi navê Koşkek, vê ferqê gelekî baş nîşanê me dide. Her kes dikare ji xwe re ‘koşkek’î ava bike lê dema tu “stûnên vî koşkî ji tîrêjên şefeqa Nemrûd û paceyên wê jî ji dengê Hesenê Cizîrî çêkî” ev dibe afirînerî. Ji afirînerîyê qesta min ew e ku meseleyeke mehelî bike gerdûnî. Mînak “Ger vê berhemê bo zimanê Afriqîyan wergerînî, gelo xwînerên Afriqî dê xwe tê de çiqasî bibînîn?”

 

Herçend min neşîya problema wî bi rêkûpêkî pênase bike jî, kêm zêde ji ber van sedeman Şener Özmen nikare asta xwe ji vê zêdetir bike. Ew li vir asê maye. Ku Şener Özmen vê problema xwe çareser bike, wê çaxê ez ê jî bikarim bêjim tiştê ku min xwest ez bixwînim ev e. Dema ev problem bê çareserkirin li Bakur rîya nivîsandina berhemên di asta cîhanê de jî wê bê vekirin. Bi arezû û bendewariya xwendina wan berheman…

 *Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hatîbû weşandin.

Bi Edebîyatî Tewr Baş û Rind Kerdişê Welatêk

 



Îmajû îmgeyê parzemînê Afriqaya ke mi de virazîyayo: Seka heme cayê Afriqa rîpraşt û dumduz; çol o,  wişk û wehd o, demserrê zî tim hamnan o, hertim germ o, aw çîn a, tim weyra de xela esta, ha  vêşanî ver mirine, însan bêkeyf û neşad î, hetê teknolojî û endustrî, modernîte ra apey mendeyî; seka no dîyardeyî qe weyra de çîn î, qabile û êşîrê prîmîtîf, bi îfadeyo ziwanê kuçeyan barbar, yamyamî, wehş û hov î; goştê yewbînan wenî, kultur û edetê înan ecip estî, nêweşî û janî zaf î û tarûmakerdiş û dizdeya kolonyalîzama sey  dewleta Almanya, Franss, Îngîlîstan sey fotografan aqilê mi de dîyar benî.

No îmaj û îmge mi de senî virazîyayo. Yew bi belgefîlman û fîlman virazîyayo, di, seba hetkarîya Afriqa fotografanê ke  danî bîlbordan ro, hîrî, fotografê Kevin Carterî ke qertelek pawêno ke gedeyêk vêşanî ver bimiro  û ey biwero û çar zî  diskorêk esta ke  derbarê Afriqayê de no îmaj û îmgeyî  vîla kerda û newe ra newe  afinêna.  

Labêla no îmaj û îmge xelet o, raştî ra dûr o. Reya verîn mi ke ser o muzîka wendiş kerdêne ez ke raştê bihêzî û qedîmîya tradîsyona muzîka afriqayê amêyo no îmge û îmajê de mi şiktayayişek virazîyaya.  Mi ke kitabê Rizgarkirina Hiş Ji Mêtingerîyê ê Ngûgî  Wa Thiong’o bi kirdasî wendî, no îmge û îmaje hîna zaf şikîya. Hetobîn ra zî başbîyayişê no kitabî ver mi da kitabanê ey bînan. No kitaba pa hîrî zî romanê ey açirnayayê tirkî:  Kan Çiçekleri, Aradaki Nehir û Bir Buğday Tanesi. No rojan de mi Kan Çiçekleri wendî.  Wendişê no romanî no îmge û îmajê mi serobîn kerdî,  ser o tarîx û cografya û kulturanê Afriqa de mi de meraq viraştî, verê mi  tada ke ez  derheqê Afriqa de cîgêrayiş bikero.

Sey xebatê edebîyat, muzîk, sînema, huner û qadên bînê zanistanê welatê kolonîyan û neo-kolonîyan tim bala mi ancênî, ez hertim hewl dano ke xo biresno înan, wendişan û cîgêrayişan bikero, seba fehmkerdiş û analîzkerdişê bindestî û kolonîbîyayoxê ma înan ra sûd bigîro.

Kolonyalîstan ra verî, wextê kolonyalîstan û kolonyalîstan ra dima; neokolonyalîzm û post-kolonyalîzmî zî na serdemî ra vajîyêno hîrî serdemê welatek estî.

Roman Kan Çiçekleri de nuştoxî, serra 1963 de xoserîbîyayişê Kenyayî ra dima konjektor û rewşa duyês serrîya verîn a xoserî aye hetê sosyolojîk, psîkolojîk, ekonomîk û polîtîk ra problamatîze keno. Labêla  vîrvistişê verî kolonyalîzm û wextê kolonyalîzmê zaf estî sey dewlemendî û averşîyayişê tarîxê Kenya verî kolonyalîstan, dewlemendîya binerd û sererdê Kenya û Afriqa… Bi înan kî mîyanê serdeman de muqayeseyan kenî.

Merdimêko bindest û kolonîbîyaye ke no romanî biwano, xo ra biperso, “rojêk ma ke xoser bîyî gelo dewleta ma zî sey Kenya bo?” Sey nîmune rewş û konjektorê Kenyayî ma çiqas şîyênî bi umumî bikerî? Her dewletê ke xo kolonyalîzmî ra xoser kerdo gelo tecrube, rewş û konjektorê înan heme sey Kenya yê?  Gelo eksê nîmuneya Kenya, nîmuneyê dewletê demokratîk, azadîwaz, serkewte û averşîyaye estê?

Romanê Kan Çiçekleri de dewleta neo-kolonyala Kenya ha senî yew rewş û konjektorî de ya?

Merkezê romanî de xorexnekerdiş û rexnekerdiş, ciperskerdiş û problematîzekerdiş kapitalîstî, olîgarşîkî, avernêşîyayî, nedemoktarîkî, bêedaletîya Kenya esto. Romanê de ma dewleta kapitalîsta wehşîya Kenya vênênî. Derheqa konjektorê Kenyayî de hetê ekonomîkî ra mabênî çîna karker û  grubêk zengînan sey qîlêk û koyêk abîyo; se ra 95î Kenya karker û dewij, gettoyîjê feqirî, se ra 5î zî olîgarşîya dewlemendan a. Mîyanê feqiran û zengînan sey newalek xorîn o.  Mekanîzmaya dewletî zî seka teyna seba seveknayişê berjewendîyanê no olîgarşî esta.Hetobîn ra zî mîyanê bajar û dewe û çolterî de zaf hetan ra  sey berdişê xizmeta sosyalî, cîyatîyê gird estî û mîyanê înan de pêrodayiş estî. Dewe û çolterî, xêncî bacegirewtiş seka ke dewletê ê cayî xo vîr ra kerdî.

Bextîyar Elî ropartajêk xo de va, “ ma Saddamî ra dima çîyo ke ma xeyal kerdênî,  no hetê ra  ma şiktayîşêko serobînker dîyî” Ngûgî wa Thiong’o şiktayîşê înan qebul keno labêla no şiktayîş melankolîze nêkeno, ver şiktayîşê bînkewtiş qebul nêkeno,  nêvano mi rê çi lazim o û paşta xo nêdano,  bi rêşbînî, bi bêhêvî, bi bêbawerî,  gere û gazind, lome nêzdîyê no şiktayiş nêbeno û ey nênirxnêno. Bi rasyonalîstî û realîstî, bi persan û rexneyan raşt û azadker  nêzdî şiktayişê înan beno, xo rexne keno û muhasebeyê xo keno, gêrêno çareserî û serkewtiş û bedelnayişan.

Heto ey yo bîno tewr giring Ngûgî no ye ke şiktayişê ra karakteranê boheman, melankolîk, vindîkeran, mazoşîstan, mucadelenêker û qebulker nêafirnêno.  Mekanê romaî dewa İlmorog û karakterê serekeyê romanî Abdulla, Munira, Karega û Wanja yî. Şîrîkîya karakteran na ye ke hemin nêheqî û bêadeletî dîya. Bi no romanê xo o qesasê bêadeletî gêno, adeletî, bihêzêr û pêtêr keno û vano, “ mucadel ha dewam keno.”  

Cayêk romanî de sey na cumle: “ ma Kenya xoser kerdî, nika zî ma Kenya azad kenî.” cumleyêk vîrêna.Na cumla seka armanca nuştoxî xulase bikero. Armanca ey na ya ke, bi no romanî şarê Kenya hîşyar bikero, dewleta Kenya bibedelno û bi edebîyatî Kenya bikero tewr  dewleta rind û baş, averşîyaye û biadaletê dinyayî. Nuştoxî, bawerîya edebîyatî zî keno.

Ganî mîyanê edebîyat, muzîk, sînema, tîyatro û qadê ma yê bînan ra sey Thiong’o nuştox, hunermend zanyar bivejî la senî?!..

                                               

No nuşte verîcû hûmareyê 63îne Rojnameyê Xwebûn de amêbi weşanayiş. 

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...